Hevpeyvîn

Em ji xizmetêre amadene

Rojnemevanê rojnama Tirkî ya Hurriyetê Verda Ozer li gel hevserokê PYD Salih Muslim havpeyvînek kir. Muslim dibêje ew gelek hewldidin ku Tirkiye wan nas bike û li gel wan pêwendiyê deynê.

Muslim dibêje : Bila tirkiye me nas bike em ji hemû cureyên xizmetê re amadene.

berdewamiya gotinên xwe de Muslim dibêje: Em ji herkesekî behtir dixwazin Esad herê. Di vê derbarê de fikra me û Enqere wek heve. Lê Tirkiye bi pişgiriya Selefiyan dixwaze vê yekê pêkbîne. Em li dijê van gurubana. Em li dijê Nusra û Artêşa Azadin jî.

Wek din Muslim dibêje: Eger Tirkiye me nas bike em dikarin gelek xizmetê bikin. Herweha em dikarin navbera Tirkiye û PKKê de jî herin werin.

Herweha berdewamiya hevpeyvîna xwe de Muslim dibêje: Em û Tirkiye destbidin hev em dikarin gelek tiştan bikin.

Back to top button