Hevpeyvîn

Hildana ala Kurdistanê ji bo naskirina serxwebûnê gavek e

Bi tevlîbûna nûnerên partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, saziyên sivîl, kesayetiyên siyasî û rewşenbîrên kurd ji Belçîka, Almanya û Holendayê, ala Kurdistanê bi fermî li Nûneratiya Herêma Kurdistan li Yekîtiya Ewropayê hat hildan. Serokê Nûneratiya Herêma Kurdistanê li YEyê, Karlos Kurdî, ji Rûdawê re diyar kir ku hildana ala Kurdistanê pêngava yekemîne bo naskirina serxwebûna Kurdistanê.

Karlos Kurdî

 

Rûdaw: Yekîtiya Ewropayê wek duyemîn navenda giring a biryardana cîhanî tê naskirin. Hûn li Brukselê nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne. Di nav dezgeh û saziyên YE de çi hesabek ji bo hikûmeta Kurdistanê tê kirin û çawan û di çi astekê de tên wergirtin?

Karlos Kurdî: Di vê dema sal û nîvê ku ez vir bûme, li gor tecrûbeyên me dîtine û xebatên me ligel hemû dezgehên YE kirine, Herêma Kurdistanê bi giringî werdigirin. Herçiqas em beşek in ji Îraqê û nikarin serbixwe dîplomasiyê bikin jî, lê hemû saziyên YE bi giringî û ciddî ligel me tevdigerin û kar dikin. Ji bo pirraniya civîn û konferansan me vedixwînin û mehane civînên du-alî çêdibin û rawêjê bi me re dikin. Bi taybetî li ser dosyayên Îraq, Îran û pirsên têkildarî Kurdistanê me gazî dikin. Ligel serok û cîgirên serokê Parlemena Ewropayê û parlementerên ji hemû fraksyonên nav parlemenê berdewam civîn û hevdîtinên me hene. Ev yek nîşan dide ku îtiraf bi hebûna me li vir tê kirin. Herwiha me civîn û hevdîtin ligel karbidestên Belçîkî di astên bilind de hene û pêwendiyên me pirr xurt in.

Pirsa kurd bi giştî di nav dezgehên YE de çawa tê naskirin?

Dezgehên Yekîtiya Ewropayê wek pirseke neteweyî li doza kurd li her çar perçeyên Kurdistanê dinêrin. Ewropî bawer in ku divê Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê mafên xwe bidest bînin. Di nav welatên ewropî de jî pirsên neteweyî hene. Ji ber vê yekê Ewropî pirr bi baldarî ligel pirsên neteweyan li cîhanê û yek ji wan gelê Kurd tevdigerin.

Bi taybetî meseleya serxwebûna her gelekî di nav neteweyek mezin de. Ji ber ku eger Ewropî piştgiriyek eşkere ji bo dozên gelên din bikin, ligel nerazîbûn û reaksyona neteweyên hundirê welatê xwe rûbirû dibin, ku çawa mafê neteweyî bo wan nas nakin. Bo mînak li Belçîka, welatên ewropî naxwazin ew bibe du dewlet, herçiqasî ku herêma Flander holandî-ziman e û daxwaza serxwebûnê dike, loma dewleta Belçîkayê nikare xurt pirsa neteweyan bişopîne.

Herwiha Spanya, Îtalya, Brîtanya û Fransa ligel pirsgirêkên neteweyî rûbirû ne. Eger li van welatan ev pirsgirêk nebûya, belkî helwêstên wan ji bo naskirina mafê serxwebûna gelên din eşkeretir bûya. Bi nerîna min Ewropiyan bawerî bi serxwebûna gelê kurd heye, lê ji ber pisgirêkên xwe yên navxweyî nawêrin behs bikin. Ji ber ku dizanin ku Kurd neteweyek cuda ye ji gelên din ên herêmê. Li gor Ewropiyan, Kurd aştîxwaz û pêşketinxwaz in û xwedî mêjiyekî vekirî ne û çanda kurdî nêzîkî ya ewropî ye. Heta di pirsa ol de jî Kurd ne radîkal in.

Lê niha ji ber ku hikûmeta Kurdistanê ketiye nav Îraqa federal, YE balek taybet dide doza kurd li Îraqê. Li gor Ewropiyan Kurd aktorên giring û demokrat in di Îraqê de û rola rasterast a Kurdan heye di guhertinên Îraqê de û bi giştî di Îraqa nû de. Herwiha asayiş û pêşketina Herêma Kurdistanê li gor herêmên din ên Îraqê bûye sedem ku Ewropî giraniyek taybet bidin Kurdistanê û wek dewletekê berê xwe bidin Kurdistana Îraqê.

Belçîka yekemîn dewlet e di cîhanê de ku qebûl kiriye ala Kurdistnê li Nûneratiya Herêma Kurdistanê bê hildan?

Ev yek berhema pêwendiyên me ên berfireh ligel hikûmeta Belçîkayê bû. Me bi hûrî pirsa neteweya kurd ji wan re şirove kir û herwiha giringiya Kurdistanê bo YE ku xwedî gellek gaz û petrol e. Rayedarên belçîkî bi baldarî guh dan şiroveyên me, pirr danûstan di navbera me û Wezareta Derve ya Belçîkayê de li ser pirsa hildana ala Kurdistanê bi fermî çêbûn. Li ser îsrar û tekezkirina me ya berdewam, wan qebûl kir ku em ala Kurdistanê li Nûneratiya Herêma Kurdistanê hilbidin.

Li nûneratiyên din ala Kurdistanê hatiye hildan?

Li du welatên din, ango Swîsre û Ustraliya li nûneratiyên Herêma Kurdistan ala Kurdistanê hatiye hildan, lê ne bi awayekî fermî bûye ku ji wezareta derve ya wan welatan biryar hatibe wergirtin. Ez wan jî pîroz dikim, lê ji me re pirr giring bû ku biryara fermî ji Wezareta Derve bistînin û îtiraf bi ala Kurrdistanê bê kirin. Em hêvî dikin hildana ala Kurdistanê bibe sedema bingehîn ya îtirafkirinê bi hebûn û serxwebûna netewa kurd. Ev pêngava yekemîn e ji bo naskirina serxwebûna Kurdistanê. Hildana ala Kurdistanê li nûneratiya Hikûmeta Herêmê Kurdistanê bi awayekî fermî pirr giring e.

Hebûna lobiya kurdî pirr giring e. Li Bruksela paytexta YE we heta nih çi hewil dane bo çêkirina lobiya kurdî?

Em di nav hewildanan de ne ku statîstîka Kurdên niştecih li Belçîkayê bidest bixin, em dixwazin agahiyan derbarê jiyan wan di hemû warî de kom bikin. Piştî Belçîkayê emê ji welatên din jî dest pê bikin, bi alîkariya nûneratiyên welatên derdorê emê hejmara Kurdan bidest bixin, daku em bizanin çend Kurd li YE dijîn.


Hûn gellek salan nûnerê Herêma Kurdistanê li Spanyayê bûn. Giringiya nûneratiya Spanyayê çi bû û we çi xebat dikirin ?

Dema nûneratiya Herêma Kurdistan li Spanyayê hat vekirin, bi giştî tenê sê nûneratiyên Hikûmeta Kurdistan hebûn. Bo yekemîn car parlementerên Spanyayê serdana Kurdistanê kirin di salên 90an de. Wê demê çi nûner û şandên ewropî nedihatin Kurdistanê. Du ambargo li ser Kurdistanê hebûn, hem ya navdewletî û hem ji aliyê rejîma Baas a Saddam ve.

Loma kesî nedikarî xwe nêzîkî Kurdan bike û wê demê li derveyî welat giringiyek baş nedidan Kurdistanê. Me karî li herêmên Spanyayê wek Katalan, Bask, Navara û herêma Galîsyayê pêwendiyên giring çêbikin û piştgiriya ji bo Kurdistanê bi rêya parlemen û hikûmetên wan herêman bidest bînin. Me şandên wan navçeyan birin serdana Kurdistanê, di demekê de ku kes xwedî li neteweya kurd dernediket. Ligel astengên hikûmetên Sûriye û Tirkiyeyê jî, wan berdewam serdana Kurdistanê dikir û nîşan didan ku heval û piştevanên gelê kurd in.

Pirraniya serdanên kesayetî û rêveberên Kurdistanê wê demê bi rêya nûneratiya Spanyayê dihatin kirin û dewleta Spanyayê vîze dida hevwelatiyên Kudistanê. Di salên 90an de, ku pêwîstiya Kurdistanê bi hemû tiştan hebû, hikûmeta navendî û hikûmetên navçeyî yên Spanyayê rolek giring di avadankirina Kurdistanê de dilîstin, di hemû waran de. Buhayê 30 milyon Dolar alîkarî ligel Herêma Kurdistanê kirin, daku hemberî ambargoyê têk neçe.

Di plana we de çi karên giring hene?

Karekî me yê sereke ev e ku em nûneratiya YE li Hewlêrê vekin, em li ser vê yekê tekez dikin û YE pozîtîv li vekirina nûneratiya xwe li Hewlêrê dinêre. Ez pêşbînî dikim ku vî karî bikin. Em dixwazin di dahatûyek nêzîk de li Parlemetoya Ewropayê konferansek mezin li ser komkujiyên gelê kurd saz bikin, daku em îtirafê ji Parlemena Ewropayê werbigirin bo naskirina komkujiyên li hemberî Kurdan. Herwiha handana welatên Ewropayê bo birina sermaye û teknolojiya xwe ku pêwîstiya Kurdistanê pê heye û ew jî sûdê ji Kurdistanê werbigirin. Petrol û gaza Kurdisanê faktorekî giring e ji bo Ewropiyan.

Hevpeyvîn: Azad Kurdî/Rudaw

Back to top button