Polîtîk
Talebanî piştgiriya vekişandina baweriyê ji Malikî nake

Serkirdeyê di Dewleta Yasa de Selman Mûsewî ji AKnewsê re daxukirin ku, “Aliyên siyasî nikarîne piştgiriya Talebanî bi dest bixin daku nivîsa vekişandina baweriyê ji Malikî bişîne parlamentoyê, ji ber ku baweriya Talebanî bi bihayneyên wan fraksyonan nayê”.
Mûsewî amaje kir ku bijara din a li pêşiya wan fraksyonan ew e ku bi rêya komkirina îmzayên parlamenteran re hewla vekişandina baweriyê ji Malikî bidin û wiha got, “Lê ev yek jî gelek zehmet e, ji ber Malikî ti şaşiyeke destûrî nekiriye.”
Hevpeymaniya Kurdistanê, Baska Sedir û Lîsteya Iraqiye niha kar ji bo vekişandina baweriyê ji Nûrî Malikî dikin.
Lê hemû pêkhateyên Hevpeymaniya Niştimanî, jibilî Baska Sedir vê yekê red dikin.