PYD ji xwe pêve kesekî qebûl nake
Serokê Partiya Demakrat a Pêşverû li Sûriyê Hemîd Hecî Derwêş çûna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê bi şanazî dide zanîn û dibêje ku, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) “Ji xwe pê ve kesî qebûl nakin.
Hemîd Hacî Derwêş di hevpeyvînekê de ligel Ajansa BasNewsê balkişande ser çûna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo piştgiriya şervanên Kurd di rûbirûbûna çekdarên DAIŞê de li kobanê û got: “Ez bi çûna Pêşmergeyan bo Kobanê gelekî kêfxweş û şanazim. Rojeke dîrokî bû. Xwezî PYDê rê li pêşiya pêşmergeyên ENKS’ê jî vekira û yên me jî biçûna. Lê nehiştin herin.”
Roja 14ê Mijdarê, şandek ji şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yê Kobanê serdana Kantona Kobanê kir û ligel rayedarên kantonê û fermandeyên YPG civiyan, ji bo dîtina mîkanîzmekê bo derbasbûna 200 şervanên ENKSê bo Kobanê da mil bi mil ligel hêzên din rûbirûyê DAIŞê bibin, lê rayedarên Kantona Kobanê û fermandeyên YPG rê nedan wê hêzê ku derbasî Kobanê bibe.
Derwîş di vê derbarê de da zanîn ku rayedarên YPG û berpirsên Kantona Kobanê ji şanda ENKS re gotibûn ku bila şervanên ENKSê jî “Werin tevlî YPG bibin.”
Serokê Partiya Demakrat a Pêşverû li Sûriyê vê rê nedanê bi beşdariya şervanên ENKSê ku di şerê li dijî DAIŞê de li Kobanê, bi sedema wê yekê ye ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) “Ji bilî xwe pê ve kesên din qebûl nakin.”
Berî demekê jî, Hevserokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Kobanê Enwer Mislim di daxuyaniyekê de bo televîzyona BBC balkişandibû ser daxwaza ENKSê bi beşdarîkirina hêza wê di şerê Kobanê de û got: “Hêzên ENKSê tenê di bin navê YPGê de dikarin şer bikin, endamên ENKSê dixwazin bi navê xwe bên Kobanê û şer bikin, em jî dixwazin ên tevlî şer bibin di bin sêwana YPGê de bin.”
Ji bilî şervanên Kurd, niha çend grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bergiriyê li axa Kobanê dikin di şerê li dijî DAIŞê de û her yek di bin al û navê xwe de.
Jotiar Murad (BasNews)