Nivîsar

AKP û pirsgirêka kurd

                           

Li  gorî min, di nav hukumetên Tirkiyê de hukumeta herî bi xizmet AKP ye. AKP di warê aborî de, di tendurustiyê de, di rê û beran de, di warê maf û dad û azadiyan de hwd. gelek xizmet û reform kirin. Berî her tiştî wesayeta leşkerî -bi temamî nebe jî- kuşt. Di warê kurdan û pirsgirêka kurd de jî, hinek pêngav avête û diavêje jî. Weke vekirina TRT ŞEŞ’ê di zanîngehan de vekirina beşa zimanê kurdî, dersa bijerte ya kurdî, rakirina qedexekirina propogandayê ya bi zimane kurdî, di warê sîyasî de, rakirina zextên li ser kurdî, rakirina rewşa awarte hwd. Lê belê helwesta AKP’ê, di derheqê kurdan û pirsgirêka kurd de ne net e. Biçivûçûr e. Hîn, navê pirsgirêkê dananiye û di navê wê de jî ne net e. Gav dibêje pirgirêka kurd heye û pirsgirêka min bi xwe ye, gav dibêje pirsgirêka kurd nîne, pirsgirêkên hemwelatîyên kurd, hene, gav dibêje, ev pirsgirêk, pirsgirêka terorîzmê ye. Gav dibêjê  ev mes’eleyek pirr muhîm e, divê acîl bê çareserkirin.

Carna jî dibê je, me ji sedî heştê ev mes’ele çareser kiriye. wezîrê karê hundir! Dibêje: “Ez digerim nagerim pirsgirêka kurd nabînim.” Bi rastî AKP’ê  ji bo çareseriyê berê got “vekirina kurd”, dawîyê nav guherande, kir “Projeya Yekîtî û Dîgelhevîya Netewî (mîllî)”, yanî di encamê de dîsa mîllîtî pê ve zeliqand. Hal ew e ku ev mes’ele, bi xwe ji neteweperweriyê derketiye.
 
Bi rastî, ev pirsgirêk tenê mes’eleya kurd û ya dewletê nîne, bi giranî mes’eleya PKK ê û ya dewletê ye. Ger dewlet bibêje, ez PKK ê derveyî vî karî de dihêlim, wê pirsgirêk tucar çareser nebe, çimkî îro, yê ku li vê mes’eleyê xweyî derketî û dikeve PKK ye. Dîyarkerê rojeva vê meselê PKK ye. Îroj,  bêPKK pirsgirêk çareser bîbe jî PKK, dê nehêle Ez bawer dikim, çawa ku mes’eleya Filîstînê bêHemasê, mes’eleyên Lubnanê bêHîzbullah, meseleya Efxanîstanê bêTalîban, ê çareser nebe. Pirsgirêka Kurd jî, ê bêPKK çareser nebe. Em çiqas sîyaseta PKK’ê, şaş bibînin jî realîte ev e. Di heman deman de pêwîst e ji bo çareseriyê muxatab tenê PKK nebe. Muxatab, pêşî gelê Kurd û nûnerên gelê Kurd be. Herkes, li gorî temsîlîyeta xwe, xwedî maf be. Wê deme, ê pirsgirêk çareser bibe.

Şaşîyên Ak Partîyê, yek jê ev e ku KCK’ê di şibîne Ergenekonê. AKP dibêje, me çawa rêxistina Ergenekonê, bi binçavkirin û girtinê qedand, em ê, PKK’ê jî di bin navê KCKê de biqedînin. Hal ew e ku Ergenekon, rêxistinek kûr û nepenî bû. Bêbingeh bû, hêza xwe ji gel nedigirt, hêza xwe ji peywendiyên kûr û tarî digirt. Rêxistinek xurt nebû, û digotin belkî tim rêveberî ê di destê wan de be. Û ji bo paşerojê, tu amadehî nekiribûn. Ergenekon, ji ber vî qasî di xew de hat girtin. Ji xwe, hejmara endamên Ergenekonê, encax 2-3 hezar kes hebin.

Lê li gorî tê fêmkirin, KCK ne wusa ye. Hêza xwe ji gel digire. Rêxistineke wê ya pirr bi hêz heye. Li her derê dunya yê heye, bi hezaran mîlîtan û bi mîlyonan sempatîzanê wê hene. Li gorî ku ji rayagiştî tê fêmkirin, ev operasyonên KCK’ê yên sîyasî, PKK’ê hem rêzdar dike, hem jî hêzdar dike. Ger neheq be jî ev psîkolojîya mexdurîyetê jî, dê wê heqdar bike. AKP, PKK’ê, di hefsan de “xwedî dike bi nanê xwe, mezin dike berdide canê xwe.”

AKP, lazim e rê û kanalên sîyasî ji bo temamê Kurdan, bi taybet ji bo PKK’ê veke. Dev ji binçavkirin û girtinan berde. Divê ku net be. Ji aliyekî de zimanê Kurdî dike dersa bijarte, ji aliyekî de jî di mehkemeyan de parastina bi Kurdî qedexe dike. An jî dibêje, Kurdî ne zimanê medenîyetê ye.

AKP, lazim e zagonên xwe hinek sivik û şeffaf bike.Bala min dikişîne cezayê herî giran ji bo dozên sîyasî têne dayîn. Ji bo kefiyê (çefî)  13 sal û 3 meh ceza hate dayîn, ji bo avêtina molotofekê 28 sal û 7 meh, yan jî hefsa muebbed tên dayîn. Ji bo Aysel TUĞLUK’ê ,14 sal û 6 meh, ji bo mebûsê DTPê yê bere yê Dersîmê Şerafettîn Halîs 15 sal û ji bo girtiyên sîyasî 10-15-20 sal ceza tên dayîn. Îroj, nêzî 8000 kes di warê sîyasî de hatine girtin û girtin jî berdewam dikin. Ev rewş, ne ji bo Kurdan ne jî ji bo gelênTirkîyê, rewşeke xêrê ye. Bîra me tevan tê “di deştê de sîyaset” gotina AĞAR bû. Lê sîyaseta AKP ê bû. Îroj jî di şûna di deştê de sîyasetê de “di hefsê de sîyaset” ê girtiye.

Di dawî de ez dikarim eviya bibêjim, divê hukumeta AKP’êcesûr û bêtirsbe.”Ger dixwaze barana biharê bibare, divê ji teqûreqa birûskan netirse, çimkî birûsk venedin baran nabare. Baran nebare, xweza şîn nabe, xweza şîn nebe, bihar nayê.
Dibe ku carnan birûsk li hinek deran bixe û zirarê jî bide. Lê pêwîste dîsa li rê ya xwe bidome. XULASEYÊ KELAM WESSELAM.  14.06.2012

Ziyaeddin EMBARÎ

Back to top button