Serokê Amerikayê Donald Trump da xûyakirin ku,balyozê Amerikayê di Neteweyên Yekgirtî de John Bolton, bike şêwirmendê xwe yê Asayişa Netewiya Amerikayê.Hinek  welat ji vê biryara Trump ne razine. Di sere wan welatan de Îran heye. Serokê Konseya Muhafizên Îranê Abas Eli Kadxudayî di vê derbarê de daxûyaniyek da kanala televizyona Telegram û got: Bolton pişgiriya terorê dike. Bolton siyasetmedarek Amerikî yê radikal e û berdewamî li gel rêxistina terorist ya Mucahidinê Xelk hevdîtina dike. Nabe Bolton bibe xwediyê postek halê hesas.Rusyaji bi awayek nermtir da xûyakirin ku ev yek zêde ne bi keyfa wane. Berdevkê Putin Dimitri Peskov da xûyakirin ku, ev ne karê meye karê desthilata Amerikayê ye. Lê me dixwest berpirsên Qesra Sipî ji dijitiya Rusya yê wêderti tişta bibînin.John Bolton yek ji wan kesan bû ku, sala 2003ê midexeleya Amerika li dijê Seddam diparast.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: