Daxuyaniya Rêveberiya Ragihandinê ya serokkomarîyê derbarê hevdîtinên Erdogan ên li Hewlêrê de

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wek rawestgeha duyem a serdana xwe ya Iraqê çû Hewlêrê. Erdoganê ku piştî 13 salan çû Iraqê, li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Piştre jî civîneke taybet û şandekî li avahiya Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve çû.
Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat destnîşankirin ku dem hatiye ku mijara PKK’ê ji rojevê bê derxistin. Serokomar Erdogan der barê xwesteka Tirkiyeyê ya ji bo başkirina têkiliyên bazirganî yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re; diyar kir ku girîng e Deriyê Sînor ê Ovakoy-Fîşhabûrê di zûtirîn demê de were vekirin û ji Deriyê Sînor ê Dêrecîk-Zetiyê derbasbûna wesayîtan were destpêkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Ragihandinê ve hat dayîn de ev agahî hatin dayîn:
“Serokê me birêz Recep Tayyîp Erdogan li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda ligel wan re civiya.
Di hevdîtinê de mijarên herêmî û cîhanî û têkoşîna li dijî terorê hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku em kêfxweş in ku Iraq roj bi roj ji tundiyê dûr dikeve, dema wê hatiye ku meseleya PKKyê ji rojevê were derxistin, Tirkiye di têkoşîna li dijî terorê da girîngiyê dide yekitiya terorê û wiha got: ku ew bi biryar e ku wê bigihîne asta pêş.
Serokomar Erdogan diyar kir ku bi Iraqê ra belgeyên qanûnî yên pir berfireh hatine îmzekirin û ev perspektîfa hevkariyê herêma Herêma Kurdistanê jî dihewîne û destnîşan kir ku Riya Pêşketinê ya ku bi peymana lihevtêgihiştinê ya ku li Bexdayê hat îmzekirin ji dinyayê ra hat eşkerekirin, dê bibe xizmeta dewlemendî û aştiya hemû Iraqê. ; Wî got ku divê rêveberiyên Bexda û Hewlêrê bêyî ku rê bidin aliyên sêyem destwerdanê bikin, diyalog û peywendiyeke saxlem pêk bînin.
Serokomar Erdogan bal kişand ser daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo başkirina peywendiyên bazirganî yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û wiha got; Diyar kir ku girîng e Deriyê Sînor ê Ovakoy-Fîşhabûrê di zûtirîn demê de were vekirin û ji Deriyê Sînor ê Dêrecîk-Zetiyê derbasbûna wesayîtan were destpêkirin.
Serokomar Erdogan herwiha diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku maf û berjewendiyên Tirkmenan ên li herêmê bi taybetî jî nûnertiya siyasî dê bên parastin.”


