CîhanPolîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Qonxa piştî azadkirina Mûsilê giringe

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja înê 23.09.2016ê li bajarê Hewlêrê, digel Ursula von der Leyan wezîra bergiriyê ya Almaniyayê û şandeya diplomasî û serbazî ya pê re civiya û got ku her careke ew serdana Herêma Kuridstanê dike hest pê dike ku di hemû waran de, bi taybetî di şerê dijî terorê de ku, pêşmerge kariye serketinên mezin bi ser DAÎŞê de bi dst bixe û bergiriyê ji ax û hemû pêkhateyan, bê cudahî bike, gihertinên mezin çêbûne. Wê tekîd kir ku Almaniya li ser alîkarîkirina pêşmerge di warê leşkerî de berdewam dibe.Wezîra bergiriyê ya Almaniyayê kêfxweşiya xwe li hember wê yekê jî diyar kir ku vê dawiyê têkelî û hevahengiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de dirust bûye, bi taybetî di warê azadkirina Mûsil û deverên din yên bin destê DAÎŞê de lihevtêgihiştin di navbera her du aliyan de heye û piştgiriya hevpeymanan ji bo Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêvî xwest ku di hemû waran de hevhanegî û têkeliyên baş di navbera Hewlêrê û Bexdayê de hebin.Wezîra Alamniyayê diyar kir ku welatê wê di berdewam hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê alîkariyên mirovî de ji bo koçber û penaberan ku di dema destpêkirina operasiyona azadkirina Mûsilê de ber bi Herêma Kurdistanê bên. Wê got ku divê Almaniya û civaka navdewletî bi cidî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin ji ber ku nêzîkî yek milyon û heşt sed hezar koçber û penaber li Herêma Kuridstanê hene û ev yek ji îmkanên wê zêdetir e.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdanan wezîra bergiriyê ya Almaniyayê bo Hewlêrê û hikûmet û arteşa wî welatî kir ku, di nava du salên borî de bi awayekî ber bi çav alîkariya pêşmerge kiriye û Almaniya beşek giring yê wê hevpeymaniya navdwletiya dijî DAÎŞê hatiye damezrandin e.Serokwezîr di axaftina xwe de, rola wezîra bergiriyê ya Almaniyayê bilind nirxand ku di dijwartirîn rewş de wê serdana Herêma Kurdistanê kir û ew serdan jî ji bo xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê piştevaniyek mezin bû.Li dor têkeliyên navebra Hewlêr û Bexdayê de, serokwezîr behsa wê yekê kir ku beriya niha gelek xebat hatin kirin ku hevahengî di navbeta Hewlêr û Bexdayê de ji bo amadekirina pilaneke hevbeş di ware siyasî, êkonomî û leşkerî de, hebe. Di çend heftiyên borî de lihevtêgihiştineke baş di navbera her du aliyan çê bû ji bona azadkirina Mûsilê û deverên din ji bin destê terorîstên DAÎŞê, bi hevkarî û piştevaniya hevpeymanan pilaneke saxlem hat amade kirin.Serokwezîr got ku pêwîste hikûmet û aliyên siyasiyên Îraqê rewşa Mûsilê a piştî azadkirinê ji bin destê terorîsran gotûbêj bikin û pilaneke baş di hemû waran de bo wê deverê amade bikin.

Back to top button