Polîtîk

Tevger di eniya şer de ye

​Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Ev demeke di navbera Pêşmergeyên qehreman û terorîstên DAÎŞê de şerên dijwar diqewimin. Di vê şêrê de Pêşmerge bi wêregî û fedakariya xwe careke din nîşan da ku temînata Kurdistanê ne. Lê niha bi taybetî jî li ser medyayê êrîşeke pir mezin û qirêj li hember têkoşîna Pêşmergeyan û hemû hêzên netewî dest pê kiriye. Mixabin medyaya qaşo Kurd jî di vê rewşê de wezîfeya xwe bi cih neanî û bû perçeyeke van propagandayên qirêj.

Di rewşek wiha de hewceye ku em wek netewek berpirsyariyên xwe bi cih bînin û di hemû qadên jiyanê de bi her awayî vê têkoşînê bidomînin.

Berdevkê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Serhad Mêrdînî

Îro hemû aliyên ku bi nûçeyên derew dixwazin hêviyên gel bişkînin û moralê Pêşmergeyên qehreman xera bikin, eşkere kirine ku ew dijminê Kurd û Kurdistanê ne. Êdî hemû kes rêngê xwe dîyar dike. An emê bi helwesteke Kurd û Kurdistanî tevbigerin û li hember van êrîşên qirêj bi tundî bisekinin an jî emê bibin perçeyek van êrîşan û bibin xizmetkarê dijminên Kurdistanê.

Ji roja ewil heta niha hevalên me li eniya şer bûn. Me li gor agahiyên ku wan dida me nûçeyan çêdikir, raya giştî ji rastiyan agahdar dikir. Lê ev êrişên ku piştevaniya wan dewletên dagirker dikin gihaştin asteke wisa ku êdî hişê serxwebûnxwaza jî tevlîhev bû. Di vê mijarî de para medyaya qaşo Kurd gelek e. Ew ji dêvla raya giştî ji rastiyan agahdar bikin –ku ev derfeta wan jî heye- bi helwesta xwe bûn sedem ku raya giştî ji nûçeyên derew ku dijminên Kurdistanê bela dikin bawer bike û prestîja Pêşmergeyan a di çavên gel de xera bibe.

Ji ber van sedemên ku me li jor dîyar kir, do grûbek endamên me di pêşengiya Berdevkê Tevgerê Kak Serhat Mêrdînî û Berpirsyarê Tevgerê ya Slopî Kak Selahattîn Sarboğa derbasî başûrê Kurdistanê bûn. Hevalên me wê ji wê derê agahiyan ji me re bişînin û emê wan agahiyan bi raya giştî re parve bikin.

Heta hevalên me vegerin ji ber ku berdevkê me Kak Serhat Mêrdînî jî li wê derê ye wê berdevkiya Tevgerê, Berpirsyarê Birêxistinbûnê Kak Roger Çaxer û Serokê Komeleya Qosarê Kak Alî Akkoyûn bikin.

Banga me ji raya giştî ya Kurdistanê re;

Ji nûçeyên derew bawer nekin û bi Pêşmergeyên qehreman û canfîda bawer bin. Pêşmerge neşikîyane û derbên giran li terorîstan xistine. Emê agahiyên rast ku ji alî hevalên me bigihîjin destên me bi we re parvebikin.

Bi îzn û qeweta Xwedê, bi şer û têkoşîna Pêşmergeyên qehreman û bi helwest û piştgiriya Kurdistaniyan emê bi ser kevin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button