Civîna komiteya nawendî ya PDK-ê pêkhat
Di vê kombûnê de, behsa pêşniyarên serokê Kurdistanê yên ji bo çareserkirina krîza siyasîya Iraqê jî hat kirin û pesnê van pêşinyaran hat dan.
Di kombûnê de tekezî li ser parastina mafên kurd û destûrê hat kirin û bi taybetî jî, behsa prosesa serhejmarîyê hat kirin. Di vê derbarê de hat daxwazkirin, ku encamdana serhejmarîyê di berjewendîya xelkên Iraqê de ye.
Di beşekî dinê vê kombûnê de, behsa rola hevgirtina fraksiyonên Kurdistanî hat kirin û hat gotin, ku ew rolek bi nirx li Baxdayê encam dide û pesnê yekrêzîya alîyên kurdî û helwestên wan ya yekbûyî jî hat dan.
Endamên komîteya navendî di evê kombûnê de, pîrozbayî li hersê serokatîyên Iraqê (Serokkomar, serokê parlementoyû ş serowezîr) kirin û hêvî kirin, ku rewşa Iraqê bi giştî ber bi xweşî û aramîyê ve biçe.
Li ser astê Kurdistanê jî, behsa rewşa aborî û civakîya Herêma Kurdistanê hat kirin û di vê derbarê de, pesnê hêz, dam û dezgehên ewledarîyê hat dan, ku ew bi şev û roj xizmeta gelên Herêma Kurdistanê dikin.
Ji alîyekî din ve behsa rola parlementoya Kurdistanê û hukûmeta herêma Kurdistanê hat kirin û hat daxwazkirin, ku kar û projeyên bêtir bihên encamdan.
Endamên komîteya navendîya PDK giringîyek mezin dan hebûna peywendîya navbera dost û partîyên hevpeymanên kurdistanê. Di bareya hevpeymanîya stiratejîka navbera PDK û YNK jî de, berdewambûna vê hevpeymanîyê hat xweztin.
Di vê kombûnê de hat daxwazkirin, ku giyanê (rûhê) lêborînê xurt bibe û jîyana bi hev re ya navbera ol û neteweyên herêma Kurdistanê jî xurt bibe û hat tekezkirin, ku divê destkeftî bêne pasaztin.
Di dawîya vê kombûnê de behsa rewşa navxweyîya PDK hat kirin û bi taybetî jî, behsa sazdana kongireya 13-ê ya PDK-ê hat kirin.
Serokê Kurdistanê di dawîya vê kombûnê de, spasîya rola serokatîya PDK-ê û hemû dam û dezgehên PDK û kadir û endamên wê kir û pesnê xebata wan da.