Cîhan

Erdogan: Em operasyona rojhilatê Firatê hinekî li paştêxin

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di civînekî de axivî û behsa rewşa Tirkiye û siyaseta xwe ya ji derve kir.

Erdogan behsa siyaseta Tirkiye ya derve kir û got: Di vê qonaxê de siyaseta derve de em destana dinivîsînin. Em di derbarê ewlehiya sinorên xwe bi awayek leşkerî û dîplomatîk serkeftin. Lê hinek vê qebûl nakin.Evên vê qebûl nakin ji derve gelektir di mal de ne. Min doh ji birêz Ruhani re got ku, çavê me di axa Suriye de tuneye. Lê em ji bo ewlehiya xwe jî tawîza nadin.

Di derbarê operasyona rojhilatê Firatê de Erdogan got: Piştî hevdîtina min bi rêya telefonê li gel birêz Trump û daxûyaniyên ku Amerikayê dayîn, bû sedem ku em ji bo demekî operasyona rojhilatê Firatê paşde bêxin. Lê ev nayê wateya ku dê dirêj be.Tenê heta demekî emê bisekinin.

Back to top button