Fransa dê li Hewlêrê vîzayê bide welatiyên Kurdistanê

Di îlona îsal de Fransa dê vîzayî bide welatiyên Kurdistanê
Îro roja pêncşemiyê (14.06.2012) li bajarê Hewlêrê Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Doni Gwêr sefîrê fransayê yê Îraqê û Fredrik Tîso konsulusê Fransayê yê herêma Kurdistanê kir.
Serokê dîwana civata wezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, behsa girigniya têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Fransayê kir. Nêçîrvan Ehmed di axavtina xwe de, bi tyabetî, behsa rola gel û hikûmeta Fransayê di hevkarî û piştevaniya serhildana gelê kurd di adara sala 1992ê de kir û got ku hikûmeta Fransayê a wê demê roleke mezin di derxistian biryara jimare 688 a Neteweyên Yekgirtî û danana devera dijîfirîn û parastina gelê Kurdistanê ji êrîşên rijêma Sedam a jinavşûyî, bilind nirxand.
Ehmed got jî ku hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke ber bi çav dide têkeliyên xwe yên digel Ewropayê û bi traybetî hikûmeta Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe digel Fransayê di warên aborî, bazirganî, perwrdeyî, çandinî, tûrîzim û kulturî de berfirehtir bike.
Ji aliyê xwe ve, sefîrê Fransayê yê Îraqê tekîd li ser xurtkirina têkeliyên bi herêma Kurdistanê re kir û got ku, Fransa dixwaze têkeliyên xwe bi herêma kurdistanê re di hemû waran de pêş bixe û kompaniyên fransî li herêma Kurdistanê karê sernayerazandinê bikin.
Sefîrê Fransayê di berdewamiya axavtina xwe de got ku, konsolxaneya Fransayê a li Hewlêrê xwe amade dike ku di îlona îsal de vîzayê bide hevwelaitên Kurdistanê.
Di dawiya civînê de, ji bona avakirina avahiyê inistîtuta kulturî a fransî li Hewlêrê , di navbera Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana serokatiya hikûmeta Kurdistanê û Donî Gwêr sefîrê Fransayê yê Îraqê de pirotokolek hat îmza kirin.