Polîtîk

Eniya Turkmenî tevlî kongreya PDK-ê dibe

Li gora nûçeya AKnews, berpirsê Bakurê Iraqê yê Eniya Tirkman Nezged Ebdulxeynî di daxuyaniyeke taybet de ji Rojnameya Sarayê ku rojnameyeke serbixwe ye û li Hewlêrê bi soranî û tirkî tê weşandin got, “Ji bo ku beşdarî kongreya wê ya 13ê bibe PDKê dawetnameyeke resmî şandeya Eniya Tirkman. Me jî biryar da di kongreyê de amade bin.”

Ebdulxeynî got, “Piştî ku dawetnameya PDKê gihişt destê me, birêveberiya eniya me civiya û biryar da çend berpirsên bilind yên eniya me beşdarî kongreyê bibin. Em vê destpêşxeriya PDKê bilind dinirxînin ku hewlek e ji bo zêdetir nêzîkbûna herdu aliyan.”

Berpirsê Bakûrê Iraqê yê ITCê wiha dom kir, “Mixabin gelek caran medya hewl dide rikaberiyê di navbera me û PDKê de çêke û têkiliyên me xirap bikin lê em hêvîdar in destpêşxeriya PDKê ji bo berbiçavbûna birayetiya kurd û tirkmenan bibe sedema pêşveçûna têkiliyên me.”

Endamê Polîtbûroya PDKê Mahmûd Mihemed ji AKnewsê re ev nûçe piştrast kir û got, “Rast e me Eniya Tirkman vexwendiya kongreya xwe, em hêvîdar in gelek kesayetî û aliyên siyasî beşdarî kongreya me ya 13ê bibin.”

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Îbrahîm Cafer hefteya borî derbarê amadehiyên kongreya 13ê ya PDKê de ji AKnewsê re gotibû, “Amadehiyên kongreya me dom dikin, komîsyonên ku ji bo birêvebirin û amadekirina kongreyê hatine avakirin niha mijûlî karê xwe ne. Her wek biryar e, em ê kongreya xwe ya 13ê li 11ê meha bê pêk bînin.”

Biryar bû kongreya 13ê ya PDKê li 11ê vê mehê bê pêkanîn lê ji ber nêzîkbûna Cejna Qurbanê ji bo 23ê heman mehê û paşî jî ji bo 11ê meha bê hate paşdexistin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) li 16’ê Tebaxa sala 1946ê bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî hate damezirandin. Niha jî Mesûd Barzanî serokê vê partiyê, Nêçîrvan Barzanî jî cîgirê wî ye.

PDKê niha bi hevbeşiya digel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê xwediyê 59 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê û 43 kursiyên dewra duyem ya Parlamentoya Iraqê ye û her du partiyan bi beşdariya çend partiyên din yên herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk anîne. PDK’ê heta niha 12 kongre saz kirine.

Back to top button