Nivîsar

Bijî pêşmerge

Armanca êrîşîn DAIŞê li ser Kurdistanê gelek vekirî astenkkirina projeya refarandum û serxwebûna Kurdistanê ye.

Her welat û hêza ku li dijê serxwebûna Kurdistanê derdiket bi awayekî mil da projeya astenkkirina serxwebûna Kurdistanê.

Herweha hinek aliyên siyasî,çend rewşenbîr û rojnemevanên kurd, di detpêka êrîşên DAIŞê de nirxandinên bê ehlaqî kirin. PDKê itham kirin ku pêwendiyek li gel DAIŞê heye. Heta hinek malperên ku li dijê serxwebûna Kurdistanê ew rewşa heyî kirin armanca propaganda xwe ya qirêj û nûçeyên derew belav kirin û bi dezenfarmasyona gelên Kurdistanê êxistin di nava welweleyekî de.

Wan di rastiya xwe de dixwestin ku Hewlêr bikeve û PDK bişke.

Lê rastiya PDKê û bawerîya rêbaza Barzaniyê nemir rê neda vê yekê.

Bê guman di van bûyeran de mirov dikarê her aliyek siyasî û PDKê jî rexne bike. Lê rexnekirin û dîtina kêmasiyen tiştekê, êrîşkirin û belavkirina nûçeyên derew tiştek dine.

Di serî de serokê Kurdistanê û serokê hukumeta Kurdistanê bi dîplomasiyek gelek serkeftî karîn helwesta welatên wek Amerîka, Fransa û Britanya biguherin û ew li dijê terorê arikariya heyina Kurdistanê bikin.

Têkçûna Kurdistanê windabûna tovê demokrasiyê li herêmeye û herweha vekirina deriyê terorê li hemû welatên Ewropa û heta cîhanê ye.Dîplomasiya Kurdistanê ev yel li Amerîka da qebûlkirin.

Di van bûyerande medya PKKê rolek xirab leyizt û nûçeyên derew belav kirin. Medya YNKê heta radeyekî li gel medya PKKê kar dikir. Medya girêdayî PDKê imtihanek xirab da û bi weşandina hinek nûçeyan bo pişpalek ji bo medya PKKê.

Pêwist bû ku, nawendek medyatik hevbeş ji bo van bûyeran bihata avakirin û piraniya nûçeyên girîng ji vê nawendê belav bibûya. Ev yek kemasiya herî mezin bû.

Bê guman pirsa parastina xaka azad a Kurdistanê pirsek netewiye. Her hêzek xwe netewî dibîne pêwiste erkê xwe pêkbîne.

Li Kurdistanê hêzên pêşmerge qehremaniyek mezin dan nîşandan û xaka Kurdistanê parastin û diparêzin. Lê ew zihniyeta ku di derbarê pêşmergeyên Kurdistanê de nûçeyên derew belav kirîn, ketin xizmeta propagandaya dijmin de.

Niha rewş hate guhertin. Kurd bi xwîna xwe welatê xwe diparêzin. Di parstina axa welat de berjewendiyên netewî bingehe. Her hizek, aliyek vê yekê ji bo berjewendiyê rojane yên rêxistinî bike malzeme û propagandê bike, xirabiya herî mezin li Kurdistanê dike.

Ew zihniyeta ku kurdên ji serê çîyayê Şingalê hatîn azad kirin li dijê pêşmerge bide xeberdan zihniyeta xiyaneta Kurdistanê ye.

Li gora bayê siyasî helwest danina hinek kurdan durûtiya siyasiye û kes nizanê berê vê siyaseta bi vî awayî li kuye.

Îro kurd hemû pêşmergene. Parstina xaka Kurdistana azad erkek netewiye.

Herweha ev bûyer bû imtihanek ji bo gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskarên kurd jî.

Cardin di pratika Kurdistanê de xeta netewî ew xala zîz bi sinorek gelek vekirî da xuyakirin.

Li Bakurê Kurditanê gelek hêzên siyasî pişgiriya pêşmerge dikin û êrîşê DAIŞê şermezar dikin. Lê gelo ji bo parastina xaka azad a Kurdistanê ji bo tevgerên Kurdan ev yek bese?

Ez dixwazim bi vekirî bidim xuyakirin ku di vê derbarê de helwesta Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji herkesekîre bibe minak. Roja bûyer destpêkirî heta niha li eniya şer mil dan milê pêşmergeyên Kurdistanê li dijê nûçeyên derew helwestên tund danîn holê.

Wek din gelek endamên Partiya welatparêzên Demokratên Kurdistanê bê deng di parktîkê de mil dan milê pêşmergeyên Kurdistanê.

Herkesek bê hesabek siyasî berê xwe dayî eniya şer û mildayî milê pêşmergeyên Kurdistanê erkek netewî pêkaniye û ev helwesta wan cihê şanaziyê ye.

Bijî Pêşmerge

10.8.2014

Dara Bilek

​​

Back to top button