Nivîsar

Projeya Programa Partiya Demokrata Kurdistanê

Programa Partî

Fihrist:

Dergehê Yekem: Nasandina Partî (PDK)

***********

Dergehê Duyem: Armancên Partî

Beşa Yekem : Armanca Neteweyiyên Partî

Beşa Duyem : Armanca Nîştimaniyên Partî

Beşa Sêyem : Armanca Herêmayetî û Navdewletiyên Partî

*********

Dergehê Sêyem : Prensîp û Stratejiyên Partî

Beşa Yekem : Li Warê Pêşxistina Sîstema Siyasî û Bingehên Hukimraniyê da

Beşa Duyem : Li Warê Pêşxistina Sîstema Dadweriyê da

Beşa Sêyem : Li Warê Pêşxistina Sîstema Kargêriyê da

Beşa Çarem : Li Warê Pêşxistina Siyaseta Aborî û Darayî da

Beşa Pêncem : Li Warê Pêşxistina Sîstema Perwerde û Xwendina Bilind da

Beşa Şeşem : Li Warê Pêşxistina Lêkolînên Zanistî da

Beşa Heftem : Li Warê Pêşxistina Sîstema Tendirustiyê da

Beşa Heştem : Li Warê Pêşxistina Sîstema Civakî da

Beşa Nehem : Li Warê Pêşxistina Sîstema Bergiriyê da

Beşa Dehem : Li Warê Pêşxistina Hêzekanî Asayîşa Navxweyî da

Beşa Yanzdeh : Li Warê Pêşxistina Sîstema Pêwendî kirinê da

Beşa Duwanzdeh : Li Warê Pêşxistina Sîstema Hatûço û Gihandinê da

Beşa Sêzdeh : Li Warê Pêşxistina Sîstema Jîngehê da

Beşa Çardeh : Li Warê Girîngîdana Jêderên Samanê Xwezayiyê da

Beşa Panzdeh : Li Warê Pêşxistina Kertên Çandin, Pîşesazî û Bazirganiyê da

Beşa Şanzdeh : Li Warê Pêşxistina Bînasazî û Nîştecîhbûnê da

Beşa Hevdeh : Li Warê Pêşxistina Bajarvanî û Xizmetguzariyên Giştiyan da

Beşa Hejdeh : Li Warê Pêşxistina Geştuguzariyê da

Beşa Nozdeh : Li Warê Pêşxistina Ragihandin û Weşandinê da

Beşa Bîstem : Li Warê Pêşxistina Kultûr û Kelepûrî da

Beşa Bîst û Yek : Li Warê Pêşxistina Karubarê Olî da

Beşa Bîst û Du : Li Warê Karubarê Jinan, Lawan û Xwendekaran da

Beşa Bîst û Sê : Li Warê Karubarê Rêxistinên Civaka Medenî da

***********

Dergehê Çarem : Qurbaniyên tawana Jenosayd û tawanên dijî mirovayetiyê (Helmetên Enfal û Vegûhestin û Bombebarana Kîmyawî û Kavilkirina Gundan)

Beşa Yekem : Mafê Qurbanî û Malbata wan

Beşa Duyem : Yasa

Beşa Sêyem : Meseleya gelên din li ser asta navxo û navdewletî da

Dergehê Yekem : Nasandina Partî

Madeya ( 1 ): Navê Partî

Partiya Demokrata Kurdistanê

Madeya ( 2 ): Pênaseya Partî

Partiyekî Demokratî Niştimaniye, bawerî bi mafên mirov û dadperweriya civakî û azadiyên take kesî û mafê neteweya Kurd û neteweyên dine li biryardana çarenivîsê da û bi navê wan baweriyan da li gor programekî zanistî û wan prensîpan têdikoşe ku li ezmûnên tevgera rizgarîxwaziya neteweya Kurd û kelepûra zor û zewenda nîştimanî û xebatgêraneya Barzaniyê Nemir ve wergirtiye û sûd jî li wê ezmûna gelan ku li gel rastiya Kurdistanê da diguncin werdigre.

Dergehê Duyem : Armancên Partî

Beşa Yekem : Armanca Neteweyiyên Partî

Madeya ( 3 ): Partî Bi awayeke demokratîk, bi navê bi cîh kirina mafê biryardana çarenivîsa neteweya Kurd li Kurdistana parçe parçekirî da têdikoşe.

Madeya ( 4 ): Bihêzkirina pêwendiyên birayane û piştgîrî û alîkarî kirina li gel sercem hizb û rêxistinên revenda Kurdî da heta bi awayekî aştiyane armanca neteweyiyê rewayên neteweya Kurd bîne bidestxistin û kultûra diyalog û lêborîniyê belav bibe û li nav mala Kurd da jî hêviyên tundutîjiyê heram bike.

Madeya ( 5 ): Hewldanên ji bo bi navdewletî kirina siyasiyaneya doza Kurd li çarçêweya rêxistinên navdewletî û herêmayetiyan û tevgera rizgarîxwaza Kurd sifeta çavdêr li wan rêxistinan da werbigrê bo ku dakokî li mafê neteweyî û nîştimaniyên rewa bike.

Madeya ( 6 ): Vegerana hemû navçeyên veqetandiyên ser bi Herêma Kurdistanê bi pê wan mekanîzmayên li Madeya 140 a destûra Iraqa Federal da hene. Bi vê yekê jî tixûba Herêmê bête pejirandin.

Madeya ( 7 ): Dakokî kirina li mafê hemû wan Kurdên ku li navçeyên dinê Iraqê da nîştecîhin û berdewamiya pêwendiya civakî û kultûriya li gel wan da ji bo bihêzkirina pêwendiyan zêdetir kar bête kirin.

Beşa Duyem : Armanca Nîştimaniyên Partî

Madeya ( 8 ): Hewldan ji bo binyatnana civakekî medenî yasa û hevderfetî têda bête dabîn kirin û hemû têda li jêr desthilatekî nîştimaniya paqij û zelal da bijîn û fireh hizbî mîsoger bê û dest bi dest kirina desthilata aştiyane bête bi cîh kirin.

Madeya ( 9 ) : Pejirandina sîstema demokratî Parlemanî Federliya li Iraqê da bi awayekî hemwelatîbuna tevahî ji bo Iraqiyan mîsoger bike û cihê Iraqê ya navdewletî biparêzê û serwerî û serbixweyiyê zamîn bike.

Madeya ( 10 ): Parastin û pêşxistina wan hemû destkeft û para neteweyî, siyasî, aborî û kultûriyên bi xebatekî dîrokî hatine holê û li nûnertiyê da berhema xwîna şehîdên me û qurbanîdana gelê me û bersîvdana îradeyekî azadaneya xweşmêriyê bûn.

Madeya ( 11 ): Pejirandin û pêşxistina Yekîtiya Nîştimanî li Herêma Kurdistan û Iraqê da û karkirina ji bo wê çareseriya guncaw ji bo wê meseleya navxweyane bête dîtin ku li navbera Hikûmeta Herêm û Hikûmeta Federal da helawestî mane.

Madeya ( 12 ): Pêşxistina Sîstema Parlemanî Federalî û mîsogerkirina beşdarbûna hemû pêkhatên Iraqê li damezrawiyên destûriyan da.

Madeya ( 13 ): Mîsogerkirina beşdariya gelê Kurdistanê li dirustkirin û wergirtina biryara siyasiya Iraqê da li rêya beşdarî kirina li damezrawiyên Hikûmeta Federal da.

Madeya ( 14 ): Rêzgirtin li destûra Federalî li çarçêweya peyrewkirina bendên wê û bi endazeya pêdiviya xwe bi pîroz bizanê ku derbirîneke raste rasta îradeya gelê Iraqe û bi tenê mîsogeriya mayina yekîtiya gel û axa Iraqe.

Madeya ( 15 ): Mîsogerkirina mafên neteweyî, kultûrî û îdariyên Turkman û Ereb û Kildan Suryan Aşûrî û Ermenan bi hukmî zatî(otonom) ve li her deverekî ku yek ji wan pêkhatan têda zêdetirin.

Madeya ( 16 ): Dabînkirina mafê her pêkhateyekî olî û mezhebî ku li Herêma Kurdistanê da encûmen dirust bike ji bo pêşxistin û rêkxistina karubarê kultûrî û civakî û geş bike.

Madeya ( 17 ): Baştirîn pêwendî li gel wan hizban da bihête dirûst kirin ku li Kurdistan û Iraqê da kar dikin û baweriya wan bi demokrasî û mafê mirov û federalî û birayetiya nîştimanî heye û biryardanê bi mafê çarenivîsa gelê Kurd da didin.

Madeya ( 18 ): Pejirandina prensîpa pêkve jiyan û giyana lêborîniya li navbera hemû pêkhatên neteweyî û olî û mezhebiyên li nav gel da.

Madeya ( 19 ): Karkirina li ser rêzgirtina Iraqê ji bo pêwîstbûna nav dewletiyan û birêvebirina hemû belgename û peymannameyên navdewletiyan bi taybetî ewên ku pêwendîdarin bi mafên mirov û kemayetiyan û mafê çarenivîsê ve.

Beşa Sêyem : Armanca Herêmayetî û Navdewletiyan

Madeya ( 20 ): Pêşxistina pêwendiya dostaneya li navbera Herêm û welatên hevsû(cîran) li ser bingeha prensîpa berjewendiya hevbeş û rêz li hevdû girtin û hevsûyeteke baş û dest wernedana li karubarên navxweyiya hevdû û çareserkirina pirsgirêk û girftan bi awayekî aştiyane û li gor bingehên yasaya giştî navdewletî.

Madeya ( 21 ): Girêdayîbûna bi armanc û bingehên Neteweyên Yekgirtî û rêzgirtina li hemû wan peymanname û belgenameyê navdewletiyên ku ne nakokin li gel berjewendiya neteweyiya Kurd da.

Madeya ( 22 ): Piştgîrî kirina hewlên welatên dost û wan hemû rêxistinên hikumî û nehikumiyên ku beşdarin li rabûna siyasî û aborî û kultûriya Herêma Kurdistanê da û çareserkirina pirsan bi awayekî aştiyane û bi reyekî rewa.

Madeya ( 23 ): Destpêkirina helmetekî navdewletî ji bo piştgirîkirina welatan û rêxistinên navdewletiyan (Neteweyên Yekgirtî bi taybetî) bo ku dakokî li wan gelan bikin ku tawaneke navdewletî li beramberî wan hatine kirin û piştgîriya hewldanê wan jî bikin bi navê serbixwebûna siyasî û geşkirina aborî û civakî û kultûriyan de.

Madeya ( 24 ): Bi hêz kirina pêwendiya dostane û alîkariya li gel wan gel û hizb û kesayetî û rêxistinên nehikumiyên ku piştgîriya gelê Kurdistanê kirine.

Madeya ( 25 ): Vekirina nivîsîngeha nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li welatên cîhanê da li gor wê yekê ku li destûra niha ya Iraqê da hatiye diyar kirin. Her wiha bingehên piştgirîkirinê bihête saz kirin bo ku wan welatên ku Konsolxaneya xwe li Herêma Kurdistanê da vekin û bi navê pêşxistina pêwendiyên cûr bi cûrên di navbera me de.

Madeya ( 26 ): Wergirtina sifeta çavdêr ji bo tevgera rizgarîxwaziya Kurd li Neteweyên Yekgirtî û ajansên taybetmendî da ku mafê gelê Kurd li jiyanêkî aram û du çar nebûne bi asîmîlasyon û jenosaydê misoger dike.

Madeya ( 27 ): Bi hêz kirin û pêşxistina pêwendiya Herêmê bi rêxistina navdewletiyan ve bi taybetî jî li gel Neteweyên Yekgirtî û dîtina mekanîzm û awayê guncaw ji bo beşdarkirina nûnerên Herêmê li kongre û rêxistinên navdewletiyan û komîsyon û ajansên pîsporiyên Neteweyên Yekgirtî da.

Madeya ( 28 ): Vekirina nûnerayetiya hizb li zêdetirê welatên cihanê eve jî bi vê mebestê ku:

1 – Dirustkirina baştirîn pêwendî li gel wan partiyên ku li wî welatî da kar dikin, bi taybetî ew partiyên ku baweriya wan bi demokrasî û mafê mirov û bi mafê rewaya gelê Kurd da heye li diyar kirina mafê çarenivîsê, û piştgîr û alîkarê çareserkirina pirsa Kurdin.

2 – Hêsankirina hinek karubarên kargêrî ji bo hemwelatiyên Herêmê li wan welatan da û ji bo wan pêşkêşkirina hevkariyên pêwîst.

3 – Bo ku ew nûnerayetî bibin pira pêwendiya di navbera hemwelatiyên Herêm li hander(welatên biyanî) û herêmê da.

Dergehê Sêyem : Prensîp û Stratejiyên Partî

Beşa Yekem : Li Warê Pêşxistina Sîstema Siyasî û Bingehên Hukimraniyê da

Ji ber ku Partiya me bawerî bi wê yekê heye ku divê sîstema siyasî derbirînê li îradeya gel bike û kar bike ji bo pejirandina maf û azadiyên hemwelatiyan û piştgiriya wan bike ji bo peyrew kirina rola erêniya li karekî siyasî da ku piştbestin bi prensîpên demokrasî û mafên mirov û serweriya yasa û cûdakirina desthilatan û rola serekiya Partiya me li dirustkirin û çalak kirina damezrawiyê destûriyan û parastina wan da, ji bo wê yekê Partiya me kar dike bi navê:

Madeya ( 29 ): Piştgîrî kirina damezrawiyên destûrî û yasayiyên wekû Serokayetiya Herêm û Parlemen û Hikûmet û Dadgeha Temîz û Encûmena Dadwerî ku bi destkeftekî dîrokî girîng dihête danan û pêwîste li ser bingehên prensîpên serweriya yasa rola tevahiya xwe bibînê û jiyana destûrî û yasayî bo wan zamîn bike.

Madeya ( 30 ): Rêzgirtina mafên mirov û azadiya bineretiyan û karkirina ji bo bi destxistina wan maf û azadiyên ku li belgename û peymanname navdewletiyan da hatiye û Iraq beşeke ji wan, û girêdayî bi cîh anîna wan ya li sîstema yasayî navxweyiya li Iraq û Herêma Kurdistanê da.

Madeya ( 31 ): Gel jêderê desthilatan bê û ji wir ve hemû destê bilindên Herêmê dirust bibin û li biryardana çarenivîsî da li hemû waran da xwedî îradeya bilind bê û maf li wir da mîsoger bike ku hemû desthilatekî diyarkirina siyaseta yasadanan û bi cîh kirinê da hebê.

Madeya ( 32 ): Gelê Herêma Kurdistanê li rêya referandum û mekanîzma destûriyan ve biryar li ser meseleya çarenûsazên Herêmê dide.

Madeya ( 33 ): Piştgîrî kirina Parlemen ji bo wê yekê ye ku rola serekiya xwe wekî damezrawê yasadanan û çavdêrî kirinê bibînê. Erkê serşana Partiye jî ku bi ciddî girîngiyê bi van damezrawiyan bide û bi hemû awayekî piştgîrî bike û kadirê lêhatî û paqij û pîspor û xwedî şarezayê warê cûr bi cûr de hilbijêrê.

Madeya ( 34 ): Piştgîrî kirina Hikûmeta Herêmê li bi cîh kirina siyaseta giştî û bernameyê da ku baweriyê ji Parlemen wergirtiye.

Madeya ( 35 ): Li haletek da Federaliyet li Iraqê da bişkê wê demê mafê gelê Kurdistanêye biryar li çarenivîsa xwe bide.

Madeya ( 36 ) : Rêzgirtina li prensîpên zelal û lêpirsîn û sizadan û zamin kirina zelalî li karê Hikûmetê da, êdî bi navê bercestekirina mafê hemwelatiyan li çavdêrî kirina desthilatên Herêmê de, hizb kar dike ji bo:

a – Mîsogerkirina azadî destketina zanyarî û agahdarbûn li çalakiyên hikumî û nehikumiyên li Herêma Kurdistanê da.

b – Destûr û yasa û ew amrazên ji bo gel ferahem bikin ku bi sedema wan zelalî û lêpirsînê ve dirust dibin û gel jî dikarê çavdêriya desthilatên Herêmê bike.

Madeya ( 37 ): Zamin kirina mafê neteweyî, kultûrî, birêvebirin û xwendin ji bo hemû wan pêkhatê neteweyî û oliyên li gel Kurd da li Herêma Kurdistana Iraqê da dijîn û rêz li hest û nerîtên wan bigrî û taybetmendiya neteweyî û olî û mezhebiyên wan binirxînîn û kar bikin ji bo mîsogerkirina nûnerayetiy wan ya li Parlemenê da li gor heşîmeta wan û kar hêsanî ji bo vegerana cîh û warê wan ya bav û kalan bê kirin.

Madeya ( 38 ): Girêdayîbûna bi bingeha serweriya yasa û wekheviya li ber da bi bêyî ku cûdahî bê kirin bi sedema netewe an regez an ol an pêgeha civakiyê ve.

Madeya ( 39 ):

a – Girêdayîbûna bi prensîpên cûdakirina desthilatan

b – Bi cîh anîna prensîpên serbixweyî dadwerî û ji bilî li yasa tu desthilatekî din bi ser ve tûne.

Madeya ( 40 ): Zamîn kirina azadiya rojnamegerî û berfirehkirina bingeha azadî raderbirîn û karkirina ji bo wê yekê ku amrazên ragihandin û rêxistinên civaka medenî bibin mekanîzmeke çalak ji bo dakokî kirina li maf û azadiyên gelê Herêmê.

Madeya ( 41 ): Beşdarî kirineke çalak li proseya siyasiya Iraqê da mercdare bi rêzgirtina tevahiya destûra Iraqê û girêdayîbûna hemû aliyan bi cîh kirina made û xalên wê.

Madeya ( 42 ): Ji bo berfirehkirina prensîpa beşdarî kirina hemwelatiyan li hukimraniyê da, Partiya me kar dike ji bo bi cîh kirina prensîpa referandum (Dengdana Giştî) li ser wan yasaya nûnerayetiyên siruştî destûriya wan heye.

Madeya ( 43 ): Hewldana bi navê derxistina yasayekî taybet ji bo qedexekirina cûdakariyê bi hemû awayek ve û sizadana her kesê ku bangawaziya wê bike an dixe ber dilan an peyrewkirina cûdakariyê perdepoş dike.

Beşa Duyem : Li Warê Pêşxistina Sîstema Dadweriyê da

Di baweriya me da bi prensîpê: Dadweriya serbixwe ji bilî yasa tu desthilatekî din bi serve tûne û desthilata giştî jî her ji bo eweye û bi navê wê da ku erkê pîrozên bê alî bi cîh bike û li navbera dawakaran da maf bide bi xwedan maf, Partiya me kar dike bi navê:

Madeya ( 44 ): Rêzgirtina li dadwerî û serbixwebûn û dûpatkirina wan hemû zemanetê yasayiyên li hemû waran da divê bi wê navê de hebin.

Madeya ( 45 ) : Çavxişandina bi sîstema dawakariya giştî da bi navê çalak kirina rolê wê yê li parastina civakê da.

Madeya ( 46 ) : Rahênana dadweran û dawakarê giştiyan li peymangeha dadweriyê da û vekirina xulên giştî û pîsporaneyên bi warê yasa û dawerî da bi navê pêşxistina kiryarên fermanberan li desthilata dadweriyê da.

Madeya ( 47 ) : Girîngdana pêwîst bi encûmena şura û dadwerî îdarî û çalak kirina rola wan ya bi navê bi cîh kirina erkên ser şanê wan.

Madeya ( 48 ) : Karkirina ji bo mîsogerkirina çalakê parêzeran li wê rolê da ku li dadgehê de hene.

Madeya ( 49 ) : Belavkirina hişyariya yasayî ku dibê sedema wê yekê ku dadgeh rola xwe ya serekî bibînin li çareserkirina pirs û giriftên li navbera hemwelatiyan de.

Beşa Sêyem : Li Warê Pêşxistina Sîstema Kargêriyêda

Li rêya bikaranîna samanên siruştî û mirovî û darayiyê ve, îdare rol û girîngiya xwe mezina li bicîh kirina geşbûna siyasî û aborî û civakî, lê belê Partiya me wiha dibîne ku sîstema îdarî niha neguncawe li gel wan gûhertinên cewheriyên li Kurdistanê da rû dane ji bo wê yekê pêwîste gûhertinên cewherî têda bêkirin ku bi sedema wê ev sîstem bikarê wan armancan bîne holê ku ji aliyê serkirdayetiya siyasî ve ji wê hatiye danan û pirsên gendelî û meynetiyên hemwelatiyan bi dest rayê nekirina kar û barên wan û zêdeçûnên rotînî ve çareser bike. Em li vî warî de têdikoşîn bi navê:

Madeya ( 50 ) : Damezrandina desteya bilinda pêşxistina îdare li Kurdistanê da. Erkê vê desteyê lêkolîn berdewame li rastiya kargêrî û danana sîstemekî hevçerxên ji bo wê.

Madeya ( 51 ) : Dariştina stratejiyeke guncaw ji bo sûdwergirtina tevahiya li samana mirovên li Kurdistanê û dîtina derfeta rasteqîneya karê berhemhêner ji bo mîsogerkirina li navbirina bê karî û bê kariya damamkiriya ku her ji niha ve dezgehên dewletê bi destve dinalînin. Eve jî li rûyê:

a – Handana kertê taybet ji bo vekirina projeya berhemhêner û çavxişandina bi yasaya veberhênanê da bi taybetî bi arasteya vekirina projeya çandin û pîşesazî û girîngîdana zêdetir bi karkerên xwemalî.

b – Girîngîdana bikaranîna teknelojiya hevçerx û bilindkirina kiryarên karmendan û kadîrên kargêriyê li dezgehên dewletê da li rêya vekirina xûla berdewamiya fêrkirinê ve wekî amadesaziyek ji bo damezrandina Hikûmeta elektronîk.

Madeya ( 52 ) : Belavkirina kûltûra xizmetkirina hemwelatiya li nav dezgehên hikûmetê da bi cûreyek ku her karmendekî wan dezgehan li felsefeya kargêriya giştî li vî warî da têbigihe ku ji wan hemû wezîfe û desthilatan pêkhatiye û bi navê xizmetkirina hemwelatiyan daye nekû desthilatdariya ser da.

Madeya ( 53 ) : Berceste kirina awayê ne navendî kargêrî û bexşîna desthilata pêwîst bi desthilata xwe cîhiyan ku hevkar bê li çalak kirina bi cîh kirina karûbaran. Ev hemû pêwîste wiha bête rêkxistin ku pert û belavî li armanc û karan da dirûst nekin û rê jî nedin ku li erkên wan da dûfaqî dirust bibin.

Madeya ( 54 ) : Damezrandina desteya destpakiya li Herêma Kurdistanê da û çalak kirina rola dîwana çavdêriya darayî û karkirina ji bo wê yekê ku yasaya taybet ji bo berengar bûna hemû awayên gendeliyê bête derxistin.

Madeya ( 55 ) : Zamînkirina prensîpên beşdarî û karkirina bi giyaneke yek tîmî li wergirtina biryarên kargêriyan da û pêşxistina pêwendiya mirovane li navbera asta kargêriyên cûda cûda de.

Madeya ( 56 ) : Pêkanîna encûmena xizmeta giştî bi navê mîsogerkirina wekheviya derfetê li karubarê wezîfî û dezgehên li wezîfeyên giştî da.

Beşa Çarem : Li Warê Pêşxistina Siyaseta Aborî û Darayî da

Partiya me girîngiyeke baş bi siyaseta aborî û darayiyê dide ji ber ku rolekî mezin li pêşxistina civakî û başkirina asta guzariyên take kesan û xweşgûzeraniya wan da dibînê. Li vî warî de Partiya me pişt bi danîna siyaseteke aborî û darayiya pêwîst dibestê ku li ber ronahiya wan gûhertinan li aboriya cîhanê da rû didin û ji bo her çi zêdetir xizmet kirina berjewendiya aboriyên Herêmê berdewamî lê çav xişandin bihêne kirin û gûhertinên pêwîst têda bêkirin. Ji bo wê yekê Partiya me kar dike bi navê:

Madeya ( 57 ) : Pêdiviye serî ji nû ve bînakirina aboriya Iraqê bête avakirin û li sîstemekî demokrasî berfirehî federal da ku berjewendiyeke gelê Iraq û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çav bigrin û siyasetekî aborî û darayî bihête peyrew kirin ku li gel lojîka serdemê da rêk bikevê û li gel wan gûhertinan da biguncê ku li Iraqa nû ya piştî 2003 de hatine holê.

Madeya ( 58 ) : Bi cîh kirina sîstemekî dadwerane ji bo dabeşkirina samana nîştimanî li navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê da. Eve jî li rê danana yasaya kargêrî darayiya dewletê ve ku kavilkirina bi enqestane û zore milliyên aboriya Kurdistanê li berçav bigrê.

Madeya ( 59 ) : Hikûmeta Herêm siyasetekî eşkere û zelaliya aborî û darayî peyrew bike bingeha azadiya çalakiya aborî bike û piştgîrî berhema nîştimanî û pîşesaziya xwemalî bike û biparêzê, heman demî de ser lîsta wê siyaseta damezrandina jêrxana aboriya Kurdistanê be.

Madeya ( 60 ) : Sûd wergirtina tevahiya li wan rewşa aram û parêzrawiyên li Herêmê da heye ji bo sermayeguzariyê da ku bi wê sedemê ve sermayeya nîştimanî û biyanî rakêşin û araste bikin berev bi warên pîşesazî û kiştukal û geştuguzariyê. Her wiha li rê danana nexşeyekî sermayeguzarî giştgîr ve ku karê hebûna wan ve û pêwîstiyê giştiyan li ber çav girtibe, pêwîste yasaya sermayeguzarî û wan yasayên pêwendî bi vê yekê ve heye çalak û hemwar bibin da ku rabunekî aborî bête berpa kirin.

Madeya ( 61 ) : Çalak kirin û ji nû ve damezrandina peykerê kertê darayî û bankayetiya li Herêmê da û karkirina ji wê yekê ku ji nû ve bawerî pê bête kirin, eve jî li rê danana siyasetekî nîştîmaniya dirust ve, ku li ser bingeha rakêşana zêdetir para kar bike û sîstemekî bankayetiya hevdem ji bo bankên pîsporî li Herêmê da bête danan û wan girêdayî bi bankên cîhanî ve bike û her wiha hewl bidin ji nû ve dezgehên temîn bi hemû cûreyên xwe ve dirûst bikin.

Madeya ( 62 ) : Handana kompanyayan ya beşdarî kirinê bikin li Herêmê da rewşe xweş ji bo vê mebestê dirust bike da ku paşketên biçûk û mamnawendiyan bi kar bînîn û derfeta kar û îşpêkirina hêza karê navxweyî dirûst bibe û bazara pare li Herêmê da çalak bibe.

Madeya ( 63 ) : Hewldana bi navê çavxişandina bi hemû yasaya darayiyan da, bi taybetî ewên ku pêwendî bi siyaseta bac ve heye da ku li gel gûhertinên aboriyên niha de bigûncin.

Madeya ( 64 ) : Çareser kirina pirsa bêkarî demamkirî ku bûye giraniyek li ser şana budceya giştiya Herêmê ve û xerciyeke yekcar zêde kar pêkirin û berxûrî li ser hesabê dabezîna xerciyên sermayegûzarî xistiye stûyê budçeyê.

Madeya ( 65 ) : Bi navê parastina pareya giştî û baş bi karanînê da, pêwîste li rêya çalak bûn û bandora rola dîwana çavdêriya darayiyê ve çalakî û rola çavdêriya darayî bête çalak kirin.

Madeya ( 66 ) :  Danîna yasa ji bo parastina berkar û qedexe kirina wê ku ji aliyê berhemhêner û bazirganan ve ji bo xapandinê têne bikaranîn. Her wiha dezgehê pîvan û kontrola cûreyê ji bo hemû kerest û xizmetguzariyan bête çalak kirin û hevkariya komeleyên parastina mafên ber kar bê kirin.

Madeya ( 67 ): Danîna yasaya azadiya rikeberî û qedexe kirina qûrxkirinê, her wiha bazar li gor mekanîzmên hevdem bête rêkxistin û li gel siyaseta aborî û darayiyên Herêmê biguncin.

Madeya ( 68 ): Çavxişandin bi sîstema forma xorak wergirtinê da bo ku baş bûna asta guzerana xwediyê derametê diyarîkiriyan zamin bê.

Madeya ( 69 ): Vekirina jimêryariyeke taybet bi beşa Herêmê ji dahatên federal û rakirina beşeke ji bo berjewendiya nifşên nû.

Beşa Pêncem : Li Warê Pêşxistina Sîstema Perwerde û Xwendina Bilind da

Partiya me bi pêwîstî dizane felsefeyekî perwerdeyî rûn û eşkere bike ji bo dariştina siyasetekî neteweyî nîştimanî yekgirtî bête danîn. Dedgayekî nûyî hawçerxî têda bê bo çareserkirdinî aseware negetîvekanî siyasete perwerdeyiye regezperest û şofîniyekanî hikumete yek le duway yekekan, boye Partîman kar dekat le pênawî :

Madeya ( 70 ): Helsengandin û rastkirdinewey berdewamî programekanî xwêndin ta berdewam le gel pêşkewtinî zanist û teknelojiya û şaristaniyet da wek bînewe .

Madeya ( 71 ) : Çespandinî hizrî neteweyî û nîştimanî le Sîstema xwêndin da bo ewey le rê agabûn le mêjû cografya Kurdistan û bayexdan be kelepûr û kultûr û ziman û şêwe zarekanî Kurdî û ayîn û mezhebekanewe întîma bo gel û xakî Kurdistan pitewtir bê.

Madeya ( 72 ) : Le rê dananî babetetî ( enfal, ragûwastin, borduman be çekî kîmyayî ) le naw programekanî perwerde û xwêndin da, tawanekanî jenosayd û komelkujî ke derheq be mîlletekeman kirawin? be rolekanî gelekeman binasênrên.

Madeya ( 73 ) : Piştgîrî kirdinî berdewamî bayexdan be ziman û kultûrekanî Turkman, Ereb, Kildan û Suryan û Aşûrî û Ermenî le programe perwerdeyiye taybetekanî xoyanda.

Madeya ( 74 ) : Firawankirdinî be karhênanî zimane biyaniyekan le biwarekanî perwerde û xwêndinî balada.

Madeya ( 75 ) : Bînakirdinî kesayetî takî Kurdistanî bo ewey kesayetiyekî serbexo û mitmane be xo û berhemhênerî le komelgada hebî.

Madeya ( 76 ) : Bo ewey destekanî xwêndinî fêrkirdin bitwanin erkî perwerdeyî û fêrkarî xoyan cêbecê biken pêwîste le rê dabînkirdinî astêkî şayestey guzeran û behêzkirdinî pêgey komelayetiyanewe, bayexiyan pê bidrê.

Madeya ( 77 ) : Bayexêkî taybet be zanko û peymangakan û mamostayan û kadîre zanistiyekaniyan bidrê û rêz le serbexoyî û hurmetiyan bigîrê û dest le karubariyan wernedrê.

Madeya ( 78 ) : Şêwazî namerkezî kargêrî le hemû damezrawe perwerdeyî û fêrkariye balakanda peyrew bikirî le pênawî kemkirdinewey rotîn û zamînkirdinî serbexoyan bo ewey bitwanin erkekaniyan cêbecê bikin.

Madeya ( 79 ) : Ferahem kirdinî keşî le bar bo geranewey twana zanistiyekan bo Herêmî Kurdistan ta beşdarî le karwanî zanistî da biken.

Madeya ( 80 ) : Karkirdin bo wergirtinî zemale û nêrdraw bo derewey wilat bo endamanî destey fêrkarî û qutabiyanî serkewtû, dabeşkirdinî le ser binaxey yeksanî derfet pêdan.

Madeya ( 81 ) : Karkirdin bo dananî kursî xwêndin le zanko û peymangakanî Herêm bo qutabiyanî Kurdî derewey Herêm.

Madeya ( 82 ) : Peyrew kirdinî siyasetêkî rûn û aşkira le biwarî perwerdew xwêndinî balada sebaret be kirdinewey qutabxane û peymanga û zankoyî hikûmetî û ehlî be waneşiyanewe ke êsta kar deken û cext le ser corî em damezrawane bikirêtewe û pêwerî helsengandinî berdewam û zamînkirdinî corayetiyan le gel da peyrew bikirê.

Madeya ( 83 ) : Peyrew kirdinî prensîpî ciyanekirdinewe le nêwan regezî nêr û mêda le amrazekanî xwêndin û rûnkirdinewey naw kitêb û programekanî xwêndinda.

Madeya ( 84 ) : Bayexdan be xwêndinî pîşeyî û teknîkî û perepêdaniyan le pênawî rahênanî kadîrî mamnawendî bo beşdarî kirdin le bînakirdin û Pêşxistina aborî wilat ke le gel pêwîstiyekanî bazarda biguncê.

Beşa Şeşem : Le Biwarî Pêşxistina Tuwêjînewey Zanistî da

Tuwêjînewey zanistî rêgeye bo Pêşxistina şaristanî û bînakirdinî qewarey Kurdî boye pêwîste lerê handanî zanayan û bîrmendan û firawankirdinî ekademiyayî Kurdistan û perepêdaniyewe weku ekademiya hawkufekanî le cîhanda, derfetî dirustî bo birexsênrê. Bo ye Partîman kar dekat bo:

Madeya ( 85 ) : Piştgîrkirdinî zanayan û dahêneran le rê derkirdinî yasay çawdêrî kirdinî zanayan û dahêneranewe û kirdinewey senterî dahînanî zanistî le Herêm da be mebestî handanî dahîneran û pêşkeşkirdinî asankarî pêwîst û dabînkirdinî keşî guncaw boyan û derxistinî twana û dahînanekaniyan û cêbecîkirdinî hizrî dahênan le zemînî waqî’da.

Madeya ( 86 ) : Piştgîrîkirdinî tuwêjînewe û lêkolînewey zanistî resen lerê bayexdan be binkekanî tuwêjînewe le zankokanda û sazkirdinî kor û kongrey zanistî cîhanî û sûd wergirtin le derencamekaniyan. Her weha handanî tuwêjeran bo ewey tuwêjînewey peywendîdar be meselegelekanî neteweyî û nîştmaniyewe biken.

Madeya ( 87 ) : Handanî bizavî wergêran le Herêm da û kirdinewey dezgayekî ekademî taybetmend bo wergêranî kitêb û serçawe zanistiyekan bo zimanî Kurdî û le zimanî Kurdiyewe bo zimanekanî dîke.

Beşa Heftem : Le biwarî Pêşxistina Sîstema Tendirustî da

Be hoy girîngî Sîstema Tendirustî û rolî le bînakirdinî komelgayekî tendirust da, Partîman lew birwaye daye ke kar bikirê bo:

Madeya ( 88 ) : Her çî ziyatir bayexdan be çawdêrî tendirustî be hemû corekanî xoparastin û çareserkirdinewe. Emeş lerê dabîn kirdinî kereste û kadîrî nujdarî û tendirustî û teknelojiyayî hawçerx û herçî ziyatir kirdinewey xestexane û binkekanî tendirustî û yadey rawêjkarî û zamînkirdinî dabeşkirdinî cografiyaney adîlane ke xizmetguzariyekan bigene hemû hawlatiyanî Herêm.

Madeya ( 89 ): Berzkirdinewey hoşyarî tendirustî le rê dananî bernamey coraw corewe le destgakanî rageyandin û programekanî xwêndin û amrazekanî dîkeda.

Madeya ( 90 ) : Dirust kirdin û Pêşxistina binkekanî rahênan û çareserî siruştî û sazkirdiniyan be kereste û amêrî hawçerx.

Madeya ( 91 ) : Pêşxistina pîşesazî daw û derman û kerestekanî nujdarî le Herêm da be pê pêwere nêwdewletiyekan û karakirdinî rolî damezrawekanî corayetî daw û derman û kereste nujdariye nawxoyî û hawirdekan.

Madeya ( 92 ) : Dananî sîstema zemanet û teimînî tendirustî le Herêmî Kurdistanda.

Madeya ( 93 ) : Çawxişanewe be sîstema tendirustî da bew arasteye ke pêşkeşkirdinî baştirîn xizmetguzarî tendirustî û mameley miroyiyane le gel nexoşanda mîsoger bikat.

Beşa Heştem : Le Biwarî Pêşxistina Sîstema Komelayetî da

Lew rewangeyewe ke komelgay Kurdî be goranêkî komelayetî gewre da tê deperê û be pişt bestin bew gorananey li warî komelayetî da ruwiyan dawe, Partîman hoşyarane kar dekat le pênawî cêbecê kirdinî sîstemakî komelayetî peresendû le rê cêbecê kirdinî em prensîpanewe:

Madeya ( 94 ) : Xebat le pênawî dabîn kirdinî pêwîstiye serekiyekanî tak: Jiyanêkî guncaw (Xorak, cilûberg, xanûbere ..) derfetî kar, perwerde û xwêndin, çawdêrî tendirustî, azadî raderbirîn …

Madeya ( 95 ) :  Demokratîzekirdinî jiyanî komelayetî, emeş le rê berzkirdinewey astî guzeranî xîzanî Kurdistanî, her weha berzkirdinewey astî hoşyarî û zanînî tak û nasandinî be çemk û zarawe û prensîpekanî demokrasî.

Madeya ( 96 ) : Karakirdinî prosey be komelayetîbûn le naw komelgada, le rê beşdarî kirdinî damezrawe fermî û nafermiyekan şan be şanî xêzan.

Madeya ( 97 ) : Karkirdin be prensîpekanî komelgay medenî û bilawkirdinewey kultûrî mafekanî mirov, mafekanî mindal, yeksanî jin û piyaw, azadî tak, dadperwerî komelayetî…

Madeya ( 98 ) :  Parastin û geşepêdanî kultûrî Kurdî le pênawî parastinî şunasî neteweyî komelgay Kurdî da.

Madeya ( 99 ) : Parastin û geşepêdanî zimanî Kurdî û be standardkirdinî wek mercêkî pêwîst bo pêşkewtinî komelayetî û yekîtî neteweyî Kurd. Her weha karakirdinî prosey be resmîkirdinî zimanî Kurdî le sertaserî Iraq da.

Madeya ( 100 ) : Mîsoger kirdinî jiyanêkî bextiyar û aram bo mindalan bew piyey ewan samanêkî komelayetîn û debît hemû core tundutîjiyekî cesteyî û derûnî le dijiyan qedexe bikirî û rêge nedrêt be karpêkirdiniyan.

Madeya ( 101 ) : Sînûr danan bo hejarî û çareserkirdinî ew arîşe komelayetiyaney lê dekewnewe, emeş le rê ser le nuyî çawxişandinewe be sîstema çawdêrî û dabînkirdinî komelayetî da.

Madeya ( 102 ) : Bayexdan be xawen pêdawîstiye taybetekan û mîsogerkirdinî mafekaniyan be pê pêwere miroyiyekan û wekû ewey le belgename û rêkkewtinname nêwdewletiye taybetekan da hene.

Madeya ( 103 ) : Çawxişandinewe be yasakanî kar da û rêkxistinewey wekû ewey le gel gorankariye siyasî û aboriyekanî Herêm da biguncîn, emeş le rê dananî yasayekî nûyî bo kar ke çînî kirêkar le kertî giştî û taybet da bigirêtewew le berjewendî ewan da bêt.

Madeya ( 104 ) : Dananî yasayekî nû bo xanenişînî û dabînkirdinî komelayetî biguncê le gel gorankariye aborî û komelayetiyekan.

Madeya ( 105 ) : Dabîn kirdinî jiyanêkî şayeste bo be salaçûyan û kirdinewe û Pêşxistina binkekanî serpereştî kirdiniyan.

Madeya ( 106 ) : Karakirdinî torî parastinî komelayetî bo ewaney deyangirêtewe.

Madeya ( 107 ) : Karakirdinî xizmetguzarî pêwîst le damezrawekanî çaksazî da (Bo newcewanan û be temenekan) û bayexdan be barudoxî gîrawan û kesukariyan û polînkirdiniyan û dananî bername bo rahênaniyan wekû ewey endamî be sûdin le komelgada.

Madeya ( 108 ) : Kirdinewey nûsîngekanî karpêkirdinî hikumetî bo dabîn kirdinî derfetî kar bo bêkaran û bo dozînewey derfetî rahênanî ewaney karame nîn le karêk da.

Beşa Nehem : Le Biwarî Pêşxistina Sîstema Bergirî da

Le wetey helgîrsanî şoreşî eylulî mezine we û be dirêjayî em mîjuwe (Pêşmerge ) qelxanî gelî Kurdistan û parêzerî sînûr û sembulî xoragirî bûn. Le sayey qurbanîdanî zor û zewendî ewanewe gelekeman tiwanîwiyetî le barudoxe ciya ciyakan da bergirî bikat û Beşekî zorî awatekanî bînîte dî, bo ye Partîman rolî neberdane û dastane mezinekanî ewan le karwanî gelekemanda berz denirxênêt û her weha rolî êstayan le parastinî Herêm û Iraq be pê ewey beşekî girîngî pêkhatey menzumey bergirî Iraqîn be şanaziyewe heldesengînî. Partîman lew bi warane û be cidî kar dekat le pênawî:

Madeya ( 109 ) : Piştgîrkirdinî koşşekanî wezaretî (Pêşmerge ) bo rêkxistinî karubarekanî ke zamînî bergirîkirdine le sînûrî Kurdistan û parastinî maf û destkewtekanî gelekeman.

Madeya ( 110 ) : Berzkirdinewey astî guzeranî (Pêşmerge ) le rê dananî yasa û rêsay taybet bewanewe.

Madeya ( 111 ) : Berzkirdinewey astî meşq û pirçek kirdinî pêwîst bo berzkirdinewey twana û lêhatuwî şerwanî pêşmerge û kirdinewey kolîj û peymangay serbazî û binkekanî tuwêjînewey pîsporaney serbazî û damezrandinî destgey serbazî guncaw le gel teknelojiyayî hawçerx da.

Madeya ( 112 ) : Piştgîrî kirdin û pêşxistina dezgay eylul bo serpereştî û çawdêrî kirdinî pêşmergekanî şoreşî eylulî mezin û şoreşî gulan wekû nirxandinî xebat û qurbanîdanî ewan û bo sûd wergirtin le ezmûn û şarezayiyan û harîkarîkirdinî xanewadekaniyan ke dabînî komelayetî û tendirustiyan hebî.

Madeya ( 113 ) : Bayexdan bew pêşmerganey le katî cêbecêkirdinî erkekaniyan da berkewtûn û le rê yasay taybet bew biwarewe mafekaniyan mîsoger bikirê.

Madeya ( 114 ) :  Rêzgirtin û nirxandinî qurbanîdanî pêşmergey şehîd û serpereştî kirdinî xanewadekaniyan û dabîn kirdinî pêwîstiyekaniyan û jiyanêkî şayeste boyan.

Madeya ( 115 ) : Beşdarî kirdinî pêşmerge le harîkarîkirdinî hêzekanî bergirî medenî û awedankirdinewey Kurdistan da.

Madeya ( 116 ) : Nasandinî rolekanî gelekeman be xebat û qurbanîdanî pêşmerge û roliyan le damezrandin û cêgîrkirdinî ew qewareyey êsta heye le Herêm da, emeş le rê dananî em babetane le naw programî perwerde û xwêndinda û monument û mozexane û binkey belgenamekanî dastan û neberdiyekaniyan bikirênewe û pîrozî nawî pêşmerge biparêzrê.

Madeya ( 117 ) : Berzkirdinewey astî roşinbîrî hêzî pêşmerge bew radeye ke agayî tewawiyan le gorankariye siyasî û komelayetiyekan bê û lagîriyan bo wilat û netewe qultir bêtewe.

Beşa Dehem : Le biwarî pêşxistina hêzî asayîşî nawxo da

Asayîş yekêke le pêwîstiye serekiyekanî mirov. Bew pêyeş Partîman birway beweye ke hêzî asayîşî nawxo rolêkî pir bayex le parastinî hawlatiyan û saman û azadiyekaniyan û bergirî kirdin le destkewtekanî gelekeman û dabîn kirdinî serwerî yasa û cêbecê kirdinî dadperwerî û rêz girtin le mafekanî mirov û demokrasî da debînin. Her weha ewan roliyan le seqamgîrî siyasî û emnî Herêm da hebuwe. Bo ye Partîman kar dekat bo:

Madeya ( 118 ) :  Her çî ziyatir piştgîrî kirdinî hêzî asayîşî nawxo le pênawî eweda ke bitwanin wekû destgayekî pîşeyî pîspor be baştirîn şêwe rolî xoyiyan bibînin.

Madeya ( 119 ) :  Herçî ziyatir bayexdan be meşq û rahênan û behêz kirdinî tiwanakanî û berzkirdinewey astî hoşyarî karmendekanî le rê pêşxistina ew qutabxane û peymanga û kolêje taybetmendanewe ke êsta hene.

Madeya ( 120 ) : Baş kirdinî barî guzeranî karmendanî asayîşî nawxo.

Madeya ( 121 ) : Berzkirdinewey astî roşinbîrî karmendanî hêzî asayîşî nawxo bew radeye ke lagîriyan bo nîştiman û netewe qultir bikatewe û mitmaney hawbeşa nêwan ewan û hawlatiyan be hêztir bikat.

Madeya ( 122): Be karhênanî teknelojiyayî hawçerx le karî damezrawekanî hêzî asayîşî nawxo û le biwarekanî pişkinîn û kokirdinewey belgekanî tawanda.

Beşa yazde : Le biwarî Pêşxistina Sîstema komunîkasyon ( peywendî girtinda )

Le mawey salanî duwayî da Kurdistan peresendinêkî berçawî le amraze hawçerxekanî peywendî da be xowe bînîwe, le ber bayexî em babete , Partîman kar dekat le pênawî:

Madeya ( 123 ) : Dananî yasa bo rêkxistinî karî kompanyakanî peywendî girtin û be karhênanî amraze hawçerxekan (internet, mobaîl…) be corêk ke berjewendî layene hawbeşekan be şêweyekî hawseng û exlaqiyane bedî bihênît û, nirxî guncaw û corî başî peywendî û çawdêriyekî çilonayetî û sizadanî serpêçîkeran mîsoger bikat.

Madeya ( 124 ) : Pabendkirdinî kompaniyakanî peywendî ke bazney geyandiniyan be radeyek firawan biken ke hemû şar û gund û deverêkî Kurdistan û Iraq bigirêtewe.

Madeya ( 125 ) : Pêşxistina wêstgekanî keşûhewa le Kurdistan da be corêk ke biguncîn le gel peresendine teknelojiyakan û bayexêkî taybetîş be binkekanî agabûn le bûmelerze û pêzanînî pêşwext bidrê.

Madeya ( 126 ) : Pêşxistina sîstemekanî poste le Kurdistan da be şêweyekî hawçerxane.

Beşa diwazde : Le biwarî pêşxistina sîstema guwastinewe û geyandin da

Guwastinewe û geyandin şademarê jiyanî aborîn. Ca le ber ewey Kurdistanîş yekêke le derwaze nêwdewletiyekanî Iraq, boye pê be pêşewe guwastinewe û geyandin bayexêkî taybetiyan heye, Partîman lem rûwewe kar dekat bo:

Madeya ( 127 ) : Rêkxistinî torî guwastinewey giştî be mekanîzmî yasayî (le ser binaxey hawçerxane ) û firawankirdinî bo ewey beşdar bê le çareser kirdinî diyardey xinkanî hatuço.

Madeya ( 128 ) : Bayexdan be torî rêgawban û pirdekan û perepêdan û çakkirdinewe û hemwar kirdiniyan be taybetî ew rêga nawxo û derekiye serekiyaney Herêm be wilatanî drawsiyewe debestinewe. Her weha torî rêgay asinîn dabimezrênrî û firokexanekan firawan bikirîn.

Madeya ( 129 ) : Sînûrdanan bo hawirdekirdinî bê bernamey amrazekanî guwastinewe.

Madeya ( 130): Hemwarkirdinî ew yasayaney hatuço ke taybetin be rêkxistinî bekarhênanî core ciya ciyakanî amrazekanî guwastinewe çi giştî, çi taybetî be corêk ke başîtî guwastinewe û parastinî jînge mîsoger biken.

Madeya ( 131 ) : Bilawkirdinewey hoşyarî hatûço le naw hawlatiyanda le rê destgakanî rageyandin û programekanî xwêndinewe.

Madeya ( 132 ) : Wergirtinî rêw şiwênî kirdenî ke sînûr bo rûdawe diltezînekanî hatûço dabinîn.

Beşa Siyazde : Le Biwarî Pêşxistina Sîstema Jîngeda

parastinî jînge û sewzkirdinewey xakî Kurdistanî ciwan erkêkî nîştimanî û neteweyî û miroyaneye, be serçawe girtin le prensîpî mîsogerkirdinî mafî mirov ke le jîngeyekî pakij da bijî, Partîman kar dekat le pênawî :

Madeya ( 133 ) : Cêbecê kirdinî biryarekanî ew kongre nêwdewletiyaney taybetin be parastinî jînge û dûr xistinewey le pîsbûn û qetîsmanî germayî û beşdarî kirdinî Herêm lew kongre nêwdewletî û Herêmayetiyane da.

Madeya ( 134 ) : Rûberûbûnewey diyardey be biyaban bûn û gerdelûlî xolawî be hawkarî û hemahengî le gel hikumetî federal da û lerê rêwşuwîn û şîwazî zanistiyanewe.

Madeya ( 135 ) : Dozînewey deverî parastin bo ruwek û ajelan û dananî yasay taybet bo em babete.

Madeya ( 136 ) :  Bayexdan be daristane xoriskekan û le werga û baxçekan û parastiniyan le sûtan û birînewe û kar kirdin bo ser le nû dirustkirdinewey seywanî giyayî û rakêşanî piştîney sewz be dewrî şar û şaroçkekan da.

Madeya ( 137 ) : Xêrakirdin le prosey helgirtinewey mîn û piştgîrî kirdinî hewle nawxoy û nêwdewletiyekan lem biwareda û herçî ziyatir firawankirdinî karekaniyan. Her weha hikûmetî federal pabend bikirê bewewe ke beşdarî bikat lem proseye da.

Madeya ( 138 ) : Bilawkirdinewey kultûrî parêzgarî kirdinî jînge le rê destgakanî rageyandin û dananî le programekanî xwêndinda û piştgîrî kirdinî ew rêkxirawaney lem biwareda kar deken.

Madeya ( 139 ) : Bekarhênanî şêwazî zanistî û teknîkiye hawçerxekan le biwarî çareserkirdinî paşmawe û paşerokan da bo ewey ser le nû le proje pîşesazî û kiştukaliyekanda be karbihînrênewe.

Beşa Çarde : Le biwarî bayexdan be serçawey samane siruştiyekan

Yekem : Newt û Gaz û Kanzakan

Samane siruştiyekan le Herêmî Kurdistan da mulkî gelî Kurdistanin, Partîş man kar dekat bo bekarhênan û parêzgarî kirdiniyan bo xizmetî rolekanî êsta û ayînde, emeş le rêyî:

Madeya ( 140 ) : Sûr bûn le ser mafî Herêm le berêwebirdinî karubarî newt û gaz be pê ew mekanîzme yasayiyaney peywendîdarin be girîngîdanî girêbest û pêkhênanî peykerî kargêrî û sermayeguzarî taybetmend bem biwarewe, emeş le pênawî herçî ziyatir qazancî nîştimanî û neteweyî gelî Kurdistan.

Madeya ( 141 ) :  Pêşxistina bîrekanî newt û gaz û karkirdin bo dozînewey bîrî nû û derhênanî samanekey.

Madeya ( 142 ) :  Damezrandin û Pêşxistina pîşesazî berhemekanî newt bo ewey pêwîstî Herêm dabîn bikat û ziyadekeyşî rewaney derewe bikirî.

Madeya ( 143 ) : Handanî kirdinewey projey petrokîmyayî le Herêmî Kurdistan da.

Madeya ( 144 ) :  Rahênanî kadîrî hunerî xomalî bo karkirdin le biwarî newt da, eweş le rêyî emaney xwarewe:

a- Kirdinewe û Pêşxistina kolêj û peymangay pîspor le biwarî newt û gazda.

b- Dabîn kirdinî derfetî xwêndin (Zemale û nardine derewe ) bo derewey wilat bo ewey le biwarî newt û gazda bixwênin.

t- Pabend kirdinî ew layenaney girêbestiyan le gel da dekirê ke le biwarî newt û gaz da sermayeguzarî biken, debêt le rêyî dabîn kirdinî zemale û kirdinewey xulî rahênan le derewey wilat meşq be kadîrî xomalî biken û bo em biware rayan bihênin.

Madeya ( 145 ) :  Kirdinewey binkekanî tuwêjînewew lêkolînewey stratejî le biwarî newt û gazda.

Madeya ( 146 ) :  Rakêşanî torî borî nawxoyî bo guwastinewey gaz bo hemû şar û şaroçke û deverekan.

Duyem : Kanzakan

Madeya ( 147 ) :  Kîwmalîkî jeolojî û topografî sertaserî Herêm bikirê bo dozînewey kanza ta le pênawî berjewendî gelî Herêm da be kar bihênrê.

Madeya ( 148 ) :  Perepêdan û nûkirdinewey pîşesazî kanza û handanî kirdinewey projey nû lem biwareda.

Madeya ( 149 ) : Rêkxistinî karî helkendin û kanekan be pê yasa û rîsay taybet û pabend bûn be cêbecê kirdinî pêwere nêwdewletiyekanî peywendîdar be parastinî jînge û şuwênewarewe.

Sêyem : Serçawekanî Aw

Aw serçaweyekî serekiye bo jiyan. Le ber ewey zorbey awî Iraqîş le Kurdistanewe heldequlî ke wate aw serçaweyekî neteweyiye nabêt be firo bidrê. Her weha le ber ewey le serdemî êstaman da bayexî aw şan le şanî bayexî newt dedat boye mafî xelkî Kurdistane ke le pêş ewey sûdmendan bin lê ta asayîşî neteweyî xoyan biparêzin û hereşe û metirsî dûr bixenewe. Emeş le rêyî:

Madeya ( 150 ) :  Rêzgirtin le hemû rêkkewtinname û nerîte nêwdewletiyekanî taybet be mafekanî bekarhênanî awî hawbeş û cêbecê kirdiniyan be corêk mafî hemû wilate hawbeşekan mîsoger biken.

Madeya ( 151 ) :  Be kar hênanî berhemekanî aw le rûbar û kanî û baran be baştirîn şêwe, eweş be dirust kirdinî bendawî biçûk û gewre ke ziyad kirdinî rêjey awî (Sighî û Cufî ) mîsoger biken û bekarbihênrên bo berhemhênanî kareba û kiştukal û geştuguzar.

Madeya ( 152 ) :  Mîsogerkirdinî mafî hemû hawlatiyan le destkewtinî awî şiyaw bo xwardinewe, emeş le rê rakêşan û nûkirdinewey torekanî aw û bilawkirdinewey kultûrî kem be karhênanî aw.

Beşa pazde : Le biwarî Pêşxistina kertekanî kiştukal û pîşesazî û bazirganî da

Yekem : Kertî Kiştukal

Partîman bew çawe derwanête kiştukal ke giringtirîn kertekanî berhemhênane, ca bo ewey asayîşî xorakî Herêm biparêzrê, Partîman bayexêkî yekcar gewre be perepêdan û nûkirdinewe û be amîrkirdin û amadekirdinî hemû pêwîstiyekan û çareserkirdinî gişt ew kêşe û arîşane dedat ke rûberuwî debinewe. Emeş le rê dananî planêkî aboriyewe ke emaney xwarewe mîsoger bikat:

Madeya ( 153 ) :  Çawxişandinewe be hemû ew yasa û rêsayaney peywendîdarin be kêşekanî mulkayetî û bekarhênanî zewî kiştukaliyewe.

Madeya ( 154 ) :  Peyrewkirdinî siyasetêkî ewtoyî nirx le biwarî kiştukalda ke hanî berhemhênanî kiştukal bidat û le kêbirkê biyanî bîparêzî.

Madeya ( 155 ) :  Handanî kadîrî kiştukal û piştgîrkirdiniyan le pênawî beşdarî kirdiniyan le biwarî geşepêdanî kiştukal da.

Madeya ( 156 ) : Bekarhênanî samanî aw be baştirîn şêwe û bayexdan be dirustkirdinî bendaw û kenalekanî awdêrî ke ziyadkirdinî nawçe awdirawekan û berhem û berhemhênan mîsoger biken, her weha bayex bidrê be çakkirdinî gomawekan û rêgegirtin le ramalînî xak û xol.

Madeya ( 157 ) :  Dabîn kirdinî xizmetguzariye tewawkariyekan le nawçe kiştukaliyekan da.

Madeya ( 158 ) :  Bayexdan be samanî ruwek û ajel û geşepêdan û ziyad kirdinî le rêyî karkirdin bo gorînî terzî nerîtaney kiştukal û bekar hênanî sîstema be xêwkirdinî ajel û çandinî ruwek be şêwazî hawçerx û peresendû sûd wergirtin le ezmûnî serkewtuwî em biware le cîhan da.

Madeya ( 159 ) :  Dananî planî peresenduwî diyarîkiraw le ruwî katewe bo rênûmayî kirdinî cotyaran le pênawî eweda ke bayex be berhemhênanî corî diyarîkirawî kiştukal û ajel biden ke bazarî pêwîstî pêyane û geşey pîşesazî kiştukal mîsoger deken.

Madeya ( 160 ) :  Perepêdan be xwêndinî kiştukal le hemû astekanî xwêndinda bo ewey derfet dirust bê bo sûd wergirtin le twanakanî derçûyan û bekarhênaniyan le biwarekanî geşepêdanî kiştukalda û asankarî bikirê bo wergirtinî mindalanî cotyaran le kolêj û peymanga û amadeyiyekanî kiştukal da.

Madeya ( 161 ) :  Be amêrkirdinî kerestekanî berhemhênanî kiştukal û rahênanî kadîrî hunerî pêwîst bo berêwebirdin û çakkirdineweyan û rênûmayî kirdinî cotyaran le çonîtî bekarhênaniyan da.

Madeya ( 162 ) :  Dozînewey mekanîzmî guncaw bo pêdanî qerz û pêşkeş kirdinî asankarî pêwîst be cotyaran.

Madeya ( 163 ) :  Çîkirdinî zewî û zarî kiştukalî û xêrakirdin le prosey helgirtinewey mîn le rêyî firawankirdinî rûberî kiştukalî le Herêmî Kurdistan da.

Madeya ( 164 ) :  Bayexdan be layenî rageyandin le rênimayî kirdinî cotyaran û bilawkirdineweyî kultûrî kiştukalda.

Madeya ( 165 ) :  Beşdarî kirdin le pêşanga nêwdewletî û Herêmayetiyekan da bo ewey bazar bo berhemî Kurdistanî bidozrêtewe.

Madeya ( 166 ) :  Dirust kirdinî binkekanî tuwêjînewe û lêkolînewey taybetmend bo pêşxistina kiştukal û çareserkirdinî nexoşî û afatekanî kiştukal û ajelan.

Madeya ( 167 ) :  Piştgîrkirdin û handanî projekanî berhemhênanî peyn û alîk û amêrekanî kiştukal.

Duyem : Kertî pîşesazî

Partîman bayexêkî taybet be pîşesazî dedat û kar dekat le pênawî:

Madeya ( 168 ) :  Piştgîrkirdinî kertî pîşesazî taybet û handanî sermayeguzarî pîşesazî le rêyî dabîn kirdinî keşî sermayeguzarî guncaw û pişt estûr be yasa û rîsay çalakker û perepêderî pîşesazî êsta û dahatû ke pêwîstî bazar dabîn biken.

Madeya ( 169 ) :  Piştgîrkirdin û handanî proje ( biçûk û gewrekan ) î pîşesazî ke pişt bew kereste seretayiyane debestin le lay xoman dest dekewin.

Madeya ( 170 ) :  Piştgîrkirdin û handanî pîşesazî destkird û pîşewerî ke sîmaw xesletî neteweyî û xomaliyan heye.

Madeya ( 171 ) :  Bayexdan be serçawekanî berhemhênanî karebaw, çakkirdineweyan û bestinewey torekanî û nûkirdineweyan, be corêk ke pêwîstî Herêm dabîn biken û hawkat kar bikirê bo dozînewey serçawey nû uze.

Madeya ( 172 ) :  Karkirdin bo peyrewkirdin û cêbecê kirdinî pêwere nêwdewletiyekan bo selametî pîşesazî le Herêmda.

Sêyem : Kertî Bazirganî

Bazirganî serçaweyekî aborî girînge, le bujandinewey aborî da be şêweyekî kara beşdarî dekat, bo ye pêwîste bayex bem kerte bidrê ta ziyatir bibujênrêtewe û bizawtî çalak tir bikirê. Emeş le rêyî:

Madeya ( 173 ) :  Damezrandinî deverî bazirganî azad le Herêmî Kurdistan da.

Madeya ( 174 ) :  Karakirdin û pêşxistina fermangey çawdêrî bazirganî û harîkarî nêwan ew û destgakanî rageyandin û rêkxirawekanî komelgay medenî le pênaw aşkirakirdinî bedkarî û sizadanî bedkaran be şêweyekî yasayî û bilawkirdinewey kultûrî çawdêrî bazirganî.

Madeya ( 175 ) :  Karakirdinî destgay pêwanekirdin û kontrolî corîtî û peyrewkirdinî pêwere nêwdewletiyekan lem biwareda be gorey xorak û daw û derman û kerestekanî nujdarî û amêre karebayî û elektroniyekan û hemû şitumekîk ke le nawxo yan derewey Herêm berhem dihênrên.

Madeya ( 176 ) :  Çawxişandinewe be hemû ew yasa û rêsayaney peywendîdarin be bazirganî nawxo û derewe, lewane: Yasakanî bazirganî, kompanyakan, yekîtî giştî jûrî bazirganî û pîşesazî, hawirdekirdin û henarde û hê dîke.

Madeya ( 177 ) :  Peyrewkirdinî siyasetgelêkî bazirganî guncaw û parastinî berheme nîştimaniyekan le kêbirkêyî biparêzî û corêk le hawsengî le terazuwî bazirganî û terazuwî pêdirawekan ke karîgerî negetîviyan heye bînîte dî be taybetîş le gel wilatanî dirawsê da.

Beşa şazde : Li warê pêşxistina bînakirdin û nîştecî kirdin da

Be serçawegirtin le prensîpî (Dabîn kirdinî xanuwî guncaw mafî hemû hawlatiyeke ) , Partîman kar dekat bo:

Madeya ( 178 ) :  Ser le nûyî bînakirdinewey gunde wêrankirawekan be şêweyekî hawçerxane ke be pêyî dîzaynî hawçerxane û planî dîrasekiraw hemû xizmetguzariyekiyan pê bigeyen rê.

Madeya ( 179 ) :  Çareserkirdinî qeyranî nîştecî bûn le rêyî handanî sermayeguzarî, piştgîrî kirdinî sindûqî nîştecî kirdin û bankî Eqar û be baştir nasandinî nîştecî bûnî şaqulî le şar û şaroçkekanda ke be pêyî merc û xesletî endazeyî dirust kirabin û xizmetguzariye serekiyekaniyan bo dabîn kirabê.

Madeya ( 180 ) :  Çawxişandinewe be yasakanî be kirêdan be corêk ke hawsengî le nêwanî xawen mal û kirêçî da bedî bihênêt.

Madeya ( 181 ) :  Le dirustkirdinî projekanî nîştecî bûnda, merc û pêwere nêwdewletiyekanî peywendîdar be berengarbûnewey bumelerze û karesate siruştiyekanî dîke le berçaw bigîrê.

Madeya ( 182 ) :  Dabîn kirdinî xanuberey guncaw bo ewaney dahatiyan diyarîkirawe û bo ew gencaney taze mal pêkewe denîn.

Madeya ( 183 ) :  Handanî kirdinewey projekanî komeley harîkarî nîştecî bûn û piştgîrî kirdinî hewlekanî neqabe û rêkxirawe pîşeyiyekanî em biware.

Madeya ( 184 ) :  Dananî sînûr bo ew firawan bûne bê seruberey le şarekanda rû dedat û pabendbûn be masterplanî şar û şaroçkekanewe.

Madeya ( 185 ) :  Peyrewkirdinî siyasetêk le bînakirdin da ke guncanî kerestekanî bînakirdin le gel keşî cografî nawçekanda le berçaw bigirê.

Madeya ( 186 ) :  Le berçawgirtinî taybetmendî xawen pêdawîstiye taybetekan le katî nexşedananî projekanî nîştecî bûnda.

Beşa hevde : Li warê pêşxistina şarewanî û xizmetguzariye giştiyekanda

Partîman bayexêkî taybet be şarewaniyekan dedat çunke roliyan le pêşkêş kirdinî xizmetguzariye giştiyekanda serekiye. Bo ye Partîman kar dekat bo:

Madeya ( 187 ) :  Çawxişandineweyekî hawçerxane be sîstem û çemkî şarewaniyekanda ke diyarîkirdinî deselate pêwîstiyekan le pêşkeşkirdinî xizmetguzariye giştiyekanda bo hawlatiyan mîsoger bikat.

Madeya ( 188 ) :  Çawxişandinewe be masterplanî şar û şaroçkekan be pê pêwere zanistiye hawçerxekan û be corêk ke le gel waqî’î mêjuwî şarekanda biguncên.

Madeya ( 189 ) :  Karkirdin bo pêşxistina çendayetî û çonayetî xizmetguzariye giştiyekan le pênawî parastinî paqijî û ciwanî nîşteciniyekan û jîngey Kurdistan û firawankirdinî devere sewzekan.

Madeya ( 190 ) :  Karkirdin bo bilawkirdinewey kultûrî be şarî bûn û parastinî kelepûrî xociyî û terzî bînasazî le nawçe dêrînekan da.

Beşa hejde : Li warê pêşxistina geştuguzarda

Geştuguzarî yekêke le kerte aboriye pirbayexekan. Ca le ber ewey Kurdistan nawçeyeke binemakanî geştiyarî le siruşt û şiwênewar û asewarî ayînî têdaye, boye Partîman bo pêşxistina em biware kar dekat bo:

Madeya ( 191 ) :  Piştgîrî kirdin û handanî sermayeguzaran ke le kertî geştiyarî Herêmî Kurdistan da sermaye bixene karewe.

Madeya ( 192 ) : Amadekirdinî kadîrî hunerî û pîşeyî pîspor li warê geştiyarî da.

Madeya ( 193 ) :  Cêbecê kirdinî kêwmalî kirdenî bo diyarîkirdin û polîn kirdinî nawçe geştiyariyekan le Herêm da û sazkirdiniyan wek sereta bo be karhênaniyan.

Madeya ( 194 ) :  Bilawkirdinewey kultûrî geştiyarî le naw hawlatiyan da.

Beşa nozde : Li warê pêşxistina rageyandin û weşandin da

Partîman birway be azadî rageyandin û weşandine le rêyî hemû kenalekanî bînraw û bîstiraw nûsraw û elektroniyewe. Her weha bayexî rolî karîgerî em biware le hoşyarkirdinewey komelgaw aşkirakirdinî rastiyekan û diyarîkirdinî pente lawazekan le karayî damezrawekanî hikumet û xeyrî hikumet û pêşniyazkirdinî çareser û çespandinî behakanî demokrasî û nîştimanperwerî û neteweyî û peywendî rageyandinkaran le gel dereweda le pênawî rûn kirdinewey doze rewakaniman dûpat dekatewe. Boye Partîman kar dekat bo:

Madeya ( 195 ) :  Karakirdinî rolî destga coraw corekanî rageyandin û peyrewkirdinî babetêtî û zulalî û rastgoyî û rexney bînakerane û dûrkewtinewe le nawzirandin û birîndarkirdin.

Madeya ( 196 ) :  Rageyandin azade û hîç sansorêkî le ser niye û azadî rageyandin destûr deyselmênî û deyparêzî û be yasa rêkxirawe.

Madeya ( 197 ) :  Rêkxistinî kertî rageyandinî bînraw û bîstraw û nusraw û elektronî be şêweyek ke le gel prensîpekanî demokrasî û mafekanî mirov û azadî raderbirîn da guncaw bî.

Madeya ( 198 ) :  Piştgîrî kirdin û behêzkirdinî ajansî dengubasî Kurdistan bo ewey bibête ajansêkî pişt pêbestiraw le ser astî cîhan.

Madeya ( 199 ) :  Amadekirdinî kadîrî rageyandinkarî pîşeyî profesyonal le rageyandinî hizbî da.

Madeya ( 200 ) :  Karakirdinî rolî rageyandinî perwerdeyî le perwerdekirdinî mindalan û lawan da.

Beşa bîstem : Li warê pêşxistina kultûr û kelepûrda

Partîman bayexîkî mezin be kultûr û kelepûrî Kurdî dedat û kar dekat le pênawî:

Madeya ( 201 ) :  Ser le nuyî rêkxistinewe û perepêdan û piştgîrî kirdinî xanekanî weşandin û çapxanekanî hizb.

Madeya ( 202 ) :  Pelekirdin le dirustkirdinî kitêbxaney nîştimanî û binkey parastinî belgenamew destnûse Kurdiyekan û hewldan bo gerandinewey destnûse dêrîn û be behakan û ew belgename mêjuwiyaney guwazrawnetewe yan dizrawin.

Madeya ( 203 ) :  Bayexêkî yekcar zor bidrê be bujanewey kelepûrî Kurdî, emeş le rêyî dirust kirdinî mozexaney nîştimanî Kurdistaniyewe, her weha be karakirdinî prosey kêwmal û geran be duway şuwênewar û zorkirdinî ew hewlaney dedrên bo wergirtinewey şuwêneware guzrawe û dizrawekan û gerandinewey nasnamey neteweyî bo ew şuwênewar û huneru berheme edebiyaney nasnamey Kurdiyan lê senrawetewe.

Madeya ( 204 ) :  Kirdinewey mozexaneyek be nawî ( Mozexaney Barzanî Nemir) , asewar û kelepûru belgename û her şitî ke peywendî be jiyanî xoy û têkoşanî hevalekanî û kelepûrî Partî û şoreş û rabûnekanî gelî Kurdewe hebî lew mozexaneyeda dabinrên.

Madeya ( 205 ) :  Dananî monument û kirdinewey mozexane bo qurbaniyanî jenosayd û dirustkirdinî senter û binke bo be belge kirdinî ew tawanane.

Madeya ( 206 ) :  Le rêyî piştgîrî kirdinî roşinbîran û nûseran û hunermendanî şanokar û sînemakar û şêwekar û wênekêş û muzîkkar û peykertaşanewe nasnamey hunerî Kurdistanî berçaw bixirê.

Madeya ( 207 ) :  Piştgîrî kirdinî hemû hewlêkî nawxoyî û derekî ke deyewêt berhemêkî edebî yan hunerî berhembihênît guzarişt le mêjû, kelepûr û neberdî û serweriyekanî gelekeman bikat.

Madeya ( 208 ) :  Derkirdinî yasayek bo parastinî molkayetî fîkrî.

Beşa Bîst ûYekem : Li Warê Pêşxistina karubarî ayînîda

Le araste kirdin û rêkxistinî peywendiye miroviyekanda ayîn be yekêk le pêwîstiye serekiyekanî jiyan hejmar dekirê, boye le ser binaxey birwabûn be lêburdeyî û pêkewe jiyan û dûpat kirdinewey azadî peyrewkirdinî beha û hestî ayînî û mezhebî, Partîman bayexêkî serekî be ayînekan dedat. Lem çarçêweyeş da Partîman kar dekat bo:

Madeya ( 209 ) :  Bayexdan be ayînî îslamî pîroz û kelepûrekey ke kultûrî Kurdî dewlemend kirduwe û kultûrî Kurdîş ewî dewlemend kirduwe. Her weha tîşk bixirîte ser rolî berçawu karamey Kurd le bînakirdinî şaristaniyetî îslam da.

Madeya ( 210 ) :  Rêzgirtin le zanayan û piyawanî ayînî û pêgey komelayetiyan û çakkirdinî barî guzeraniyan û dabîn kirdinî her şitî ke pêwîste bo cêbecê kirdinî çalakî ayînî û nîştimaniyan ke xizmetî gelekeman û prosey pêşkewtinî dekat.

Madeya ( 211 ) :  Piştgîrî û harîkarî kirdinî yekîtî zanayanî îslamî le Kurdistan da bo ewey be baştirîn şêwe erke ayînî û nîştimaniyekanî cêbecê bikat.

Madeya ( 212 ) :  Piştgîrî û harîkarî kirdinî destew encûmenî ayînekanî dîke le Herêmî Kurdistan da.

Madeya ( 213 ) :  Hewldan bo serpereştî kirdin û rêkxistin û Pêşxistina kolêj û peymangaw qutabxane ayîniyekan be şêweyek ke le gel rûwey serdemda biguncîn û ew mizgewt û şuwêne ayîniyaney wêrankirawin, ser le nuyî bîna bikirînewe.

Madeya ( 214 ) :  Rêzgirtin le hest û nerît û sirutî gişt ayîn û ayînza û mezhebekan û karkirdin bo pitewkirdinî giyanî lêburdeyî ayînî û bilawkirdinewey kultûrî birayî û xoşewîstî û harîkarî û rîswakirdinî tundutîjî û tundroyî û demargîrî ayînî.

Madeya ( 215 ) :  Piştgîrî kirdin û handanî ew damezraw û kobendaney daway çaksazî hawçerxane deken le ayînda û dawakeşiyan le gel komelgekanî ayînî îslamî pîrozda nakok niye û xizmet be dozî neteweyî û nîştimanî dekat.

Madeya ( 216 ) :  Çak kirdinî Sîstemî ewqaf ta le gel giyanî serdem û xizmetkirdinî berjewendî giştî le Herêm da deguncênrê.

Beşa Bîst û Duyem : Li warê karubarî afretan û lawan û qutabiyan da

Yekem : Afretan

Partîman birway bew rastiye heye ke rol û karîgerî afretî Kurdistan le hemû biwarekanî jiyanî komelayetîman da, her le konewe ta henûke, hîçî kemtir nebuwe le rolî piyawan, boye Partîman kar dekat bo:

Madeya ( 217 ) :  Rexsandinî keşî le bar bo afretan ke le jiyanî siyasî û serkirdayetî kirdinî komelgada beşdarbin.

Madeya ( 218 ): Cêbecê kirdinî sîstemî kota bo ewey lem qonaxeda, afretan pile û payey serkirdayetî le hizb û hikumet da wergirin.

Madeya ( 219 ): Retkirdinewey hemû şêwekanî ciyakarî cenderî û gişt corekanî tundutîjî dijî afretan û pişt estûrkirdinî em retkirdineweye be yasa û rêsay pêwîst.

Madeya ( 220 ): Dijayetî kirdinî ew dabunerîte konaney le naw komelgay Kurdistan da bûnete kosp le berdem mafekanî afretan da.

Madeya ( 221 ): Hoşyarkirdinewey afretat be mafe siyasî û komelayetî û roşinbîrî û aboriyekaniyan ke le destûr û yasa nîştimaniyekan û belgename û rêkkewtinname nêwdewletiyekanda hen û le gel waqî’î Kurdistan da deguncîn.

Madeya ( 222 ): Bilawkirdinewey kultûrî mafekanî afretan û mîsogerkirdinî selametî komelayetiyan le şuwênî karkirdin da.

Madeya ( l ): Piştgîrî kirdinî Yekîtî Afretanî Kurdistan û handanî çalakiyekanî ke pêgey afret le komelgada pitew deken.

Duyem : Lawan

Partîman birway beweye ke lawan kolegew bizuwênerî serekî komelgan û be bazuwî ewan ayîndey Kurdistan bunyat denrê. Ca le ber bayexî gewrey em tuwêje komelayetiye û le ber pêwîstî girêdanî newekan pêkewe, zor pêwîste ke Partîman kar bikat bo:

Madeya ( 224 ): Geşepêdanî giyanî neteweyî û nîştimanî le lay lawan û bilawkirdinewey kultûrî demokrasî û giyanî lêbordeyî û rîswakirdinî tundutîjî û demargîrî le nawiyanda.

Madeya ( 225 ): Dananî program û planî peresendû bo geşepêdanî twanakanî lawan.

Madeya ( 226 ): Rexsandinî derfet bo lawanî betwana ke ple û payey serkirdayetî kirdin le naw damezrawe hikumî û hizbiyekanda wergirin.

Madeya ( 227 ): Be duwadaçûnî berdewam bo kêşekanî lawan (bêkarî, xanûbere, şuwênekanî kat beserbirdin, astî guzeran, koçî heremekî … htd ) , emeş le rêyî rapirsî û lêkolînewe û tuwêjînewey zanistiyewe û karkirdin bo çareserkirdiniyan.

Madeya ( 228 ): Be duwadaçûn û bayexdan be barudoxî lawan le henderan û piştgîrî kirdin û parastinî maf û daxwaziyekaniyan û peywendî girtin le geliyan da bê piçran.

Madeya ( 229 ): Hoşyarkirdinewey lawan le metirsiyekanî made hoşberekan û çareserkirdinî ewaneyan ke pê alûde bûn û le rêyî çawxişandinewe bew yasaneda ke em biware rêk dexen biparêzrîn û kar û kirdey yasayî tund beramber bazirganan û ewane bikirê ke bilawî dekenewe.

Madeya ( 230 ): Dananî programî perwerdeyî bo dijayetî kirdinî tîror û binbirkirdinî serçawekanî bo ewey bitwanîn lawan lew belaye biparîzîn û bo dijayetî kirdinî bîrway terorîstane rayan bihênîn.

Madeya ( 231 ): Kirdinewey herçî ziyatirî binkekanî roşinbîrî û kat be ser birdin û werzîş û huner bo geşepêdanî twanay fîkrî û cesteyî û dahênanî lawan.

Madeya ( 232 ): Piştgîrî kirdin û handanî helbijarde werzîşiye nîştimaniye Kurdistaniyekan le pênawî berzkirdinewey alaw nawî Kurdistan le mîhrecane werzîşiye cîhaniyekan da.

Madeya ( 233 ): Çespandinî kultûrî karkirdin wekû behayekî balay komelayetî le naw komelgada û pîrozî û bayexî em behaye le bînakirdinî kesayetî lawan da dûpat bikirêtewe.

Madeya ( 234 ): Piştgîrî kirdinî Yekîtî Lawanî Demokratî Kurdistan û handanî çalakiyekanî ke pêgey lawan le naw komelgada pitew deken.

Sêyem : Qutabiyan

Qutabiyan tuwêjêkî giring û hestiyarin le komelgada û rolêkî karayan le pêşkewtinî komelgada heye. Le ber ewey ewan samanêkî neteweyîn, boye pêwîste le ruwî geşepêdan û perwerdekirdinî zanistî û akarî û cesteyiyewe bayexêkî gewreyan pê bidrê. Lem rewangeyewe Partîman kar dekat bo:

Madeya ( 235 ): Dananî bernamey zanistî peresendû bo berzkirdinewey astî zanistî qutabiyan.

Madeya ( 236 ): Rexsandinî hemû asankariyek bo qutabiye zîrekekan bo ewey twanay dahênaniyan bixene kar.

Madeya ( 237 ): Piştgîrî kirdin û serpereştî kirdinî qutabiyan le rolekanî şehîdan û enfalkirawan û qurbaniyanî jenosayd.

Madeya ( 238 ): Baş kirdinî guzeran û barê xwêndinî qutabiyan û dabîn kirdinî Beşa nawxoyî û dozînewey hela kar bo derçuwan.

Madeya ( 239 ): Dananî sîstema nuyî bo wergirtinî qutabiyan le zanko û peymangakan le ser binaxey ewey ke hezî qutabiyan û tiwanay zanistiyan û pêwîstî bazarî le berçaw girtibî.

Madeya ( 240 ): Piştgîrî kirdin û pêşxistina ezmûnî helbijardinî qutabiyan wekû kirdarêkî demokrasî le pênawî çespandinî behay beşdarî qutabiyan le prosey xwêndin û berpirsiyarêtî neteweyî û nîştimanî.

Madeya ( 241 ): Piştgîrî kirdinî Yekîtî Qutabiyanî Kurdistan û handanî çalakiyekanî ke pêgey qutabiyan le komelgada be hêz deken.

Beşa bîst û sêyem : Li warê karubarî rêkxirawekanî komelgay medenî

Rêkxirawe cemawerî û pîşeyiyekan (Yekîtî û Neqabe û komele û rêkxiraw û binke û senter û yanekan) rolî mîjuwiyan le xebatî gelekeman û bizave rizgarîxwazekey û le dakokî kirdin le maf û berjewendî endamekaniyan û pitewkirdinî kar û kirdewe demokrasiyekan da hebuwe û heye. Le birwabûnî Partîmanewe bem role giringey em rêkxirawane û rêkxirawekanî dîkey komelgay medenî, kar dekat bo karakirdinî ew role le rêyî em xalaney xwarewe:

Madeya ( 242 ): Peyrewkirdinî prensîpî demokrasî le berêwebirdinî rêkxirawekanî komelgay medenî û helbijardinî serkirdayetiyekaniyan.

Madeya ( 243 ): Piştgîrî kirdinî ew hewlaney bo yekgirtinî yekîtî û komele pîşeyiyekan le ser binaxey yek rêkxiraw bo yek kertî pîşeyî dedrên.

Madeya ( 244 ): Pitewkirdinî peywendî nêwan rêkxirawekanî komelgay medenî û hawkufekaniyan le nawewe û derewey wilat.

Madeya ( 245 ): Hemahengî le nêwan rêkxirawe lêkçuwekanda û yekxistinî hewlekaniyan bo cêbecê kirdinî erkekaniyan.

Madeya ( 246 ): Piştgîrî kirdinî beşdarbûnî rêkxirawekanî komelgay medenî le kongre nawxoyî û Herêmayetî û nêwdewletiyekan da.

Madeya ( 247 ): Be hêzkirdinî hewlî rêkxirawekanî komelgay medenî bo cêbecê kirdinî armanca pîşeyiyekaniyan û qulkirdinewey ezmûnî demokrasî le Herêmî Kurdistan da.

Madeya ( 248 ): Be hêzkirdinî rolî rêkxirawekanî komelgay medenî wekû elqey geyener le nêwan hikumet û hawlatiyanda û rexsandinî zewîney le bar bo karakirdinî roliyan wekû çawdêr be ser hikumetewe.

Dergehê Çarem : Qurbaniyanî tawanekanî jenosayd û tawanekanî dijî mirovayetî (Şalawekanî enfal û raguwastin û kawilkirdinî gundekan û borduman be çekî kîmyayî)

Ger be xêrayî çawîk be mêjuwî hawçerxî Iraq da bixşînîn qebarey ew wêrankarî û darman û kawilkariye debînîn ke le hemû biwarekanî jiyanda ruwiyan dawe, le pêş ewey hemûşiyan biwarî mafekanî mirovî Kurd ke azar û nehametî zorî çeştuwew ew zulmey lê kirawe tenya lew asteda nemawetewe belku qul botewe bo bûn û qeware û kolegekanî em gelew duwa car hemû ew zulme le şalawekanî bordumanî kîmyawî û kuştargelekanî enfal û şalawekanî azardan û raguwêzan û Erebandin û twandinewey neteweyî û coreha tawanî dîke ke hemuwiyan deçine xaney komelkujî û jenosaydewe, her le le naw birdinî be komelî cesteyiyewe ta degat be le nawbirdinî kultûrî, be arastey cêbecê kirdinî siyasetî le nawbirdinî yekcarî gelî Kurd û derkêşanî reg û rîşey le xakî wilatekey. Hemû emane wayan le Partîman kirduwe ke mandûnenasane kar bikat bo:

Beşa Yekem : Mafekanî Qurbaniyan û Xanewadekaniyan

Madeya ( 249 ): Rêkxistinî helmetêkî nîştimanî û cîhanî bo aşkirakirdinî çarenûsî deyan hezar le rolekanî gelekeman le Barzaniyekan û Feyliyekan û qurbaniyanî şalawe bedinawekanî enfal û zîndaniye siyasiyekan û bê ser û şuwênan ke ta henûke kes nazanî çarenûsiyan çiye û qerebûkirnewey ew qurbaniyane û xanewadekaniyan beramber ew ziyane madî û manewiyaney lêyan kewtuwe.

Madeya ( 250 ): Berpirsiyarêtî (Cibir) (Welamdanewe, qerebûkirdinewe, razî kirdin) bikewête estoy dewletî Iraqî Federal le pay ew ziyananey be hoy tawanekanî jenosayd û tawanekanî dijî mirovayetiyewe le ser destî hikumete zalmekanî Iraq ber rolekanî gelekeman kewtûn.

Madeya:(251) Geranewey hemû raguwêzrawan û derkirawan bo nawçe resenekanî xoyan û berpirsiyarêtî qerebûkirdinewey ew ziyananey pêyan kewtuwe be ser le nû bînakirdinewey gundu gerek û xanûberekaniyan û bikewête estoy hikumetî federal.

Madeya ( 252 ) : Gerandinewey Kurde Feyliye raguwêzrawekan û gerandinewey samanî guwastirawe û neguwastirawe boyan û qerebûkirdinewey hemû ew ziyananey pêyan kewtuwe.

Madeya ( 253 ): Ragirtinî hemû ew hewlaney bo sirînewey şunasî neteweyî Kurdîtî Êzîdiyekan dedrîn û labirdinî asewarî hemû ew kar û kirdewe regezperestaney lem ruwewe derheqiyan kirawe û qerebûkirdineweyan le pay ew ziyane madî û manewiyan pêyan kewtuwe.

Madeya ( 254 ): Ragirtinî çewsanewe û zulm û raguwastin û zewt kirdinî mulkî Kurdî Şebek bew pêyey ke ewane kar û kirdewey regezperestanen û amanciyan gorînî waqî’î demografî nawçekaniyane û debêt dewletî Iraq pabend bikirê be qerebûkirdineweyan beramber ew ziyane madî û manewiyan lêyan kewtuwe.

Madeya (255) : Geranewey ew rolaney gelekeman ke le paş rêkkewtinname negirêsekey Cezayîr 1975 le Îran bûne penahende û ewaneşiyan ke le heştakanî sedey rabirdû da le Turkiya û wilatanî dîke bûne penahende. Qerebûkirdinewey madî û manewiyan beramber ew ziyananey be dirêjayî ew salane lêyan kewtuwe.

Madeya( 256) : Berzragirtinî raperîn û dawa bikirê ziyan lêkewtuwekan qerebû bikirênewe.

Beşa Duyem : Sebaret be yasadanan

Madeya257) ): Encûmenî nûneranî Iraq yasayek derbikat komelkujiyekan be tawan binasînê û sizay tund bo ew kesane dabinê ke pêşêlkarî qursî birgekanî rêkkewtinname nêwdewletiyekanî qedexekirdinî tawanî jenosayd û sizadanî encamderanî deken wekû cêbecê kirdinêkî ew pabendbûney le Madeya ( 5 ) î rêkkewtinnamekeda heye û hemû ew dewletaney layenin lew rêkkewtinnameyeda pabend dekat bewewe ke debêt yasay pêwîst bo sizadanî ew kesane derbikat ke ew pêşêlkariyane deken.

Madeya258) ): Encûmenî nûneranî Iraq yasayek derbikat mafî qurbaniyanî jenosayd û tawanekanî dijî mirovayetî le wergirtinî însafî kara û dadperwerane mîsoger bikat.

Em yasaye xizm û bexêwkeranî ew qurbaniyaneş bigirêtewe ke mafî eweyan heye:

– Mafekaniyan wergirnewe

– Qerebuwî madî manewî bikirênewe

– Rahênan (Çawdêrî pizîşkî be çareserkirdinî derûnî û nujdarî derûnîşewe)

– Razîbûn (Redî îtîbarî qurbaniyan û danpêdananî aşkira bew azar û zulmey lêyan kirawe)

Madeya ( 259 ):  Encûmenî nûneranî Iraq yasayek der bikat berhemhênan û bekarhênan û embarkirdinî çekî kîmyawî û biyolojî û hemû corekanî çekî qedexekiraw le ser astî nêwdewletî heram bikat û be tundî sizay ewane bidat ke em yasaye pêşel deken.

Madeya ( 260 ): Encûmenî nûneranî Iraq yasayek derbikat nikulî kirdin lew karukirdewe tawankariyaney (Komelkujî, tawanekanî dijî mirovayetî, tawanekanî ceng) ke le ser destî deselatî zulm û zor derheq be gişt gelî Iraq û be taybetîş dijî gelî Herêmî Kurdistan kirawin, be tawan le qelem bidat û wekû kirdeweyek bo handanî req û kîney neteweyî yan regezperestane yan ayîniyaney dabinê.

Beşa Sêyem : Sebaret be meselegelêkî dîke le ser astî nêwdewletî û nawxoyî

Madeya :(261) Iraq biçîte rêzî sîstema serekî dadgay tawanî nêwdewletiyewe (Sîstema Roma) le pênawî rûnedanewey tawanî nêwdewletî derheq be gelî Iraq û be taybetîş derheq gelî Herêmî Kurdistan.

Madeya ( 262 ): Piştgîrî kirdinî ew hewle nîştimanî û nêwdewletiyaney le aradan bo kirdinewey senterî lêkolînewey taybet be bordumanî kîmyayî û asewarekanî be ser gund û şarekanî Kurdistanewe.

Madeya263) ): Dirust kirdinî binkey nîştimanî û nêwdewletî taybet be nûsînewey ew belganey deyselmênin ke tawanî nêwdewletî derheq rolekanî gelî Kurdistan kirawin.

Madeya ( 264 ): Dananî rojî (16) î adar (Rojî Helebçe) be rojêkî cîhanî bo heramkirdinî bekarhênanî çekî kîmyawî.

Madeya 265) ): Rawedûnanî yasayî û dadwerî hemû berpirsan (hikumetekan, kompanya û kesekan) ke nexşeyan bo tawane nêwdeletiyekan le dijî gelekeman kêşawe, yan beşdariyan têda kirduwe, yan haniyan dawe yan cêbecêyan kirdûn.

Madeya ( 266 ): Wa le komelgay nêwdewletî bikirê ke dan bewe dabinê ke tawanî jenosaydkirdinî gelî Kurd encam drawe û dilniyayî bidat û tekîd bikatewe ke carêkî dîke û le ayînde da ew tawanane derheq be Kurd nakirênewe.

Madeya (267) : Çawxişandinewe be yasay regeznamey Iraqî da jimarey 26î salî 2006 çunke çareserî ew zulmey nekirduwe ke le Kurdî Feylî kirawe û pêwîste yeksanî yasayî tewaw bo ewan wekû ewe duway hawlatiyan mîsoger bikat.

A: Rojeva Kurd

Back to top button