Nivîsar

Ji Ocalan re hepsa malê

 

Raya ‘di bin binçav de girtin’ an jî ‘hepsa malê’ a serokomar di çarçoveya ‘sivikkirinê’ de dikare bê şîrove kirin. Gelo serokomar vê rayê wê ji bo Ocalan bikarbîne? Heke di raya giştî de lihevkirinek hebe, wê bikarbîne. Gelo di civakê de lihev hatin mimkun e?

Heke civak bawer bike ku bê qeyd û şert tundî wê bisekine, dikare bê îqna kirin. Ma di vê fikre de xeletî heye? Wê xwîn bisekine. Hemû tundî wê bisekinin. Ji bo vê jî Ocalan jî wê pê li axê bike, bikaribe bi dost û hevalên xwe re were cem hev. Dibe ku di van şertan de rêxistina xwe jî rêve bibe. Divê em nêrîn û rastiyên xwe yên derbarê pirsgirêka Kurd û pirsgirêka tundiyê de ji nûve lêbigerîn. Ya rast ewe ku dewleta mezin û xwedî îdia, tenê ji bo çareseriyê bixebite. Li ber me pirsgirekeke ku me diêşîne û quweta me kêm dike heye.

Werin em navê wê rast lê bikin: ev pirsgirek, pirsgirêka serhildana Kurd a bi çeke. Çareseriya vê pirsgirek encex ji nûve bi lihevkirinek civakî mimkune. Li hemberî terorek reş û tarî ku bi 2 kîlo teqemenî Xwedê zane ka wê kîjan sivîlan bikuje, serkeftin nayê bidest xistin. Di şertên îro de jî tu kes bi çekan nikare bigihîje armanca xwe.

Encex dibin lîstoka Îran û Sûrî. Şerê ku tukes nikare qezenc bike, divê bidawî bibe. Ji aliyê hikumetê mixatebê pirsgirêkê Beşir Atalay erênî diaxive. Gotina ku ‘wext minasibe, rewş başe ‘ nîşan dike ku xebat baş pêşve diçin. Dîsa xwiya dike ku hemû mekanîzmayên dewletê li ser stratejiyek hevpar dixebitin. Min gotibû ku PKK şer winda kir. Cara ewil Dewletê jiberkirinan xira kir û raste rast mizakere pêk anî û şerxwazên PKK jî derketin holê. Ji bê çareyîyê dest bi şerek nû kirin. Lê kêr nehat.

Em hewceyê nêrînek nû firehin. Heke Îranê Karayılan teslîmê me bikira wê çi bibûya? Yên dibêjin wê ‘baş bûya’ bila Qendîlek ku Dr. Bahoz lê seroke bidin berçavên xwe. Heke Ocalan di binçav de be wê çi bibe? Pêşiya Tirkiyê bila şerxwazên PKK bersivê bibihîzin. PKK bi Hêza çek, derfetên aborî, şaxên siyasî weke dêwek 7 serî ye. Tu kes nikare bi tenê sere xwe vî dêwî qontrol bike. Divê pêşî li BDP yanî şaxa siyasî were vekirin û wesayeta çekan li herêmê bidawî bibe.

Çare, çareserî çiye? Bi gotina xwe ya ‘ em Apo bikin paşa’ ji bo ev agir were vemirandin min hewcetiya aqil û ferasetê dupat kiribû. Em ne dewleteke dinyanedîtîne. Ma Osmaniyan beredayî paşatiyê dida eşqiyayan. Sedema hebûna dewletê ewe ku aştî û ewlehiya welatiyên xwe pêk bîne ye. Bi alavên deste xwe de rijandina xwînê bisekinîne û bi zor an jî îqna kirinê çekan ji desten wan derêxe. Hey na, dewlet bi tu kesî re nakeve xwîndariyê. Atalay behsa startejîyek hevpar dike.

Dema aqil hakimê dewletê be, hesap dikare bê kirin. Girtina KCK hişan tevlîhev dike. Em hemû perçeyan bi hevre bidin hişê xwe. Heke tundî bisekine, çek hiş bibin, rêxistinek weke KCK li holê dimîne? Li ber me damezrandineka dewleteke rastenhev heye. Dewlet xwedî hêzeka ku bikaribe zor bikarbîne. Heke KCK zor bikarneyne, ma wê bikaribe dadgehê damezrîne? Bacê bide hev? Heke li ser Kurdan darê PKKê rabe, ma tu rêz û hêza wê li ser Kurdan dimîne? Kîjan Kurd li ber PKKyek ku tundiyê bikarnayne amade disekine? Ev heyama şer a 3 mehan ku me jiya, di PKK de bû sedema gengeşî û jihev veqetinên cidî. Tundî bidawî dibe. Hat ceribandin lê hat dîtin ku kêr nayê.

BDP yîya ji aliyekî di PKK de tekoşîn didin, ji aiyê din ve, dixebitin ku derde xwe ji aliyên din re bejin, de bikaribe pêşî li siyasete veke. Di vê deme de ‘ji bo Ocalan re hepsa malê’ şuna xilas kirina Ocalan, di nav Şaxên PKK de weke gavek taktîkî xwiya dike.

Gotin bi Ocalan re biaxivin. Dewletê dest bi mizakereya kir. Encam bû çi? Kî banga şer kir? Mesela em bêjin li Marmarisê çêwlikeka Ocalan heye û tê de hemû derfetên ragihandinê heye. Yanî rêxistina xwe ji wê, rêve dibe. Bi tenê bersiv bidin vê pirse. Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka teror wê bibe çi ?

 

Mümtaz’er Türköne

 

(Xeberênkurdî.com)

Back to top button