CîhanNivîsar

Economist: Minbic dikare şerek nû geş bike û dikare bibe çareserî jî

Kovara Britani Economist di derbarê pêwendiyên Tirkiye û Amerikayê de û taybetê piştî ketina Tirkiye nava Efrînê de , helwesta wan li himber Amerika şirove dike.Economist dibêje eger Tirkiye berê xwe bide Minbicê , yan dê çareseriyek çêbe yan jî dê bibe sedemê geşbûne şerek din.Economist behsa axavtina Erdogan ya Çanakaleyê dike . Erdogan li Çanakaleyê gotibû: Duh ewên ku xwestin me li Çanakaleyê dîl bigrin dersa xwe standin.Îro ewin ku dixwazin li ser sinorên me dewletek terorist ava bikin dê heman dersê bistînin.Economist dide xûyakirin ku ji bo vê axavtina Erdogan demê herî baş bû.Berdewamiya nivîsê de dibêje: “ Piştî serkeftina Efrînê roja din Tirka serkeftina Osmaniyan ya Çanakaleyê ku ev di hemû şerê cihanê de yekem serkeftina Osmaniyan bû, pîroz dikiran. Erdogan ev herdu şer anin himber hev û welatên rojava bi pişgiriya hêzên kurda tawanbar dikir.Vegirtina Efrinê tiştaku hêvî dikiran hesanîtir bû.Dema tanqên Tirka ketin nava Efrinê ji xwe hêzên YPG heliyabûn.Li gora çavderiya mafê mirova li Suriye nêzikî 200 hezar kes ji bajêr rewiyane.Amerika û Almanya Tirkiye bi zêdekirina êşê li deverê tawanbar dikira. Erdoga dema bersiva rexneyên wan dida digot,` me rênedaye ku pozê kesek sivîl bi xwîn bibe.`Tirkiye niha dixwaze şer bighine Bakurê Suriye û Iraqê, yanî şer bibe ser bingehên PKKê.Lê dema Tirkiye van plana çêdike pirsgirêkî derdikeve hole, ew jî li devera Mincibê heyinê 2000 leşkerên Amerikîne. Amerika bi balefiran pişgiriya YPGê kir û wan jî şerê DAÎŞê kirin. Niha Tikiye daxwaz dike ku hevalbendê wa yê NATOyê Amerika ji rêya wan xwe bide aliyekî. Bi vê yekê dê Tirkiye bikeve dûv YPGê û şerê wan bike. Tirkiye YPG wek DAÎŞê tehdît dibîne.“Dawiya nivîsê de Economist dibêje: Tirkiye li Efrînê dixwaze çi bike? Metirsiyek mezin heye ku Erdogan Erebên li Tirkiye wek koçber dimînin û hêzên ku ji ber êrîşên rejima Esad ji devera Idlibê birevin bine li Efrinê cih bike. Her çikas Erdogan dibêje `emê Efrinê teslimê xwediyê wê bikin` lê dikare ereban li Efrinê bi cih bike.

Back to top button