Em statukoyek nû ava nakin
Civîna Ak Partiyê ya li Kizilcahamam dawî hat. Di roja dawî ya civînê de serokê partiyê û serokwezîrê Tirkiye Erdogan axavtinek kir. Erdogan di beşek axavtina xwe de behsa naveroka destura nû ku dixwazin çêbikin kir.
Di derbarê guhertinên ku di dema Ak Partiyê têne kirin li tevahiya Tirkiye rexneyek tê kirin. Tê gotin ku, “ Erdogan û Ak Partî li dijî statukoya heyî kar dike û dixwaze stukuyê biguherê. Lê şûna wê dixwaze statukuyek nû ya xwe û partiya xwe damezirîne.“
Erdogan axavtina xwe de behsa vê yekê jî kir û got:Gotina ku “desthilatdarî bê qeyd û merc a milete“ dive di rastiyê de bibe xwedî wateyekî, ne tenê dîwarên parlementoyê bixemlîne.
Di berdewambûna axavtina xwe de Erdogan got: Em statukuya ku lingê Tirkiye girêdayî xira dikin lê ev têrê nake, Perspektifa me ya nû na avakirina staukuyek dine, ez vê yekê vekirî radigihînim.
Erdogan di derbarê destura nû de got: Ew îrada ku desturek nû pêşkêşî civakê bike heye, dive em li gel hev diyalogê deynin, em li hev rûnin û vê pirsê gotubêj bikin. Em ne bi mercên îdeolojîk nêzikî hev bibin, dive em ji dev îdeolojiya burokratik berdin û dîvarên di nav xwe de rakin.
Erdogan di axavtina xwe de bahsa pirsa kurd û çareseriya pirsa kurd bi rêya desturê nekir.
Nûçe:Rojevakurd