Civak

Dadgehê endamek yê meclisa PAKê ceza kir

Mehkemeya Ruhayê 15 meh ceza li  Siraç Kirici yê endamê meclîsa PAKê  birî

Mehkemeya Ruhayê îro(21.12.2018) 15 meh ceza li  endamê meclîsa PAKê , hevalê me Siraç Kirici birî.Bicîhanîna cezayê hate taloq  kirin. Parêzerên Siraç Kirici  dê îtîrazê li Mehkemeya Bilind bikin.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen û endamê Meclîsa PAKê Siraç Kırıcı, roja 22.11.2018an, gava ku ji Almanyayê dihatin Tirkîyeyê, li Balafirhega İzmîrê hatibûn girtin.

Sîraç Kirici û Feyyaz Ekmen rojekê li Emnîyeta îzmîrê hatin desteser kirin.

Paşê Mehkemeye Îzmirê ew berdan û di derbarê wan de cuda cuda doz hate vekirin.

Daniştina yekem ya mehkemeya Siraç Kirici îro li Ruha yê bû.

Mehkemeya Ruhayê di daniştina yekem de 15 meh ceza li Siraç Kirici birî.

Sebebê vê cezayê jî parve kirinên li ser sosyal medyayê yên di derbarê wêneyên jenosidên Helebçeyê û  Enfalê û parve kirina wêneyê Alaya Kurdistanê bû.

Baş e, çi eleqeya wêneyên jenosîdên Helebçe û Enfalê û Alaya Kurdistanê bi propagandaya PKK-KCKyê ve heye?

Siraç Kirici damezranêr û endamê Meclîsa PAKê ye, lê mehkemeya Ruhayê ji ber van parve kirinên wî yên ku tu eleqeya wê bi PKK-KCKyê ve tune ye, bi îdîaya ‘’Propagandaya PKK-KCKyê’’ 15 meh ceza lê birîn.

Ev biryara Mehkemeya Ruhayê ne biryareke hiqûqîye, lê biryareke sîyasî ye.

Ev biryara nîşana betehamulîya azadîya ramanî ye.

Ev biryara nîşana bêtehamulîya hemû gotin û nirxên di derbarê miletê Kurd ye.

Em vê biryara Mehkemeya Ruhayê protesto dikin.

Berîya vê cezayê, ji ber parve kirinên wan yên di sosyal medyayê de, li endamên Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş, Kutbettin Yıldız û hinek endamên PAKê cezaya hefsê hatibû birîn, di derbarê Serokê Giştî yê PAKê û gelek rêvebir û endamên PAKê de lêpirsîn hatibû destpê kirin, doz hatibû vekirin.

Heta îro  bi hefs û desteser kirin û zordarîyê rê li ber doza azadî, demokrasî û edaletê nehatîye girtin û ji îro pê  ve jî dê tu biryar nikaribe rê li ber  li doza rewa ya gelê me bigire. 21.12.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Back to top button