Cîhan

Hikûmeta Kurdistanê beşdariyê di civîna OPEC de dike

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê li Viyanayê, paytexta Austriyayê, beşdarî di pêncemîn civîna welatên enndamên rêxistina OPEC de kir.

Civîn bi serokatiya Ebdulkerîm Luêbî wezîrê patrola Îraqê û biamadebûna serokê Austirayayê Heinz Fischer, hijmareke wezîrên patrolê ji welatên endam di rêxistina OPEC de û pisopr û şarezayên warê patrolê, hat saz kirin.
Di civînê de, wezîrê patrola Îraqê gotarek pêşkeş kir û got ku, gelek guhartinên mezin bi ser bazarê patrolê li cîhanê çêbûne û wan guhertinan tesîreke dîrekt bi bilindbûn û nizimbûna buhayê patrolê li cîhanê heye.

Wezîrê patrolê yê Îraqê got:

– Rêxistina OPEC li ser xebatên xwe ji bona parastina berjewendiyên welatên xwedî patrol berdewam e. Di heman demê de dê OPEC zêdetir giringiyê bi çalaktirkirina diyalogê navbera welatên xwedî patrol û welatên bikirên patrolê de bide. Dive her du alî, dewletên patrolê berhetînin û dewletên patrolê dikirin, ji bona dîtina mekanîzmekê ku bi hevre kar bikin û berhingarî astebgî û kelemîn rastî pîşesaziya patrolê tên bixebitin.

Heinz Fischer serokê Austiryayê jî di civîna OPEC de peyvek pêşkeşê kir û rola rêxistina OPEC di bazarê neftê yê cîhanî de bilind nirxand û ji bona ragirtina buhayê patrolê li bazarên cîhanê ku, wê tesîreke mezin li ser aboriya cîhanê ye, tekîd li ser berdewamiya diyaloga navbera dewletên berhemîner û dewletên bikirên patrolê de kir.

Rêxistina OPEC her du salan carekê civîna xwe saz dike û sazkirina civînên OPEC yek ji bûyerên giringin li cîhanê rewşa enerjî û patrolê û bi tyabeyî rêjeya firotinê û buyahê neftê tê destnîşan kirin.

Back to top button