Hevpeyvîn

Erdogan: Pêşhatên erênî di rê de ne

Erdogan: Pêşhatên erênî di rê de ne

Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan beşdarî di bernameyekî ATV de kir û di bersiva pirsa; We digel Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hevdîtin encam dane, gelo Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî tu pêşniyar ji bona çareserkirina pirsa kurd û PKKê hebûn? Erdogan got:

Pêşhatên erênî di rê de ne. Min digel Mesûd Barzanî li Tirkiyeyê û li bakurê Îraqê hevdîtin encam dane û pêngavên wan, her çiqas di sewyeya daxwazên me de nebûn jî, lê erênî ne. Digel Nêçîrvan Barzanî jî em eynî tişt dibînin. Nuha Îraq di rewşeke xerap de ye û di vê navberê de, weke mînak, birêz Mesûd barzanî roleke cidî lîst û bi rastî jî wî helwestekî merd û cidî hebû, eger ew helwet wisa bimîne, bi a min dê li Îraqê demokrasî û proseseke şefaf dest pê bike.

Ev pirs bi wan re hatine behis kirin, heta me digel birêz Nêçîrvan Barzanî jî behis kirine. Bê guman di têkeliyên bi bakurê Îraqê re hindek tişt hene ku, dive hebin jî. Me tu carî bakurê Îraqê ji xwe dûr negirtiye, li ser dema Turgut Özal, dema xelkê bakurê Îraqê ji dest rijêma Sedam reviyan Tirkiyeyê, me passport ji wan re dan. Me deriyên xwe jê re vekirin. Îro jî em nikarin ji xwe dûr bigirin, ji ber ku ew birayên me ne.

Di bersiva pirsa; Di dema hevdîtina  we digel Barzanî, we behsa çolkirina  ciyayê Qendîlê kir yan na? Erdogan got:

Berê her kesî Barzanî ji wan karan dilgiran e, ew jî gihiştina niqteya dawiyê a tehemilê û dibêjin; em gelek dilgiran in. Ji xwe armanca sazkirina Kongireya Netewêya Kurd jî her ji bo yekalîkirina vê pirsê ye. ew dixwazin di wê kongreyê de daxwazê ji PKKê bikin çek deyen.

Li dor pirsa kurd li Tirkiyeyê jî Erdogan got:

Em dixwazin li jêr hevwelatîbûna Tirkiyeyê hev bigirin. Amadekirina destûra nû berdewam e. Eger destûra nû timam bû dê helwestê partiyên siyasî jî eşkere bibe. Helwesta me ewe ku, pêwîste li jêr sîwana hevwelatîbûna komara Tirkiyeyê hev bigirîn. Kurd bi kurd qebûl bikîn û tirk bi tirk û zaza bi zaza û roman bi roman qebûl bikîn, kes ji wê şerim neke û em hemû bibin hevwelatiyên komara Tirkiyeyê. Birayên min yên kurd ne li dijî vê dîtinê ne. Pêwîste MHP jî xwe ji vê dîtinê dûr negire. Ez tênagihim çima MHP ji vê yekê dilgiran e. divê ew jî rastiyên welêt qebûl bike. 

Back to top button