DosyaNivîsar

Dijmin bi destê kurda astengê ji bo serxwebûnê çêdikin

Nivîskar Rizgar Kesteyî,  bersiva pirsa Rojevakurd da û got:Damezrandina dewleteka kurdî li başûr dê bibe pêngava destipêkê ji bo serxwebûna hemû Kurdistanê û guherîna dîroka kurdan ji koletî û malwêranîyê ji bo rizgarî û serfirazîyê.Pirs:“Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin?”Bersiv:Rizgar KesteyîHizir, rêbaz û steratejiya ku birêz Mistefa Barzanî yê nemir li ser diçû, îro jî heman rêbaz û hizrin ku serokê Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî li ser diçe.Ev yek jî ji bo wê çendê vedgere ku her ji destipêkê rêbaza Barzanî yê nemir bi hizir û felsefa xwe ve rêbazeke xwerû  Kurdistanî bûye û tu carekê neketiye bin karîgerya hizrên biyanî yên mîna Markisî, çep, îslamî û statoparêziya dagîrkerên Kurdistanê.Loma jî her ji sala 1991ê û ta niha serok Barzanî bêy rawestan ji bona berhevkirina mercên dewletbûnê xebat kiriye, helbet ev xebat jî bê astengî nebûye ji alîyê dagîrkerên Kurdistanê ve, lê dîsan jî ew şiyaye(kariye) Kurdistanê bigehîne vê rewşa îro em dibînin.Arêşeya herî mezin ya ku îro dikeve bersînga pirojê serxwebûna Kurdistanê ne dagîrkerên Kurdistanê ne, lê mîna ku her car di dîroka kurdan de bûye, ew hêzên kurdan bi xwe ne yên ku ketine bin kontirola dagîrkeran û herdema bizava kurdan bilind bûye ew wan hêzan mîna çakoçekî radikine ser serê vê bizavê.Di van salên derbasbûyî de serok Barzanî gelek bizav kirin ku kurdan, ne tenê li başûr, lê li parçên din jî, li hev bicivîne û deng û hêza wan bike yek, ji bo ku di dema ragehandina dewletê de  hemû yek deng bin.Lê mixabin gelek ji van hêzên ku girêdayî dagîrkeranin nekarîne xwe ji bin kontirola wan rizgar bikin û bi paldana dijminan ew bi hemû karînên xwe ve ketine dijminatiya serxwebûn û dewleta kurdî, ku gelek caran ev dijminatî digehişte pileya şer û pevçûnan, lê biryara serok Barzanî ya heramkirina şerê kurd û kurdan û bênfirehî û dûrbîniya wî nedihşt ku şer rû bide.Helbet mercên me yên navxweyî û derveyî ji bo ragehandina serxwebûnê tu car mîna îro amade nebûne, ji bilî rolê van hêzên me amaje pê kirî. Lê pêdvîye di heman demê de hêjî bizav bênekirin û li hindek rêya bigerin ku çendî di şiyan de be ev hêze bêne vekêşan bo alîyê armancên neteweyî û serxwebûna Kurdistanê.ji ber ku bi vî awayî dijminên me dikarin gelek astengên mezin her bi destê kurdan ji bo serxwebûnê biafrînin û pêdviye kurdên piştevanên serxwebûnê bizavê bikin ku vê kartê ji destê dagîrkeran derxin.Di heman demê de divê em jibîr nekin ku me hindek astengên navxweyî yên din jî hene, ku ew jî hebûna gendelî, nedadperwerî û arêşên abûrî ne, ku pêdiviye di demek zû da serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê, ji bona çareserkirna van astengan, pirogiramekî çaksazîyê yê baş destpêbikin.Wekî me li pêşîyê jî diyar kirî ku dagîrkerên Kurdistanê ji bo bersîngritna serxwebûnê bereyek her ji kurdan çêkiriye, loma gelek pêdiviye kurdên neteweperwer û piştevanên serxwebûnê jî wek temaşevan nerawestin û pêdviye hemû kurdên dilsoz li kîjan parçê û kîjan welatî dibin bila bibin, hemû bi hev re bereyekî neteweyî yê kurdistanî çêkin û xwe bikin yek hêz û yek deng ji bo ku bibin leşkerekî bihêz ji bo piştevaniya serok Barzanî û serxwebûna Kurdistanê, ji ber ku bi dîtina min damezrandina dewleteka kurdî li başûr dê bibe pêngava destipêkê ji bo serxwebûna hemû Kurdistanê û guherîna dîroka kurdan ji koletî û malwêranîyê ji bo rizgarî û serfirazîyê.Rizgar Kesteyî

Back to top button