
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a li Hewlêrê de diyar kir ku ew dixwazin bi Tirkiyê re di her warî de têkiliyên xwe pêş bixin û ji ber alîkariyên ku di rojên teng de ji wan re hatiye kirin, spasiya hikûmeta Tirkiyê kir.
Ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve di derbarê hevdîtinên Serokkomar Erdogan de bi daxuyaniyek nivîskî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku serdana Serokkomar Erdogan a Bexdayê, hevdîtinên wî yên bi rayedarên Iraqî û hevkariya Tirkiyê û Herêma Kurdistanê re di warên aborî, bazirganî û ewlehiyê de hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ragihandiye ku dixwazin di her warî de peywendiyên xwe bi Tirkiyê re pêş bixin û her weha teqez li ser wê yekê hat kirin, ji bo ku di rojên teng de alîkarî û hevkarî Kurdan kiriye Barzanî spasiya Hikûmeta Tirkiyê kiriye.
Di daxuyaniyê de herweha hat ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew dixwazin bi Tirkiyê re peywendiyên aborî û bazirganî pêş bixin û li Herêma Kurdistanê derfetên veberhênan û bazirganiyê ji bo şîrketên Tirkiyê hene û spasiya wan kir ku di şert û mercên zehmet de jî xebatên xwe berdewam dikin.


