Polîtîk

Erdogan pirsa kurd çareser dike

Parlementera Diyarbekirê Leyla Zana di daxuyaniyek ya xwe de dibêje ku , wê Erdogan pirsa kurd çareser bike. Zana di daxuyaniya xwe ya ku rojnama Tirkî di Huriyetê de hatiye belav kirin dibêje ku, di dîroka Tirkiye de hukumeta herî bi hêz û di astek bilin de ji bo çareseriyê îrada xwe nîşan dide ev hukumet e. Ji bo  vê jî Zana dibêje:Ez bawer dikim ku ewê vê pirsê çareser bike.

Di derbarê çareseriya pirsa kurd de Zana got: Niha tiştên ji me tên xwestin ewe ku, divê em hemû ji bo çareserkirina pirsa Kurd li kêleka serokwezîr bisekinin û em di vî warî de pişgiriya wî bikin.

Ji Zana tê pirsîn: Hun dixwazin di vê derbarê de Erdogan bibînin? Zana di bersiva xwe de dibêje: Belê ez dixwazim, gelek giringe, lê pirs ne ewe ez li gel serokwezîr rûnim ya na, divê di civakê de ev tişt bên pêşxistin. Mesela bingehîn ewe  ku berya her tiştî tundûtîjî bê sekinandin û divê gotina terorê li ser Kurdan bê rakirin, nasnameya kurd bê naskirin û divê zarok bi zimanê dayika xwe perwerde bibin.

Leyla Zana di derbarê PKK-ê de jî dibeje ku, PKK sala 1999-ê guhertinek stratejîk kir. Berê serxwebûna Kurdistanê diparasta niha Xweseriya Demokratik dixwaze. Hêdî wijdana kesekî kuştina ciwanan qebûl nake

Back to top button