Polîtîk

Teksta axavtina serokwezîr dema îmzakirina protokolê elektirîkê

Birêz wezîrê pîşesazî û bazirganiyê yê Komara Çekê
Birêz sefîrê Komara Çekê yê Îraqê
Birêz serokê Bankaya Hinartinê (Export Bank) a Komara Çekê
Birêz serokê kompaaniya Kar
Birêzan li her du kompaniyên, kompaniya PSG û kompaniya Rênêsans
Birêzan wezîr, walî, diplomatkar, kardêr, medoyakar û amadebûyên hêja

Roj baş û hemû aliyek bi xêr bên serçavan

Ez kêfxweş im ku, îro digel we yên birêz, di merasima îmzakirina protokolê navbera Export Bank a hikûmeta Çekê û kompniyeke sektora taybet a herêma Kurdistanê, ji bo zêdetir geşepêdana sektora enerjiyê li herêma Kurdistanê, beşdariyê dikim.

Min, di dema karkirinê de, weke serokwezîr, çi li kabîneyên berê û çi jî li vê kabîneya nuha, di gelek minasebetên aborî yên giring û dîrokî de başdarî kiriye ku, projeyên giring bûn û tesîreke mezin li ser pêşkeftina civaka me kiriye, ev yek jî ji bon rûmetek mezin e. Îro jî, ez kêfxweû im ku, di minasebeteke din a dîrokî û projeyekî bêhempa ku cara yekeme li herêma Kurdistanê tê encamdan, digel we beşdariyê dikim.

Ew projeyê ku, îro li vira pilana amadekirinê jê re tê danan û piştî îmzakirinê dê bikeve di qonaxa praktîkê de, bi tenê avakirina wêstegehekê karebê (elektirîkê) nîne, lê ji bo bidestveanîna piştgiriya ekonomiya (sermayeya) biyanî di projeyekê berhemanînê de li herêma Kurdistanê destpêka qonaxeke nû ye.

Îro, bo cara yekem rêkeftineke giring, ez dikarim bêjim rêkeftineke dîrokî, navbera bankayeke berhemanînê a hikûmeteke biyanî û kompnîyeke sektora taybet a herêma Kurdidstanê, kompaniya Kar, tê îmza kirin ku, ev jî ji bo me hemûyan destkeftekî giring e. Ev pêngav hokareke û deriyekê nû ji bo çavkaniyên bidestanîna sermayeyê biyanî vedike ku, piştgiriyê ji pirojeyên din yên berhemanînê li herêma Kurdistanê re bike.

Dema me qanûna sermayerazandinê (investment) a herêma kurdistanê derxist, me gelek derfetên cihê bo kompaniyên sektora taybet yên navxwe û yên derve pêkanîn daku, di helmeta avadankirin û binyatdanan infrastruktura aboriya herêma Kurdistanê de beşdariyê bikin. Ew pêşkeftin û geşbûna îro li herêma Kurdistanê heye, derencamê dîtin, dûrbînî û geşbînîya me a ji bo nuha û bo paşeroja herêma Kurdistanê ye.

Em hêvî dikin ku, ev pêngava Bankaya Hinartinê (Export Bank) a Komara Çekê, ji bo bank û saziyên ekonomî yên biyanî ku, ew jî bikaribin di beşdarî û encamdana projeyên giring û karîger li herêma Kurdistanê rol bilîz in, rêxweşker be.

Ez bi pêdvî dizanim ku, di vê roja dîrokî de, bi navê gelê Kurdistanê û hikûmeta herêma kurdistanê, ji bo destpêxeriya wan a mezin û pêngava wan a biwêrane bo piştgiriya vê projeya stratejîk li herêma kurdistanê, sipasiya Bankaya Hinartinê a Komara Çekê bikim.

Di demekê de ku, em ji bona bidestanîna zêdetir pêşkeftinan û berdewambûna îstîqrarê, li ser xebatên xwe berdewamîn, di heman demê de, ji bona pêşxistina sektora elektirîkê ku, şademara jiyana modern e, û heta ku timama pêdawîstiyên di vî warî de bo hevwelatiyên ezîzên Kurdistanê dabîn bikîn, em dê li ser pêngavên xwe berdewam dibîn.

Di kabîneyên berê yên hikûmetê de, dabînkirina av û karebê ji bernameyên me yên pêşîn bûn. Di van waran de jî me pêşkeftinên baş bidest anîn ku, nuha hevwelatiyên herêma Kurdistanê fêdey jê dibînin. Mînak; Hîngê kareba herêma Kurdistanê 200MW bû, ev jî berhemê navxwe, elektirîka niştimanî û ew kareb a ji Tirkiyeyê dihat, bû. Lê belê nuha bi tenê berhemê navxwe yê kareba herêma Kurdistanê digihîje du hezar û pêncî Megawat. Tevî vê jî, parsal, ji bona çareserkirina pirsa kêmiya karebê, me dest bi alîkariya wîlayeta Kerkûkê kir û nuha jî ji bo heman armancê hevkariya wîlayet û bajarê Musilê jî dikîn.

Bê guman ew elektirîk bi hêsanî bi dest ve nehatiye, lê sektora taybet roleke sereke tê de dîtiye. Hikûmeta herêma Kurdistanê jî piştgirî di dabînkirina pêdawîstiyan û mazotê de kiriye û kareb bi buhayekî giran kiriye û firotiye hevwelatiyên herêma Kurdistanê bi buhayekî erzan.
Miqayse digel salên berê, sektora elektirîkê li herêma Kurdistanê bi awayekî ber bi çav pêşkeftiye, lê berdewam xwesek û daxwazî li ser karebê ber bi zêdebûnê diçe, em jî dê li ser zêdetir dabînkirina xizmetgozariyan berdewam bin. Em dê, ji bona zêdekirina îmkanên berhemanîna karebê û nûkirina torên karebê ku, digel xwestek û pêdawîstiyna bigunce, hewlên cidî bidin.

Vekirina rafîneriya Hewlêrê ku, projeyekî gelek giring ê sektora taybet, kompaniya Kar bû, sê sal beriya nuha kete karî. Îro jî berhemê wê rafîneriyê li bazarê herêma Kurdistanê de ye û dikare beşeke mezin ji pêdawîstiyên navxwe dabîn bike. Ev projeyê ku, em îro encam didin, modeleke nû ye ku, sektora taybet tê de pêşeng e û di warê siyasî û moral de jî hikûmet piştgiriyê lê dike.

Ya ku, em îro dibînin, mînakeke pir dilxweşker a berhemanînê a hevbeş di navbera hikûmet û sektora taybet de ye. Kompaniya Kar a herêma Kurdistanê, kompaniya PSG a Komara çekê û kompaniya Rênêsans a Tirkiyeyê, di warê karên xwe de tecrûbe û şarazayîyeke mezin heye, û ew kompanî dê bine hokarekê peydakirina kar û pêşxistina herêma Kurdistanê.

Li vira careke din, ez bi pêwîstî dizanim, sipasiya Bankaya Hinartinê a Komara Çekê û her du kompaniyan, lihember beşdarbûna wan di vê projeyê de, bikim. Herwesa ez dixwazim sipasiya birayê birêz şêx Baz Kerîm û hevkarên wî li kompaniya Kar bikim ku, wan careke din îspat kir ku, sektora taybet li herêma Kurdistanê dikare roleke sereke di pêşxistina projeyên stratejîk de bilîze.

Sipasî û pîrozbahiyên xwe pêşkeşî wan hemû birêzan yên ku, di vê projeyê de beşdar in, dikim. Bi tyabetî sipasiya wezîrê samanên xwezayî û wezîrê elektirîkê yên hikûmeta herêma Kurdistanê, li hember piştgiriya wan bo vê projeyê, dikim. Hûn dizain ku, xelkê Kurdistanê li hember wan projeyên hûn encam didin kêfxweş in. Ev yek jî ji bona encamdana projeyên mezintir li herêma Kurdistanê, û ji bona avakirina civakeke pêşkeftî, alîkar e.

Careke din hemû aliyek bi xêr bên serçavan. Her şad û serkeftê bin. Gelek sipas dikim.

07.06.2012

Back to top button