Cîhan

Emê berdewamî arikariya Kurdistanê bikin

Serokê Amerîkayê Barack Obama ragihand ku ew dê li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de berdewam bin. Obama her wiha diyar kir, armanca wan rizgarkirina hemû kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane, ye.

 Li gora nûçeya kdp.info, serokê Amerîkayê Barack Obama, îro li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdsitanê û şerê li dijî DAIŞê daxuyaniyeke rojnamevaniyê da ku bi zindî ji Washingotinê hat pexşkirin.

Barack Obama di axaftina xwe de li ser berdewamiya piştgiriya Amerîka li Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de û alîkarîkirina kurdên êzîdî yên ji tirsa DAIŞê li ser çiyayê Şingalê asê mane, têkez kir û wiha got: “Armanca me rizgarkirina wan kesên ku li ser çiyê asê mane, ye.”

Obama her wiha eşkere kir ku heta niha balafirên Amerîkayê du caran alîkariyên mirovî gihandine kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane her wiha li çeper û çekdarên DAIŞê yên li wê deverê dane ber bombeyan.

Serokê Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe ragihand ku ew dixwazin pêşiya komkujiyê bigirin û nehêlin terorîst li wê deverê bimînin lê cardin Amerîka serbazên xwe naşîne Iraqê û dê tenê bi rêya hêzên asimanî piştgiriyê bide Kurdistanê.

Barack Obama da zanîn ku îro bi serokwezîrên Brîtanya û Fransayê re axifiye û wiha anî ziman: “Wan jî piştgiriya xwe ji xelkê sivîl re nîşan dan. Her wiha Joe Biden (alîkarê Obama) bi rayedarên iraqî re di nav têkiliyê de ye.”

Obama cardin got ku divê iraqî bibin yek û hikûmeteke niştimanî ava bikin û diyar kir, divê hikûmetek wisa were avakirin ku xelkê bakur, başûr û navîna Iraqê biparêze.

 

Back to top button