Îro dûşem 08.12.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Umer Fehmî Konsolê nû yê welatê Misir li bajarê Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê nû yê Misir ku bi mebesta xwenasandinê serdana Serok Barzanî kiribû xweşhaliya xwe nîşan da ku weku Konsolê nû yê welatê xwe li Herêma Kurdistanê destbikar bûye. Her wiha ji bo wan hewl û qurbanîdana Pêşmerge û xelkê Kurdistanê li beranber terorîstên Da’îş spas û pêzanînên gel û Hikûmeta Misrê bi Serok Barzanî ragihand û balkişand li ser wê yekê ku cîhan bi rêz ve temaşa xebat û xweragiriya xelkê Kurdistanê li beranber terorîstan de dike.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Konsolê nû yê Misrê kir û li erk û karên wî de hêviya serkeftinê xwest.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û êrîşa terorîstan û peywendiyên Herêm û Bexda hate nirxandin û tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Misirê kirin. 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: