
Endamekî Encûmena Parêzgeha Mûsilê dibêje, bila Heşda Şeibî jî wek PKKê ji Şingalê derkeve.Endamê êzîdî yê Encûmena Mûsilê Seydo Çeto ji malpera KDP.info re ragihand, PKKê biryar daye hêzên xwe ji Şingalê vekişîne lê heta niha bi temamî ji Şingalê derneketine.Serokê Frakisyona Brayetî û Pêkvejiyanê di Encûmena Parêzgeha Mûsilê de Seydo Çeto her wiha got, ji ber wê jî hîn metirsî li ser Şingalê heye.Çeto daxwaz kir ku Heşda Şeibî jî ji Şingalê derkeve û gotiye, ji ber ku xelkê Şingalê ne dixwaze PKK li wir bimîne ne jî Heşda Şeibî, ew tenê dixwazin hêzên Pêşmerge wan biparêzin.