Polîtîk

Di tekoşîna azadiya netewe û sosyalizmê de KKP herî bi hêz

Partiya Komunist a Kurdistanê li ser damezirandina xwe daxûyaniyek ji bo Raya Giştê ragihand.

Daxûyanî:


DI TÊKOŞÎNA AZADÎYA NETEWE Û SOSYALÎZMÊ DE KKP HERÎ BI HÊZ…!

Li ser damezrandin a partîya vekirî û yasayî heşt sal derbaz bû.

Di dema ku 21ê Çileya pêşî 2011dan da Partîya Azadî û Sosyalizm ê hate damezrandin di vê pêvajoyê de kadroyên KKP ê astengîyên yasayî girtin ber çavan. Li herdem nav guhartin a KKP rojevê bûye. Di encam ê de 17 Mijdarê 2018an da pêkhatêna Kongre ya xwe yê Sêyemîn  (ÖSP)ê a asayî da  ev gav hate avitin. Bi vê Kongre ya xwe yê Sêyemîn em gihîştên navê xwe yê esasî.

KKP; DI têkoşîna azadî ya netewe û serxwebûn ê de heyîtîyekî sîyasî û herdem pêvajoyê bi nêrînê xwe û bi hembizkirîya tev gerîyan.

Tevahîya destkeftîyên partîyên netewe û demoratîk xwedîye derket û xeletîya wan ra jî bi eynî  berpirsyarîyê hember derket.

KKP; Di Kobanê  de berê hemberê dorpêçandina wê , du ra jî azadbûyina wê, di referandûma serxwebûn a Başûrê Kurdîstanê de, di dagir kirina Kerkûk û bajarên dinê de, di dagir kirina Efrîn ê û gefa Rojavayê de…hemû “Şîn û şahîya me yeke” got û helwest girt.

KKP; Dİ têkoşîna azadî ya netewe û dijî Kapîtalīzmê de têkoşîna çîna karkeran di eynî pêvajoyê de berdewam kir û dike.

KKP; Di Kurdîstanê de duh çewa dengê Sosyalîzmê bû, ewê îro jî  berdewam a wê dengê be.

Partî û tevgerên me di demekî kin de çewa ku bayê rast hate li Sosyalîzmê dur ketin , “demoqratîkî ” “liberalîst ” bûn. Li partîya me li hember vê bayê sekna xwe xwedîyê nasnameyê xwe derkete.

KKP; Partîyek enternasyonalîst e û xwe herdem rêxistina tevgera Komunîst a beşa Kurdîstanê dibîne û têkoşîna xwe bi vê nêrînê  didome.

KKP; DI armanca xwe yê stratejîk de serxwebuna netewe û Sosyalîzmê di parêze, li di jîyana rojane de daxwazên netewe û çîna karkeran jî li ser derbazî nake.

Îro di alîk da daxwazê me yê girînge bizimanê dayik perwerde ye,  a duyemîn jî  bilind kirina daxwaza aborî  a maaşê ye.

Em banga xwe yê  kadroyên Komunîst ê ra dubar e dikin; di têkoşîna azadî ya netewe û Sosyalîzmê de ji bona KKP e yê kî bi hêz em hevpar bibin.

21.12.2018

Bimrê nîjadperestî!

Bimrê Kapîtalīzm!

Bijî Partîya me KKP!

Partîya  Komunîst a Kurdîstan

KKP

 

 

Back to top button