Polîtîk

Çîçek: Cihê çareseriya parlementoya

Serokê Parlementoya Tirkiye Cemîl Çîçek li ser pirsa çêkirina destûra nûjen û nehatina BDP-ê ya parlementoyê daxuyaniyekê da.

Di vê derbarê de serokê Parlementoyê Cemîl Çîçek got:  Ji derê vê derê (parlementoyê) lêgerînek demokraiyê ve nagunce.Kesek jî çavek erênî liv ê yekê nanêre. Ji bo vê bê ku deren bibe emê komisyona  destûrê pêkbînin.Dem derbas dibe.

Cemil Çîçek berdewambûna axvtina xwe de got: Emê bi navê parlementoyê gurubên hemî partiyan dawet bikin. Lê gurubek ji van hêjî qeyda xwe li parlementoyê çênekiriye. Niha ew gurub jî neyê, dê cardin axavtin li ser temam bûn ne temambûna vê komisyonê çêbibe.

Dawiya axavtina xwe de Çîçek got: Demek gelek hindik ma  ku parlemento vebê û dest xebata xwe bike. Ez bangî her kesekî dikim ji bo destûrê çi pişgiriyê bikin bila kerembikin bikin. Ji derê parlementoyê tu çareserî tuneye. Eger mirov çareseiriyê ne di bin banî parlementoyê de bigere û li cihên din bigerê tu qîmetê hilbijartinan namîne.

Em çareseriyê ne li serê çîya û nej î li deverek din bigerin. Emê werin çareseriyê liv ê derê pêyda bikin.

Back to top button