Hêviya aşîtiyê xurt dibe

Li Kurdistana Bakur, li gellek der û herêman, di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, pevçûn dewam dikin. Ji aliyekî operasyonên di bin navê KCKê de dewam dikin û her roj bi dehan mirov dixine binçavan û digirin. Ji aliyekî ve jî, daxuyanî û nûçeyên ku di çapemeniya Tirkiyê û a navneteweyî de derdikevin û daxuyaniyên kesayetên siyaset û rewşenbîran, ji bo çareseriyeke aşîtane hêviyan xurt dikin.
Îro, hevpeyvîna rojnamevan Avnî Ozgurel a ku bi Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Murat Karayilan re kiribû, di çapemeniyê de cih girt. Dema mirov naverokê mêze dike, dibînî ku Qendîl êdî naxwaze şer bidomîne û bi aşîtiyê rê hazir e. Karayilan diyar dike ku, ew di sala 1993 an vir ve, her tim li ser şopa aşîtiyêne û ji bo vê jî pirr caran gav avêtine. Qala pêvajoya Osloyê dike û dibêje, em gellekî nêzika aşîtiyê bibûn. Me wisa dihesiband, lê me dûra dît ku, dewlet û hikumet û birokrasî ne di têgeheke çareserkirineke bingehîn de ye.
Rûdaneke hêviyane a ku îro derket pêş jî, daxuyaniya Leyla Zana bû. Parlementera Amedê Leyla Zana, eşkere îfade dike ku, serokwezîrê Tirkiyê Erdogan kare pirsgirêka Kurd çareser bike.
Dîsa daxuyaniya Talabanî ku dibêje, ez bi PKKê re hevdîtinin ji bo çek berdanê dikim. Piştî vê daxuyaniya Beşir Atalay ku gotibû, em bi rêvebiriya Herêma Kurdistanê re li ser mijara çek berdana PKKê niqaşan dikin.
Xuyaye ku, ji çar aliya ji bo aşîtiyê hewldanek heye.