Turk li gel Metiner û Burkay tevlî bernameyê nebû

Kanala televizyona Tirkî A Haber bernameyek amade kir û Ahmet Turk, Kemal Burkay û Mehmet Metiner wexvand bernameyê ji bo rewşa siyasî gotubêj bikin. Lê dema Ahmed Turk zanî ku dê Burkay û Metiner di bernameyê de amade bibin ew neçû tevlî bernameyê nebû.
Di vê derbarê de BDP-ê di rûpela xwe ya Twitter de daxuyaniyek ragihand û got: Ji bo ku ji derê zanîna Ahmet Turk ,dê Mehmet Metiner û Kemal Burkay di bernameyê de amade bibûna Turk tevlî bernemeyê nebû.
Li gora ragihandina Televizyonê A Haber dibêjin ku, Televizyonê ji berî heftiyekî di çend caran wek reklama bernameyê de ragihandine ku, wê kî tevlî bernameyê bibe.
Herweha rojenamevana ku bernameyê pêşkêş dike Sevilay Yukselir jî di vê derbarê de got: Xwezî Ahmet Turk jî tevlî vê bernameyê bibûya, lê wî nexwest li gel Metiner û Burkay di bernameyê de amade bibe.
Di bernameyê de Mehmet Metiner jî got ku, Ez naxwazim bawer bikim ku Ahmet Turk ji bo me beşdarî bernameyê nebîbe. Ji bo min cihê şanaziyê ye ku li Gel Turk di bernameyekî de amade bibim.
Di vê derbarê de Burkay got: Ez dizanim kî nehiştiye ew tevlî bernameyê bibe.