ENDAMÊN ENCUMANÎ YA NIŞTIMANÎ YA KURD LI SÛRIYE (ENKS), LI RIHAYÊ, LI HEMBERÎ ZÛLUM ZORDARİYA PKK/PYD DEST BI “GIRÊVA BIRÇÎBÛNE” KIRINE… Wek tê zanîn beriya vê demekê endamên ENKSê  li dijî zûlum û zordayî PKK/PYDê li ser gel û li ser xebatên ENKSê, ji bona girtiyên siyasî bên berdan:  Dest bi “Grêva  birçîbûnê” kiribûn û çend roj berê jî, “Grêva Birçîbûna” xwe dawî anîn. Endamên ENKSê yên li Kobaniyê,  îro (23ê îlona 2016an), li Rûhayê li Şaxa HAK-PARê, bi heman armancê dest bi “Grêva Birçîbûnê” kirin. Çalakiya wan dom dike.Em hemû kurd jî baş dizanin ku PKK/PYD li Rojavayê Kurdistanê bi Baaasê ve dîktatoreyek totalîter piştî sala 2011an ava kirin û li ser gelê me zûlm û zordarî dimeşînin. Heq û hiqûqên kesayetî û kollektîf bin bê dikin. Mafên mirovî diperçiqînin. Azadiyan ji holê radikine. Loma divê gelê me yê li Bakûrê Kurdistanê, rewşenbîr û siyasetmedarên welatperwer, rêxistin û partiyên siyasî, rêxistinên sivîl yên milî, rojname û televîzyonên kurd  ji çalakvanên ENKSê re piştgir bin. Ez jî wek xebatkarekî miletê kurd piştgiriya çalakvanên ENKSê dikim. Ew bi armancek gelek rewa û însanî û milî dest bi çalakiya xwe kirine û didomînine. Ez/em divê ji bona wan serkeftinê daxwaz bikin. Ew karekî pîroz û demokrat dimeşînine. Bila çalakiya wan pîroz be.ibrahim_guclu_647675010 Îbrahîm GUÇLU 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: