Civak

Enqere bi teqînekî mezin hejiya

Nawenda paytextê Tirkiye li Enqere vê sibê teqînek mezin çêbû. Di encama teqînê de  3kesä jiyana xwe ji dest da 12 kes birîndar bûn. Rewşa 2 birîndara xeter e. Dest û lingên hinekan jê bûye. Agir bi zêdeyî deh otomobîlan ket û hemû jî şewitîn.

Heta niha di derbarê sedema teqînê de tu agahdariyek dirust tuneye. Hinek berpirsiyar di daxuyaniyan de gotin ihtimal a tûpên gazê teqiyan be heye. Lê hukumet bi xwe sedemê teqînê wek êrîşekî dinirxîne. Herweha ihtimala ku bombeyek bibe sedema teqînê  jî heye.

Li gora agahdariyên medya Tirkî ji bo vê teqînê du kes hatine girtin. Jinek di cihê ku teqîn lê çêbûyî hatiye binçav kirin û kesek jî ji garaca Otubusan dema ku xwestiyê here Dersimê hatiye binçav kirin.

Lê heta lêpirsînek dirust neyê kirin û di derbarê teqînê de tiştek bi rasteqînî nayê zanîn. Çavê herkesekî li berpirsiyarên hukumetêne ku div ê derbarê de daxuyaniyekî bidin raya giştî.

Back to top button