Vaccina Pfizerê % 99 rê li mirinê digre

Îsraîlê ragihand ku vaksîna vîrusa korona ya Pfizer û BioNTechê 98,9 ji sedê rê li ber mirinên ji wê vîrusê digire.

Wezareta Saxlemî ya Îsraîlê rapora ser her du dozên vaksîna Pfizer û BionTechê li xwe xistine û yên li xwe nexistine belav kir.

Li gor raporê vaksîna Pfizer û BioNTechê 98,9 ji sedê rê li ber mirinên ji vîrusa korona digire.

Rapor dide zanîn ku bi Pfizer û BionTechê 99,2 ji sedê rê li ber nexweşîyê tê girtin ku giran derbaz be 98,9 ji sedê jî hewcedarîya bi dermankirina li nexweşxaneyê radike.

Îsraîlê di rojên borî de ragihandibû ku ji 523 hezar kesên vaksîna Pfizer û BioNTechê li xwe xistine, ti kesî canê xwe ji vîrusa korona ji dest nedaye.

Nerîna min :