ENKS û PYD li hev kirin

11.06.2012-ê bi serpereştî û çavderiya Divana Serokatiya Kurdistanê civînek di navbera Encumenê Niştimaniya Kurd a Suri (ENKS) û Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê(EGRK) hate darxistin.
Di civînê de bi navê Divana Serokatiya Kurdistanê Hemid Derbendî, li ser navê ENKS Dr. Ebdilhekim Bişar, Hemîdê Hacî Derwêş û Mihemed Musa û li ser navê EGRK jî Ebdilselam Ehmed, Sinem Mihemed, Cihan Mihemed, Mihemed Reşo û Husen Koçer amade bûne.
Di civînê de pirsa kurd li Suriye piralî hatiye gotubêj kirin û di encam de li ser hinek xalan aliyan li hev kirine.
Xalên li hevkirinê:
– Komiteyek bilind hevbeş bê avakirin.
– Li hemû navçeyan komiteyek hevbeş ji bo rêvebirina kar bête avakirin.
– Komiteyên hevbeş li gora pêwistiyê bêne avakirin.
– Hemû dijberiya li himber hev bête rawestandin.
– Li hemî deverî karên çekdar bê rawestandin.
– Avakirina komiteyên bê çek ji bo parastinê.
– Pêkanina komiteyekî ji bo çareserkirina kêşeyên ku dekevin holê.
PYD di nav Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê(EGRK)de cih digre.Herweha wek tê zanîn di bin bandora PYD de de ye. Di bingehê xwe de ev lihevhatin di navbera ENKS û PYD-ê de hatiye encamdan.
Protokala civînê bi zimanê Erebî: