Enqereyê di derbarê hevdîtina Erdogan û Barzanî de daxuyanî da

Li gor daxuyaniya Serokatiya Daîreya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê, di hevdîtina Erdogan de mijarên herêmî, cîhanî û mijarên ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniyê, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan daxwaza Tirkiyê ji bo baştirkirina peywendiyên bazirganî yên ligel Herêma Kurdistanê nîşan daye û gotiye; Girîng e Deriyê Sînor ê Ovakoy-Pêşhabûrê di demek herî nêz de bê vekirin û di Deriyê Sînor ê Dêrecîk-Zetiyê re derbasbûna wesayîtan bê destpêkirin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, ku doh ji bo peywendiyên fermî çûbû paytexta Iraqê Bexdayê, danê êvarê gihişt Hewlêrê.
Erdogan li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve bi merasîmek fermî hat pêşwazîkirin.
Erdoğan ku silava pasewanê rêzgirtinê kir û bi Serok Barzanî û Serokwezîr Barzanî re wêne kişand, piştre jî silav li şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku di merasîmê de amade bû, kir. Piştre jî civînek taybet li avahiya Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rêve çû.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Daîreya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê, di hevdîtinê de mijarên herêmî û cîhanî û mijarên ewlehiyê hatin gotûbêjkirin. Erdogan diyar kir ku ew kêfxweş in Iraq roj bi roj ji tundiyê dûr dikeve û got; Êdî dema wê hatiye ku mijara PKK ji rojevê bê derxistin û Tirkiye di têkoşîna li dijî terorê de girîngiyê dide yekitiyê û Tirkiye bi biryar e ku wê bigihîne asta pêş.
Erdogan diyar kir ku li gel Iraqê metnên qanûnî yên gelek berfireh hatine îmzekirin û ev perspektîfa hevkariyê Herêma Kurdistanê jî dihewîne nav xwe û got; Riya Geşepêdanê ya ku bi peymana lihevtêgihiştinê ya li Bexdayê hatiye îmzekirin û ji cîhanê re hatiye ragihandin, wê bibe xizmeta refah û aştiya hemû Iraqê.
Divê rêveberiyên Bexda û Hewlêrê bêyî ku rê bidin aliyên sêyem desttêwerdanê bikin, diyalog û peywendiyek saxlem pêk bînin.
Serokkomar Erdogan herweha diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne maf û berjewendiyên Tirkmenên li herêmê bi taybetî jî nûnertiya siyasî bên paraztin.

