Civak

Daxûyaniya APAHK

 
Ev jî deqa daxuyaniyê ye:

Ragihandinek ji Ajansa Paraztina Asayîşa Herêma Kurdistanê ve, di derbarê çarenivîsa efserê pile bilindê vê Ajansê, birayê me Lîwa Bextîyar Hesen Heme Rehîm.

Em şahîdî ji bo hevwelatîyên herêma Kurdistanê û çavdêrên rewşa herêma Kurdistanê yên li derve û li navxwe  didin, ku aramî û asayîşa herêma Kurdistanê girîngtirîn destkevtîyên herêma me ye,. Ev jî dibe bingeha hemû pêşkevtinên aborî û sîyasî li herêmê.

Bê guman ev destkevtinên han jî, ji berhema gîyanfîda û çav vekirîya hêzên Parastina Asayîşa Herêmê û pêşmerge û polîsên herêmê ye. Di vê pirosesê de jî ajansa me bi serbilindî, erkeka wê  berçav û xuyakirî heye. Ji bo aramîya herêma Kurdistanê jî, bi sedan efser û karmendên ajansa me gîyanên xwe feda kirine.

Di şerê dijê  terorê de, gelek ji efserên me yên pile bilind li eniya pêşî de bûn, pêkol kirine, ku berî gef bighêjin herêma Kurdistanê da ku pûç bikin, ji bo vê çendê jî xwe kirine kelha parastina mal û milkên hevwelatîyan.

Di nava erkekî asayî de, li roja 10.04.2011-ê de, efserekî pile bilindê Ajansa me bi navê Lîwa, Bextîyar Hesen Heme Rehîm, ku bi wek  Bextîyar Necefî tê naskirin, bi du hevalên xwe re bi navên Ebdulqadir Ebdullah Xiçir û ,Nazim Rimçan Cume, serdana deverekê li bakurê Mûsilê dikin.

Lê mixabin rastî êrîşek ya terorîstên ser bi dewleta Îslamîya Iraqê – Elqaîde tên. Terorist wan digirin û ber bi cihekî ne xuya ve dibin, piştî demekê ew herdu hevalên, Bextîyar tên şehîdkirin û termên wan jî li deverekê nêza Mûsilê hate dîtin.

Lê çare nivîsa birayê me Bextîyar hîn ne xuyaye, ji ber vê çendê, ajansa me hemû şîyanên xwe ji bo zanîna çarenivîsa Bextîyar aktîv kirîye û bi dehan piroses hatin encamdan, da ku em bigihêjin  serê bûyaran, belê çarenivîsa wî ne hat xuaykirin.

Niha jî di van çend rojan de, dezgeha Forqanîya giropa terorîstan, li çendan siteyên Înternetê de vîdîyoyek belavkirin e, tê de şehêdkirina birayê me Bextîyar nîşandidin. Piştrastkirina vê vîdîyoyê dibe ku dem jê re pêwîst be û pêdivî bi duvçûneka bêhtir hebe.

Belê di rewşeka weha de heger ev vîdîyo ya han rast be, em xembarîya xwe bo ji dest dana têkoşerekî westnasîyê ajansa me derdibirin, ku roleka xwe ya berçav di parastina herêmê de hebûye, em radighênin, ku em van terorîstan û hevkarîyên wan berpirsên encamdana vê kiryarê dibînin.

Em di pêkolên xwe de berdewambin, çi ji bo piştrastkirina çarenivîsa birayê me Bextîyar û çi sizadana ewên ku pişkdarîya evê tawanê kirine, ev bûyera han jî ne tenê me netirsîne, belê me zêdetir palve dide, ku em li ser jêderên terorîstan li her cihekî bin, tund bikin û aramîyê li terorîstan bibirin.

 

17.10.2011 

Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê

Back to top button