Polîtîk

Erdogan: Em bi her kesê aqil selîm re rûdinin û diaxivin!

 Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Diyarbekirê axivî û got: “Emê bi her kesê ku aqilê wî selîm be û hefsarê wî ne di destê kesên din de be, rûnin û biaxivin”.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî mitînga partiya xwe ya Diyarbekirê bû. Erdogan di axavtina xwe de berevajî serdanên xwe yên din peyamên erênî dan. Erdogan go:, “Emê bi her kesê aqlêselîm re rûnin û biaxivin. Emê bi her kesê ku rêzê li yekîtiya miletê me û yekparçeyiya welatê me bigire rûnin û biaxivin”. 

Rexne li Partiya DEMê girt

Serokkomar Erdogan diyar kir ku CHP û DEM Partiyê tifaqek qirêj kirine û got: 

“DEMê îradeya birayên min ê Kurd derxistiye mazatê. Ger hûn bala xwe bidinê kes tune ku li ser raman û zikrên dengdêran bifikire. Danûstandinên qirêj hene ku ne li gor daxwazên kesekî ne. Birayên min ên Kurd heqaret û bêhişkirinek wilo heq nakin. Tirkiye di demên borî de ji siyaseta buxtanê ku sembola bêhiş û durûtiyê ye, gelek zirar dîtiye. Dengên we bi pûçkirina siyaseta demokratîk îpotek kirin. Ma Diyarbekir di serdema AK Partiyê de aştî, azadî, veberhênan, xizmet û dewlemendî nedît? Dema wan şaredarên ku we bi îradeya xwe hilbijartibûn, li jêrzemînên terorîstên ku ji çiyê anîne, li çepikan xistin, ma me hewl neda ku stêrka Amedê bibiriqe?.Dema wan li Sûrê xendeq dikolin, ma me hewl neda ku pirsgirêkan bi dawî bikin? Dema wan ji her malê cenaze derdixistin, ma me ji bo pêşeroja zarokên xwe têkoşîn nekir? Dema ku wan mayîn li ser rêyan dikolan, ma me xeyala pêşketinê nedikir? Dema wan bi rijandina xwînê îradeya we desteser dikir, ma me demokrasî xurt nekir? Dibe ku meriv van mînakan bi saetan bijmêre. Heger tiştek di gotinên me de kêm be, mafê we heye ku hûn çi teserûfê bixwazin bikin”. 

‘Em bi her kesî re rûdinin û diaxivin’

Erdogan işaret bi pêvajoyek nû ya çareseriyê kir û got ku ewê 40 salên din nehêlin pirsgirêka terorê dewam bike.  Erdogan ev tişt got:  “Ji bilî teror û rêxistinên siyasî yên alîgirên terorê, deriyê me ji bo her kesî vekirî ye. Siyaset ji bo xizmeta gel e. Em bi her kesê ku xwediyê mejiyê azad, wijdanê azad û exlaqê kamil be rûdinin û bi kesên ku ji emperyalîstan re nebin pûtperest, rûdinin û diaxivin. Em bi her kesê ku hurmeta yekitiya miletê me û jiyana dewleta me digire rûdinin û diaxivin. Em bi her kesê ku dixwazin bi me re di Sedsalê de bimeşin rûdinin û diaxivin. Ger ji bo aramî û xweşiya 85 milyon însanên vî welatî tiştek bê kirin divê demildest ev yek bê kirin. Ev 40 sal in em berdêla terorê didin, 40 salên din jî em nikarin vê yekê tehemûl bikin. Niha dema wê hatiye ku em ne tenê di warê ewlehiyê de, lê di hemû aliyên din de jî welatê xwe bi tevahî ji vî barî rizgar bikin. Ji ber vê yekê em bi her kesê ku hefsarên wî ne di destê kesekî din de ye rûdinin û diaxivin“.

Back to top button