Kurd ji zimanê xwe, Kurdstan jî ji Kurdan dûr dikeve…

Bêguman di pîrozbahîya vê rojê da xeletî û şasîyek cîh nagre, ger ku mirov bi zimanê xwe bijî û tenê bi pîrozkirina vê rojê xwe nexapîne…

Îkram Oguz

Roja 21ê Sibatê…

Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî ye.

Ev roj, di sala 1999an da ji alî UNESCOyê va wek roja zimanê zikmakî hate îlan kirin.

Armanca vê biryarê, balkişandina ser mafê perwerdeyî ya bi zimanê zikmakî ye.

Bi vê biryarê hate daxwazkirin, ku ev roj di her salê da, bi çalakiyên pirrengî li seranserê cîhane bê pîrozkirin.

Lêbêle kesên ku vê rojê pîroz dikin, ew jî dîsa tenê Kurd in.

Wek tê zanîn, Kurd ji pîrozbahîyan hez dikin û ji tu pîrozbahîyek şûnda namînin.

Pîrozvanên Kurd ên vê rojê jî bi piranî Kurdên zimanTirk in.

Armanca wan jî, ne balkişandin ne jî rûmetdayîn û hewldana ji bo hînbûna zimanê zikmakî ye.

Ew bi pîrozbahîya vê rojê, di salê da carê tînin bîra xwe, ku zimanek wan ê zikmakî jî hebû ye…

Bêguman di pîrozbahîya vê rojê da xeletî û şasîyek cîh nagre, ger ku mirov bi zimanê xwe bijî û tenê bi pîrozkirina vê rojê xwe nexapîne…

Jiber ku zimanê zikmakî, ya jî bi gotina Kurdan zimanê bav û kalan, hewcedarî pîrozkirina di salê da carek nîne.

Bikaranîna zimanê zikmakî, di her rojên salê da û ji bo herkesek karekî pêwîst û pîroz e.

Jiber ku ziman, amûra axaftin û têkilîyê, berdevkê hiş û hişmendîyê ye…

Di şîn û şahîyan da ken û girî, di tengasîyê da xewn û xeyal e…

Di devê dengbêjan da kilam û stran, di dilokan da xemla evîna keç û xortan e…

Reng û dengê jîyanê, çîrok û destan, helbst û roman e…

Mixabin, îro Kurd bi pirranî, ji tam û lezeta zimanê xwe yê şêrîn bêpar in.

Hinek bi destê zorê hatine pişavtin, hinek jî ji nezanî û xwepiçûkdîtinê ji zimanê xwe dûr ketine…

Weke mînak:

Kurdê bajarî ye…

Rewşenbîr û ronakbîr, helbestvan û hunermend, rojnamevan û nivîskar e…

Karmend û dewlemend e…

Di dilê xwe da Kurd be jî, di kar û xebata xwe da zimanTirk e…

Bi Tirkî difikire û diaxife, dixwîne û dinivîsine…

Jibo fêrbûna zimanek bîyanî, ronîya çavê xwe dirijîne…

Ji zimanê dê û bavê xwe ra çavkor û famkor e.

Loma di 364 rojên salê da ji zimanê xwe yê zikmakî dûr disekine…

Bi pîrozbahîya di roja 21ê Sibatê da, bi hevokek kin û zimanek bîyanî, xwe dixapîne…

Ya jî sîyasetvanê Kurd e…

Şoreşger û soyalîst…

Demokrat û lîberal…

Azadîxwaz û aştîxwaz…

Kevneperest û nijadperest e…

Di partîyên navKurd da alîgir û endam, serok û rêvebir e…

Xwedî kesayetîyek hevdem û bi guhartina demê ra guherbar e.

Dem tê şoreşger û şervanê gelê xwe, dem tê humanîst û birayê gelan e.

Armanc, daw û doza welateke azad û serbixwe be jî, rû li Enqera xopan, çav jî li metropolên Tirkan e…

Di kûçe û kolananên dagirkirî da wek şervanê li dijberî dewletê, daxwazkarê mafê ji bo perwedeyîya bi zimanê zikmakî…

Di nav mala xwe da jî bi zimanê dewletê, dagirkerê jin û zarên xwe, bixwe ye.

Lêbelê ne di nêrîn û daxwazên xwe da kêmasîyek, ne jî di kirin û kiryarên xwe da nakokîyek dibîne.

Jiber ku, xweperest û pozbilind e.

Di tekoşîna ji bo azadîya welat û gelê xwe da, rola bikaranîna zimanê zikmakî girîng nabîne.

Loma di her rojên salê da, bi teorîyên pûç û vala kesên li derdora xwe, bi pîrozbahîya di salê da carek va jî xwe dixapîne…

***

Gotineka fîlozof, nivîskar û dewletparêzê Alman Wilhelm von Humboldt e: „Welatê rasteqîn ziman bixwe ye. Mixabin, dûrketina ji welat jî, hergav bi rêya ziman dibe, bi hêsanî û ji zû va …“

Mirov dibêje qey Humboldt rewşa Kurdan ya îroyîn ji 200 sal berê da dîtîye û ji wan ra dibêje: “Kurdno hûn çiqas ji zimanê xwe dûr bikevin, Kurdistan jî ewqas ji we dûr dikeve!…”

21.02.2021

[email protected]

Nerîna min :