Civak

Kahvecî: Heta kursiyên kota neyên vegerandin em beşdarî hilbijartinan nabin

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Reforma Tirkmen Muna Kahvecî diyar kir ku wek pêkhate beşdarî hilbijartina pêşwext nebûne û got: “Heta kursiyên kota neyên vegerandin em tev li hilbijartinê nabin”.

Muna Kahvecî têkildarî biryara Dadgeha Federal a di derbarê kotayê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Betalkirina kursiyên kota yên Parlamentoya Kurdistanê ne di berjewendiya tu aliyekî siyasî de ye”.

Kahvecî biryara Dadgeha Federalî wek “derqanûnî û nedestûrî” nirxand û diyar kir ku ev biryar bi armanca têkbirina jiyana hevbeş a li Herêma Kurdistanê hatiye dayîn.

Kahvecî amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîstiya Parlamentoya Kurdistanê bi beşdariya hemû pêkhate û aliyên siyasî heye û got: “Pêwîste hemû pêkhate nûnerên xwe li parlamentoyê hebin”.

Back to top button