KulturRojev

Em piştgirîya kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bikin


Li Amedê di roja 22.02.2021ê de bi pêşengîya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda  Kurdî bi daxwaza  ’’Bila imanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî’’, ‘’Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Perwerdehîyê’’ kampanyayeyeke îmzeyê hate destpê kirin.

Armanca  vê  kampanyayê ewe ku bi kêmanî 1 mîlyon bêne berhev kirin. Paşê jî van îmzeyan dê ji bo Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyeyê werin pêşkêş kirin.

Gelek partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayet piştgirîya vê kampanyayê dikin.

PAK jî yek ji beşdarên vê kampanyayê ye.

Fikra wî/wê, partîya wî/, meyla wî/wê ya sîyasî , dîn û mezhebê wî/wê, karê wî/wê  çi dibe ila bibe, em bangî hemû Kurdan  dikin da ku piştgirîya vê kampanyayê bikin.

Etnîsîteya wî/wê çi dibe bila bibe em bangî hemû kesên ku rêzê li mafê perwerdeya zimanê zikmakî ya her miletî, her gelî dikin , ku piştigirîya vê kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bikin.

Bidestxistina mafê perwerdehîya zimanê Kurdî û fermî bûna zimanê Kurdî mafekî rewa, mirovî, netewî, demokratîk yê miletê Kurd e.

Hemû rêveber, endam û alîgirên PAKê dê li her cîhê ku lê dijîn de , di nav xebatên  vê kampanyayê de bi awayekî aktîf dê cîh bigirin.

Zimanê me hebûna me ye.

Her îmzeyeke we , ji bo zimanê Kurdî piştgirîyeke dîrokî ye.

22.02.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button