Li Kobanê DAÎŞ dişke

Li bajarê Kobanî serê vê sibehê, hêzên kurdî li ser erdê û balafirên hevpeymaniyê jî ji asmana ve li çeperên rêxistina DAIŞê dan û di şerekî giran de 16 çekdar ku emîrek jî di nava wan de bû hatin kuştin.

Fermandarê hêza Pêşmerge Neqîb Şêrwan Spîndareyî ji Rûdawê re got: “Bi hevahengiyeke baş di navbera hêzên Pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, êriş birine ser cihên DAIŞê û di encamê de 16 çekdar û emîrê bi navê Cundulla Çîçanî hatin kuştin.”

Wî fermandeyê hêza Pêşmerge wiha domand: “Serê vê sibehê balafirên hevpeymaniyê 4 caran bi giranî çeperên DAIŞê bombebaran kirin û zirareke mezin gihandine wan.”

Spîndareyî li ser êrişa şeva borî jî got: “Hêzên kurdî di wê êrişê de dest danîne ser gelek cureyên çek û teqemeniyan û 8 çekdarên DAIŞê jî kuştin.”

Spîndareyî gotina xwe wiha qedand: “Bi alîkariya balafirên hevpeymaniyê û hêzên Pêşmerge, şervanên YPGê gelekî pêşde çûne û çekdarên DAIŞê ji çend taxan derxistine.”

Nêrînek

  1. Belê raste berxwedana gele me li Kobanê li dijî ew ceteyê îslamî DAIS'ê pêsta dikeve û min jî ji gelek medya û ji henik tv meyên Kurdîn jî ji bo we nûce wergirtine; ji dûhî wêrda ji ew ceteye îslamî DAIS 26 hatine kûstin û cend jî birîndar hatine girtin. Taban Amerika jî bê balefrengên xwe pistgiriyê berxwedana Kobanê dike û ew berxwedan hîn j6i pEsta dikeve. Ji bo we jî jê em roj wêrda da ew cete êdî ji Kobanê pasta dikeve, her bijî berxwedana gele me Kobanê.

Nerîna min :