Cîhan
Maradona: Ez ê biçim Gazzeyê

Diego Armando Maradona, futbolîstê Arjantînî yê navdar diçe serdana bajarê Filistînê Gazzeyê. Filistînî bi meraq serdana Maradona dipên û ev rojê wek rojeke dîrokî dibînin. Dîsa hêviyek heye ku serdana Maradona ji bo pirsgirêka navbera Filistîn û Îsraîl, rê ji pêvajoyeke baştir re veke. Ji aliyê din berteka Îsraîl a hemberî serdanê jî tê meraqkirin.
Endamê Meclîsa Wezareta Werzîş û Ciwaniyê Abdusselam Heniye diyar kiriye ku, wana ji bo Maradona biçe serdana Gazzeyê jê re peşniyar kirine û wî jî qebûl kiriye. Maradona wiha gotiye: Ez daweta we qebûl dikim, bi îzna Xwedê ez dixwazim biçime Gazzeyê. Kî karê li pêş vê bibe asteng an biqehere.
Haniye îfade kiriye ku ji bo serdana Maradona, li Gazzeyê dest bi amadehiyan kirine.