Cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê Arif Teyfûr, diyar kir, bersiva kurdan li hember biryara Malikî ya daxistina ala Kurdistanê, yasayî nebû û arîşeyê çareser nake.
Cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê Arif Teyfûr, di serdana xwe bo navenda çap û weşanê ya Aras de, di hevpeyvîneke taybet de bo AKnewsê, got, rewşa giştî ya Iraqê têk çûye, bi taybet navbeyna şîe û sune pir têk çûye, her wiha navbeyna kurdan û aliyên din jî aloz bûye. Li gorî min, palana dabeşkirina Iraqê bo sê herêmên federal ya (cîgirê serokê Amerîka) Joe Biden dê pêk bê.
Teyfûr, diyar kir, şerê navbera şîe û sune heye û dê her hebe jî, helbet ev yek bi veşartî dimeşe. Tê payîn navbera kurd û Iraqê de jî şer derkeve.
Teyfûr wiha pêde çû, “Me dikarîbû nehêlin zêde me piştguh nexin. Ji ber ku hinekan dixwestin kurdan piştguh bixin, me dikarîbû bersiva vê yekê bidin lê em destpêkê rijd nebûn. Ev jî tê wateya ku me jî hinek tişt ji dest daye.
Ne hinek, we gelek tisht jidest daye. Bawer nakim xemê dikin. We ji desthilatdariyê, al, tabela fêhm kiriye.\r\n\r\nRoja pere jî hat, dikevin rehawetê. \r\n\r\nWelatparêzî ew e, de ka werin salekê maeshê negirin. Hûn dikarin viya bikin?\r\n\r\nHîch bawer nakim. Bi Xwedê federaliyê jî davêjin.\r\n\r\nProblem ne li Bexda ye, problem di mantalîteya we de ye.\r\n\r\nHûn dîplomasiyê û bazirganiyê tevlîhev dikin. Probleman tînin ser bazarê. We anî ser bazarê, tê wê wateyê ku we winda kiriye.\r\n\r\nHikûmetênb Bashûr di gelek waran de pêshketî bin jî, di meseleyên neteweyî de mixabin ne wisa bûn.