Polîtîk
Gîwêr hate rizgarkirin
Çavkaniyek ji hêza fermandeya Barzan ragihand ku îro berî demek kin navçeya Giwêrji bin destê çekdarên terorîstên DAIŞê derxistin û bi temamî navçe rizgarkirin.
Eqîd Nacî Siyamend, ji pêşmergeyê fermandeya Barzan, ji KDP.info re got: “Piştî êrîşa hêzên me ya îro, bê ku tu ziyanên canî, Pêşmerge navçeya Giwêr xistin bin destê xwe.”
Fermandarê hêza Barzan berdewamiya agahdariya xwe de got: “Berî bêhnekê hêzên Pêşmerge pêşrewîkirin û çûn nav Giwêr, lê rasta tu berxwedanek bi tund nebûn. Ji ber ku çekdarên DAIŞ kêm li deverê mabûn û yên heyîn jî reviyan.