Dîsa Weke Dîsa

Rêzdar Zinar Soran roja (09/06/2012 06:32) careke din, gotinên xwe yên ku wî û Şakir Epozdemir di Medyaya Kurdî de sêbare, çarbare kiribûn û li dij min û kitêba min (Jinewariya Derwêşê Sado) weşandibûn, nivîseke din jî ya dirêj weşandiye.
Ji ber ku nivîs eynî tişt in, kes eynî kes in û eynî gotin dubare kirine, ez dibêjim, ji ber hindê min navê vê nivîsa xwe danîye Dîsa Weke Dîsa…
Zinar Soran nivîsa xwe ya berê (2012-04-17 08:28:38) di 8 malperên kurdî de dabû weşandin, nivîsa ku roja 09/06/2012 jî, di 9 malperan de daye weşandin. Jixwe Şakir Epozdemir, li her deverê daye weşandin.
Bêguman Kurd ji bo kongreka xwe ya netewî jî, hewqas li malperên cuda belav nakin.
Ev nivîsa Soran a vê carê, 20.571 bêje, 24.885 tîp û 103 peregraf in. Tê de 59 car navê min dubare kiriye û çend car bi xeletî jî nivîsiye.
Lê ev nivîsa min a vê carê jî 773 bêje, 3.400 tîp û 21 peregraf e. Min ev tenê di malpera rojevakurd de weşandiye.
Îcar dema mirov nivîsên Zinar Soran û yên Şakir Epozdemir şirove û werbêj dike, daxwaza Zinar Soran ev e: ”Zeynelabidin Zinar bê xebera min belge û nivîsên min di pirtêka xwe de (Jînewariya Derwêşê Sado) weşandine.” Daxwazê Şakir Epozdemir jî ev in: ”Di 1971ê de Derwêş ez ji partiyê neavêtime û ez nehatime desteserkirin.”
Ez li virê bi zimanekî vekirî û eşkere dibêjim: Ew belgeyên di pirtûka min de ku Zinar Soran ên xwe dihesibîne, Zinar hin ji wan di 1999an de weşandine û cara berê jî min gotibû ku Derwêşê Sado ew belge û wêne dane min. Lê belê ew belge pir kevn in û yên 1968-71ê ne û xwedîmafê wan jî, niha sê kes in, yek jê Derwêşê Sado ye. Eger mafekî Zinar Soran li ser wan belgeyan hebe, divê ji mam Derwêş bipirse û ”hesab” pê re bibîne.
Ew 17 rêzên di pirtûka min de ku li ser Şakir Epozdemir jî hatine weşandin, min ew ji devê Derwêş Sado wergirtine (rûpel 208-210) û di nava neynûkan de (”….”) jî bi cih kirine da xelk zanibe ku ew gotin ne yên min in.
Ez di meseleyên wisan de bi tecrûbe me, ez bi xwe bawer in, serbilind im û vekişandineke min ji tiştekî jî tune.
Zinar Soran jî, Şakir Epozdemir jî, bizav nakin ku herin ser navnîşana rast, lê ew bi ser min ve tên û gotin û peyvên wisa qelew ji min re gotine ku ne babetê kesên rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar e ku di Medyaya Kurdî de bêtin weşandin. Çend peyv ev in li jêrê ku Şakir Epozdemir ji min re gotine û ebûqatê wî Zinar Soran jî pesend kirine:
“tişteke nebûyî, xeletên beyteşe, diz, derew, fort, talan, xesp, berhemeke bê esas û bê temel, şemitîye nava xeletiyan, xwe xistîye teqneyê, di binê tûrikê Zeynelabidîn Zinar da tenê vir û derew û tiştên tewş û bêteşe…, Zeynelabidîn Zinar bê çewa bi canbazî…, bê îdraq, nivîskarê bê perwa û bê hidûd, bêbextî jî di genên merivan da…, digemirrîne, dixifxifîne, texrîş dike, şaşîyeke bêqûn û bê qanûn kirîye, Zeyenabidîn Zinar bê perwa û bê mesûliyeteke beşerî …, hişê xwe jî top nake…”
Eger Zinar Soran xwestiba ku durustiya xwe nîşan dabûna, dema min nivîsa xwe ya bersiva Şakir Epozdemir ji malpera (www.netewe.com) wî re hinart, hem jî du car, wê nivîsa min jî weşandiba, lê neweşand. Ev jî nîşan dide ku ew li pey tiştekî din e.
Ya din jî ev e ku Zinar Soran herwekî ebûqatê Şakir Epozdemir be, li xwe nexweş aniye ku çima min gotiye ”Ez ê doz li Şakir vekim.” Ji vê zêdetir li ser dozvekirinê Zinar Soran hin tişt nivîsîne ku tenê Kahin, Ruhban û Şêx dikarin bêjin, yanî Zinar Soran ji xeybê xeberdan kiriye.
Şakir Epozdemir jî û Zinar Soran jî, ne bê sebeb e ku herdu di van rojan de wisa bi van peyvên qelew û bêrê êrîşê min dikin.
Ev bi serbilindî dibêjim ku kes nikare bi êrîş û peyvên wisa bêrê, min ji xebata min sist bike. Heta niha jimara pirtûkên min gehaye 113, ez ê binivîsim heta ku jimar bû 178.
Îcar ez vê yekê dixwazim bêjim ku ne xeberên Zinar Soran xisar didin min, ne jî dijûnên Şakir Epozdemir kêmasî dixin xebata min. Lê ez ji bo Zinar Soran spas dikim ku bi nivîsên wî pirtûka min (Jînewariya Derwêşê Sado) gelek rind di Medyaya Kurdî de hate naskirin.
Ez ji nîvîsandinê ne aciz dibim û ne diwestim. Fermo bila Zinar Soran û Şakir Epozdemir li van bextreşiyan berdewam bin, ez ê jî bersiva wan bidim heta ku Medyaya Kurdî bêje me ÊDÎ BESE!
Zeynelabidin Zinar
[email protected]