Boris Johnson wezîrê derve yê Britanyayê newroza serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.Boris Johnson, nameyek ji bo Nêçîrvan Barzani rêkir û di nama xwe de dibêje: Ez cejna Newrozê li we, malbata we û li gel û hukumeta herêma Kurdistanê pîroz dikim. Di sala bûrî de gelê kurd bi qehremanî li dijê DAÎŞê şer kir û bi mehvandariyek mezin li penaberan kir.Wezîrê derve yê Britanya berdewamiya nama xwe de dibêje: Niha derfetek baş ji bo pêşerojek baştir, pêkanina demokrasiyê pêşketinek berfireh ji bo herêma Kurdistanê heye.Di dawiya nama xwe de Boris Johnson dide xûyakirin: Hêvî dikim ku demekî pêş cenabê we li London bibînin. Hêviya Newrozek xweş û aram herweha salekî serkeftî ji bo we dikim.Boris Johnson nama xwe bi gotinek kurdî ji stranek ya Newrozê temam dike. Dibêje: Em rojî salî tazeye, newroze hatewe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: