Polîtîk

PKK bi rêya YNKê çû Şamê

Çavkaniyek agehdar ji BasNewsê re ragehand ku, şandek ji serkirdeyê PKK gehişte bajarê Silêmaniyê daku serdana Şamê bike û li gel rejîma Sûriyê derbarê pêşhateyên dawî li bakur û rojhilatê Feratê û biryara vekişamdina Amerîkayê gotûbêj bikr.

Wî jêderî ji BasNewsê aşkere kir ku, roja Pênşemê 20.12.2018 şandeke PKK bi lez gehişte bajarê Silêmaniyê û piştî danûstandinan li gel berpirsê Silêmaniyê ber bi paytexta Sûriyê ve çûn daku, li gel berpirsên Sûriyê danûstandin derbarê biryara vekişandina Amerîka û êrîşên Tirkiyê gotûbêj bikin.

Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku, rejîma Sûriyê hêzeke pêwîst li ber destê wê nîne daku, wan navçayên di bin destê PYDê de baskê PKKê kontirol bike.

Herwiha heman çavkaniyê da zanîn ku, roja Duşema borî jî hevdîtinek bi serpirştiya Rûsya û Îranê di navbera PYDê û rejîma Sûriyê derbarê gefên Tirkiyê pêkhatibû, di civînê de rejîma Sûriyê daxwaz ji PYDê kiribû hemû navçeyên di bin destê xwe de bê şert û merc radestî bike ji nû ve piştî wê behsa mafê rewşenbîrî û kultûrî yên kurd da bike daku, rejîma Sûriyê êrişên Tirkiyê li ser navçeyên Rojava rawestîne.

Her duh jî Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ku, navenda wê li Brîtanyayê ye di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî ragehand ku, li bajarê Qamşlo yê Rojavayê Kurdistanê rejîma Sûriyê û HSD hevdîtinek pêkanîn, di civînê de biryara vekişandina Amerîka ji Sûriyê û awayên rêveberina deverê hat gotûbêj kirin.Herwiha babeta radestkirina çend kêlgehên neftê li rojhilatê Feratê ku, di bin kontirola HSDê de ne hat behis kirin.

Ji aliyê xwe ve endamê komîteya pêwendiyên derve yê PYDê Dara Mustefa ji BasNewsê re ragehand ku, ti pêwendiyeke raste rast heta niha pêkanîn lê em dibînin eger Tirkiyê êriş kir, ji erkê dewleta Sûriyê û hemû gelê wê ye berevaniyê di ber xaka welatê xwe de bike.

Dara Mustefa got jî ti sedemek nîne  ku, bazirganiyê li ser xaka dewleta Sûriyê were kirin bi hiceta ku, ew navçe ji aliyên hin kesên din tê îdarekirin. Ji ber heta niha rojhilatê Feratê xaka Sûriyê ye û beşeke di dewleta Sûriyê.

Gehiştina şanda PKK bo Silêmaniyê û ji wir serdana Dîmeşqê dike di demekê de ye ku, YNKî bi armanca razîkirina Tirkiyê çend kiryar li dijî PKKê li sînorê Silêmaniyê, Helebce û îdareya Raperîn û Germiyan pêkanîbûn, di beramber de berpirsên PKKê bêminteyeke mezin li himber YNKê nîşan dan û berî niha BasNewsê aşkere kir ku, Cemîl Bayî di nameyekê de gef li YNKê xwaribûn eger dawî bi kiryarên xwe li dijî PKKê neynê ew dê hêzê li sînorê wan bikarbîne.

 

 

Back to top button