Hinek ji medyayên hundir û derve nûçeyên wiha belavkirine ku qaşo ew Konferansa Neteweyiya ku biryar bû meha pêş de li Hewlêrê bête encamdan ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye betalkirin.

 

Mebesta encamdana vê konferansê ewe bû ku bijardeya aştiyê bibê bijardeya wan hemû aliyên ku têda beşdarî dikin. Lê belê li rewşeke wekî îro ku şer û pêvçûn li holê daye astenga konferanseyê ku wê armanca xwe pêk bîne.

 

Sazkirina konferanseke wiha pêwîstî bi rewşeke aştiyane heye neku şer û pêvçûnê. Ji ber ku heta niha dawî bi şer û pêvçûnan nehatiye, ji bo wê yekê konferans ji demeke din hatiye paşxistin û bi tu awayekî jî nehatiye betalkirin.

 

Berdevkek bi navê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

20/09/2011

 

Nêrînek

  1. Ev zimanê dîplomasiyê ye. Bi nazîkî gotine “kaka ma em nakin, hûn chima me rexne dikin”. Helbet em viya wisa fêhmdikin.´\n\nPirsên min ji hikûmetê:\n1- Rêzdar Hîkûmeta Kurdistanê, dê kengî sher safî bibe? Di cîhanê de sher her hebûye, dê hebe jî. Heger behsa Kurdistanê dikin, ka statûyeke navneteweyî ya Kurd-Kurdistanê heye? Heger bêstatûtî bidome, nakokî û sher jî berdewam nakin?\n\n2- Hûn jî dizanin mîsyona Apoyiyan xirabkirin e. Ew dest bavêjin karekê ne ji bo xêr e, ji bo terorîzekirinê ye. KNK delîlek e. PKDW delîlek bû. Hûn dê chawa Apoyiyan kedî bikin? Hûn bikin jî gelo ew dipejirînin?\n\n3- Werin em nexapînin, em bash dizanin hûn ne amade ne konferansa neteweyî pêk bînin. Ne rast e?\n\n4- Em bash dizanin hûn ditirsin. Mafê we ye tirsîn. Dijminên we gelek, derfetên we kêm in. Lê rêzdar Hikûmet, konferanseke neteweyî ne ti bombe û tiving e. Tirsa we realîst e? \n\nQerechiyan (mitirb, chîgan) jî konferansa xwe ya navneteweyî kirin, ala neteweyî kivshe kirin. Dinya civînên wiha dike. Bes hûn ditirsin. \n\nTirkiye û Îran jî dizanin tirsa we, û gefan dixwin.\n\nKonnferanseke neteweyî bikin, pêshengiyê jî hûn bikin. Hûn bikevin bahaneyan, dawî nayê. Roj tê dereng jî dibe.\n\nÎradeyeke neteweyî heba wekî Liga Ereb, dê sher jî wisa gurr nebûya. \n\nHêk ji mirîshkê yan mirîshk ji hêkê ye meseleya we. Ji ber ku îradeyeke kurdan a neteweyî nîne, li Bakur jî sher safî nabe, Qendîl, PJAK û êrîsên Tirk-eceman bidawî nabin.\n\nDinya nizane kê muhattab bigire. Saziyeke neteweyî nîne. \n\nGelo hûn dîplomasiyê dizanin, rêzdar Hikûmet?

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: